NÛPEL – Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, belgefîlma ku li ser jiyana dengbêjê nemir Dengbêj Kazo hatiye amadekirin, bi organîzasyoneke taybet bi temaşevanan re digihîne hev.
Belgefîlma bi navê “Dengê Vê Axê” ku ji aliyê derhêner Kerem Tekoglu ve hatiye amadekirin, çîroka jiyana hunermendê dengbêjî Dengbêj Kazo vedibêje. Ev berhema hêja ku bi kedeke mezin hatiye amadekirin, di çarçoveya çalakiyên çandî de li Wanê tê nîşandan.
Agahiyên Nîşandanê
Dîrok: 25’ê Hezîrana 2026’an, Pêncşem
Saet: 19:00
Cîh: Eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê
Amadekar: Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê
Ji bo agahiyên berfireh û têkiliyê, hûn dikarin bi Prz. Ozan Başdinç re li ser hejmara 0541 328 0262 têkiliyê deynin.
Tîma Amadekar a Belgefîlmê
Di amadekirina belgefîlma “Dengê Vê Axê” de navên jêrîn xwedî ked in:
Derhêner û Senaryo: Keremo
Derhênerê Dîmenan û Edît: Îlyas Kaya
Kamera: Cuneyt Toprak
Drone û Osmo: Ferhat
Ronahî: Zorav Argeş
Deng: Firat Egit
Muzîka Enstrûmental: Kerem Tekoglu
Stûdyo: Cemal Dilcan
Ragihandin: Hakan Bûzoba
Xwendina Textê: Keremo











