Li ser axa bav û kalan: Çîroka vegerê ya gundiyên Pilvenkê

Nûçe

Şopa wan hat jêbirin lê nehatin jibîrkirin: Gundên xwe yên ku di salên 90’î de hatibûn şewitandin û xirabkirin, ji nû ve ava kirin

DERSÎM (Nûpel) Sakinên gundê Pilvenkê ku hatibû valakirin û şewitandin, piştî salan bi avakirina jîngehên xwe şopên salên 90’î jê biribin jî, tiştên jiyane ji bîr nekirine. Hêviya herî mezin a gundiyan, çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd e ku bûye sedema koçberkirina bi zorê.

Li Kurdistanê di salên 1990’î de bi hezaran gund û mezre hatin valakirin, şewitandin û xirabkirin. Bi sed hezaran kes jî hatin koçberkirin. Dersîm ku yek ji wan bajaran e ku polîtîkaya valakirina gundan, şewitandin û koçberkirina bi zorê lê hatiye meşandin, li gorî raporeke Walîtiya OHAL’ê ya meha Mijdara 1997’an, di sala 1994’an de 183 gund, 823 mezre, 8 hezar û 439 xanî hatine valakirin û 41 hezar û 939 kes ji cih û warên xwe bûne. Yek ji wan gundên ku di wê demê de hatibû valakirin û şewitandin jî gundê Pilvenkê yê girêdayî navendê bû. Gundê ku di 18’ê Adara 1995’an de hatibû şewitandin, piştre cihên wê yên pîroz bûne hedef. Cihê ziyaretê yê bi navê Bonê Jiyarê yê li gund hat bombebarankirin, darên gûz û tûyan ên bi sedan salî hatin şewitandin.

30 MALBAT VEGERIYAN

Dema gundê Pilvenkê hat valakirin, 35 malbatan koçî navenda Dersîmê, metropolên wekî Stenbolê û her wiha Ewropayê kirin. Di sala 2004’an de veger dest pê kirin û îro 30 ji 35 malbatan vegeriyane cih û warên xwe. Gundiyên ku bi vegerê gundê xwe ji nû ve ava kirin, tevî ku şopên rojên tarî jê biribin jî, tiştên jiyane di bîra wan de hîn jî nû ne. Malbata Kasum ku yek ji malbatên piştî sala 2004’an vegeriyaye gund e, yek ji wan hezaran malbatan e ku jan û êşa rojên dijwar herî kûr jiyaye. Malbata Kasum bi hevkariya hev malên xwe ji nû ve ava kirin û bi cih bûn, bax û baxçeyên xwe vegerandin roja xwe ya berê ya zindî. Îro hêviya wan a herî mezin çareserkirina pirsgirêka Kurd a sedsalî ya ku bûye hinceta valakirina gundên wan û temamkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ye.

ŞOPÊN LI GUND JÊ BIRIN LÊ JI BÎR NEKIRIN

Veli Kasum ku niha 70 salî ye, dema bi zorê ji gund hat derxistin 39 salî bû. Kasum anî ziman ku di wê demê de li derdora gundên wan timî şer çêdibû û helîkopter timî di liv û tevgerê de bûn û got ku rojekê dema ew li navenda Dersîmê bû, gund hatiye bombebarankirin. Kasum wiha got: “Heta saetên êvarê gundê me hat bombebarankirin. Wê demê li gund ciyekî ziyaretê yê bi navê Bonê Jiyarê hebû. Gundî ji bo ji bombeyan biparêzin diçûn wir. Her kesî xwe dida aliyekî. Telefon hat, gotin ‘li gund gelek birîndar hene’. Me fikirî ku herkes hatiye kuştin. Em çûn cem parlamenterê wê demê yê CHP’ê Bekir Gundogan, lê me bersiva ‘Ez nikarim tiştekî bikim, kes guh nade min’ girt. Bi navbeynkariya endamekî Meclîsa Partiyê ya CHP’ê me karî ji walîtiyê destûra ketina gund bigirin.”

‘DI 2-3 ROJAN DE GUND HAT VALAKIRIN’

Kasum ê ku diyar kir wê demê ji bo biçin gund tewra dîtina taksiyekê jî dijwar bû, got: “Li ser rêyan timî leşker hebûn. Dema em gihîştin gund, ji ber ku şarapnel li xwesûya min ketibû, birîndar bûbû. Me ew bir nexweşxaneyê, tedawî bû. Rewşa gundiyên din baş bû. Leşkeran em kom kirin û talîmata ‘gund biterikînin’ dan. 18’ê Adara 1995’an bû. Wê demê berf wekî xwe bû. Rê vebûn, erebe hatin, me gund vala kir. Helbet wê demê gelek fırsetperest derketin holê. Taksîvan, qesab, gelek kes bi awayê xwe bûn fırsetperest. Wê demê heke bizinek 20 lîre bûya, bazirgan bi 10 lîreyî distand. Mirov mecbûr man. Di nava 2-3 rojan de gund hat valakirin.”

‘HAT VALAKIRIN Û DA BER AGIR’

Kasum ê ku anî ziman piştî valakirina gund tavilê dûman bilind bû, wiha domand: “Gund ji dûmanê nayê dîtin. Leşkerê ku em dîtin hat cem me û lûleya çekê ber bi me ve kir û pirsî ‘hûn diçin ku derê’. Me jî ji wan pirsî ‘hûn çima gundê me dişewitînin’. Yekî ji wan ê payebilind got ‘heke aqilê we hebe hûnê vegerin biçin’. Heke me biçûya gund wê em bikuştana. Tu yê ji kê hesab bipirsî? Em çûn qereqoleke nêzî gund lê ji wir jî em hatin qewirandin, em vegeriyan navendê. Gund bi vî awayî şewitî.”

‘GAVA GUND HAT VALAKIRIN AJEL JÎ ÇÛN’

Hıdır Kasum dema gund hat valakirin 56 salî bû. Kasum ê ku bi ajeldarî û axê re mijûl dibû, gava di sala 2004’an de rêya vegerê vebû tavilê vegeriya û malê xwe ji nû ve ava kir. Kasum ê ku niha 87 salî ye, tiştên wê demê jiyaye wiha anî ziman: “Piştî me gundên xwe vala kirin, ajelên me jî çûn. Ez jî çûm cem zarokên xwe yên li Stenbolê. Salekê min nikaribû li ber xwe bidam, ez vegeriyam. Wê demê min li navendê ciyek girt û li wir mam. Piştre ez vegeriyam gund, min mala xwe çêkir. Gundiyên me jî çûn Dersîmê an jî cihên din. Destûr nedidan kes biçûya an bihata.”

‘DIVÊ SEDEMÊN WAN BÊN JI BAVÊTIN’

Gundî Îbrahîm Kasum jî bal kişand ser vê yekê ku polîtîkaya koçberkirinê ya salên 90’î ne cara yekemîn e û destnîşan kir ku ji bo Kurdan ji nasname, bawerî û axa wan dûr bixin gelek sefer hatine lidarxistin. Kasum ê ku anî ziman gundê wan gundekî dîrokî ye, got: “Dibe ku gundekî wiha be ku yekem sîstematîka ocaxan li Dersîmê lê hatiye avakirin. Cihê ku nirxên gel ên komînal, wekhevîxwaz û civakî li dijî sîstema dewletparêz û îqtîdarparêz lê jiyan dîtine. Di heman demê de xwedî taybetmendiyeke dîrokî, ruhani û civakî ye.”

Kasum ê ku got koçberkirina mirovan bûye sedem ku ji ziman, nasname û baweriya xwe dûr bikevin, anî ziman ku bertekên vê heta roja me ya îro hatine. Kasum ê ku got “di ruhê kesên koç kirine de valahî çêbûn” wiha berdewam kir: “Veger hene lê hin pirsgirêk hene. Yên dixwazin li gundê xwe bi cih bibin, neçar dimînin ku bi pirsgirêkên elektrîk, rê, av û yên din re mijûl bibin. Divê sedemên koçê bên ji bêtin. Çavkaniya bingehîn a vê pirsgirêkê pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê divê pirsgirêka Kurd di zûtirîn dem de bê çareserkirin. Divê dewlet di vê mijarê de gavê bavêje.”

Çavkanî: MA (Ugurcan Boztaş)

Van jî bibîne

 

Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye
Li Pîronê piştgiriya mezin ji bo cotkaran: Amûrên çandiniyê hatin belavkirin

Nûçeyên Sereke