Ji sibehê heta êvarê xwe bi kar û barê dinê re mijûl dikim.
Hew dibînim dibe şev û mesaîya kar xilas dibe û vedigerim mal.
Bi xêra kar û bar hemû fikir, daxwaz, xeyal, hêst û hêvîyên xwe binpê dikim.
Ya ez dikim rev e, ne tiştekî din e.
Di rêvê de bêhna meriv diçike û meriv bêtaqet li cîyekî asê dimîne. Ne dikare herê pêş û ne jî li paş vegere. Di wê kêlîyê de tiştên ez dixwazim ji wan birevim dîsa dighin min û bêmecal dimînim. Xwe bi temamî teslîmî fikir, daxwaz, xeyal, hêst û hêvîyên nîv-mirî dikim.
Hosta Konstantinos Kavafis di helbesat “bajar” de rastî ji me re anîbû ziman.
Birîn û tiştên nivcomayî bi her awayî xwe dîsa derdixin der.
Ez biçim bajerekî nû jî û ez leqayî deryayek nû jî bêm dîsa ez, ez im.
Heta ez neyêm guhertim jî tiştek dê neyê guhertin.
Hertişt bi min re eleqader e û ez bi hertiştî re eleqadar im.
Heta sibehê dikarim xwe bi meyê bixapînim,
Heta sibehê dikarim xwe bi rê û rêwîtîyê bixapînim,
Heta sibehê dikarim xwe bi kar û bar re bixapînim,
Heta sibê dikarim xwe bi tiştên nû bixapînim…
Lê ez çi bikim jî ez dîsa ez, ew kesê berê me.
Heta ez neyêm guhertim, ti guhertinek mezin dê di jîyana min de çênebe.
Tu dîzanî ji xatirxwestinan min ti carî heznekeriye.
Bi xweşikatî min ji te jî xatir nexwest.
Lewma hest û fikrên min nivî man.
Di her dema vala de, dema xwe bi tiştekî mijûl nakim tu tê hişê min û xeyala te dibe mêvana min.
Ez çi bikim dê dîsa bibe êvar û roj dê dîsa biçe ava.
Di şikefta dilê xwe de ez û hestên xwe; di şikfta mejîyê xwe de ez û fikrên xwe dê rûbirû bimînin.
Ji te çiqasî birevim jî di encamê de tu yê dîsa werî hişê min.










