Nivîskara Kurd Yildiz Çakar li Munîhê beşdarî çalakiya “Wir… Weiter” bû

NÛPEL – Nivîskar û helbestvana kurd Yildiz Çakar, di çarçoveya çalakiya wêjeyî ya bi navê “Wir… Weiter” (Em… Berdewam) de ku li bajarê Munîhê yê Almanyayê hat lidarxistin, berhemên xwe yên wêjeyî pêşkêş kirin.

Çalakî ji bo danasîn û xwendina berhema şanoyê ya taybet a bi navê “Nicht erinnern können” (Nebîrhatin) hat organîzekirin. Pirtûka “Nebîrhatin” ku par di meha mijdarê de di çarçoveya projeya “Female Exile” a Magdalena Münchenê de wekî pirtûkeke hunerî hatibû çapkirin, di bernameyê de bû rojeva sereke.

Pirtûkeke hunerî ya sînordar

Çapa taybet a pirtûka “Nebîrhatin” bi piştgiriya Mala Wêjeyê ya Munîhê û bi destê hunermend Raquel Ro bi şêwaza lîtoprafiyê (çapa li ser kevir) hatiye amadekirin. Di vê berhema hunerî de nivîs û sêwirandin hemû wekî beşek ji hunereke dîtbarî hatine sêwirandin.

Xwendin û gotûbêjên li ser hafize û sirgûnê

Di bernameya ku moderatoriya wê Christina Madenach kir de, Yildiz Çakar beşên ji pirtûkê bi kurdî xwendin. Di heman demê de hevkarên projeyê Sara Gómez, Tobias Roth û Raquel Ro bi xwendinên xwe, û Azad Yusuf Bingol jî bi wergera xwe beşdarî bernameyê bûn.

Her wiha di bernameyê de pirtûka duzimanî ya Çakar a bi navê “Mohra Reş / Dunkles Siegel” jî hat xwendin. Ev xwendin bi dengê Yildiz Çakar û Tobias Roth pêk hat.

 

 

Van jî bibîne

 

Şahiya “1mîn Hevdîtinên Peyasê” Hat Paşxistin
Cabo Verde ji Uruguayê re bû asteng, Misirê avantajê bi dest xist 

Nûçeyên Sereke