NÛPEL – Nivîskar Gulistan Kanîreş, ji Nûpel TV’yê re behsa rêhevala xwe Evîn Goyî (Emîne Kara) kir, ku di duyemîn Komkujiya Parîsê de hatibû qetilkirin:
Rojekê ez li malê bûm; hevaleke me li min geriya û got: “Gulistan, heger karê te tune be were saziyê, hinek karên me hene.” Berêvarî bû. Saziya me ya li dijî Tundiya li Ser Jinê heye, ez rabûm û çûm wê derê.
Em li baxçeyê saziyê rûniştibûn; min dît ku du jin ji avahiyê derketin û hatin. Yek jê destê xwe dabû kêleka xwe; diyar bû ku pirsgirêkeke wê ya tenduristiyê heye. Serê pêşî min got qey jineke ji civakê ye, rastî tundiyê hatiye û xwe spartiye saziya me. Paşê ez rabûm, min silav da wan û got: “Ez Gulistan.” Wê, wekî ku bi salan be min dinase, silav da min û ez hembêz kirim. Nexwe hevalan berê behsa min jê re kiribû, lê haya min jê tunebû. Hevala ku pê re bû, heval Dîcle bû. Min ji hevaleke li kêleka xwe pirsî: “Ev kî ye?” Wê got: “Qey te wêneyê wê jî nedîtiye ku tu wê nas nakî?” Min got: “Na wele, heger min dîtibe jî min nas nekiriye.” Got: “Ev hevaleke şoreşger e. Bi salan e (32 sal) li çiyayên Kurdistanê şer kiriye; li Rojava, li Reqayê di şerê li dijî DAÎŞê de li eniya pêş cih girtiye, birîndar bûye û hevalan ew şandiye vir. Ew ê êdî li vir bimîne.”
Ez dîsa çûm min xêrhatina wê kir û wê ez hembêz kirim. Wê demê cewhereke cuda ya Evînê hebû, germahiya dilê wê mirov ber bi xwe ve dikişand. Di saziya me de gelek jin hebûn; çend jinên ku rastî tundiyê hatibûn jî hebûn û gelek kes dihatin û diçûn. Dema Evîn neçûya meşê, herkesî digot: “Evîn li ku ye?” Taybetmendiyeke wê ya wisa hebû ku her dem rûken bû; ev rûkeniya wê dibû enerjiyek û li derdora wê belav dibû.
Hêdî hêdî têkiliya navbera me germtir bû; bi taybetî têkiliyên min û wê zêdetir bûn. Nikaribû zêde bimeşiyana. Me ew ji bo tedawiyê bir nexweşxaneyê û emeliyat kir. Me ew bir avjeniyê û êdî ber bi başbûnê ve çû. Hê tam baş nebibû ku pêla pandemiyê hat û em hemû ketin malan. Ez diçûm û dihatim, min maske dida ser devê xwe. Min jê re digot: “Rabe em herin hinekî li çiyan bigerin û hewaya paqij bigirin.” Wê digot: “Dê polîs bêjin ev kî ye?” Min digot: “Ez ê bêjim jineke rastî tundiyê hatiye û ez pê re eleqedar dibim.”
Di pêvajoya pandemiyê de, her çiqas qedexe hebûn jî min Evîn bi tenê nehişt. Rojekê polîsan di rê de pêşiya me girt; tam di wê pêla giran a Covîdê de bû. Min got: “Ez di rêveberiya saziya tundiya li ser jinan de me, ev jin jî xwe spartiye me û ez pê re eleqedar dibim.” Dem bi dem sistbûn di qedexeyan de çêdibû; di wê pêvajoyê de em tevî Evînê diçûn li çiyan digeriyan. Cihê ku em lê bûn, çiyayekî lê hebû ku ji bo gerê pir guncav bû. Hinekî xwezaya wê derê dişibiya Kurdistanê; em diçûn li wir û bêhna Evînê derdihat.

Paşê hinekî baş bû û got: “Ez ê herim Parîsa Fransayê.” Helbet di wê pêvajoyê de gelek bîranînên me bi hev re çêbûn; roj û saet têrê nakin ku ez wan binivîsim an jî bêjim. Evîn; dayikek bû, hevalek, xwişk, bira, xal, kal, pîr û met bû… Her tişt bû. Di malbatê de çi têkiliyên xurt hebin, Evînê hemû di nav xwe de dihewandin. Hemû taybetmendiyên ku min dixwestin, di kesayetiya Evînê de mewcûd bûn. Dema min ew didît, tu derd û xemên min nediman. Dema ez ber bi Evînê ve diçûm, ew westandin û giraniya li ser laşê min radibû.
Piştre Evîn çû Parîsê û demekê li wir ma. Min hewl da ez jî herim Parîsê serdana wê, lê helbet rewş hê tam ne guncav bû. Dema ew çû, em pir pê êşiyan. Dibe ku ew bi vê yekê nizanibû, lê her dem digot: “Ez fêrî we bûme.” Çiqas min telefonî wê dikir, digot: “Tû yê kengî werî Parîsê?” Ha vê hefteyê, ha wê hefteyê, her carê karê min derdiket. Welhasîl salek qediya; her roj nebe jî ji du rojan carekê me bi vîdyoyî li ser telefonê bi hev re diaxivî.
Herî dawî, serdema şehadeta wê ez pir û pir xemgîn kirim. Min ewqas xwest ez herim wê bibînim, lê nebû qismet. Herî dawî ez û hevalekî me biryar da ku em jê re surprîzekê bikin û herin serdana wê.
Di 20’ê meha Kanûnê ya 2022’an de ez ji derve hatim malê, min dît ku telefona min lê da. Min rakir, Evîn bû; got: “Heval Gulistan, tu hatî Parîsê, çima haya min jê tune?” Min got: “Hê em nehatine, heger hevalekî me bihata min ê hin tiştên pêwist ji te re bişandana.” Herî dawî got: “Here saziyê, ew gihayê hişk ê xwezayî ku heye, ji min re bîne.” Ez çûm saziyê, min giha da hev û çenteyê wê amade kir; roja 21’ê mehê bû.
Em ê di 24’ê mehê de biçûna Parîsê. Di 24’ê mehê de cejna Paskalyayê heye ku heta serê salê didome; Xiristiyan dikevin betlaneya cejna Noelê. Me tevahiya amadekariyên xwe kiribûn ku em di 24’ê mehê de herin Parîsê.
Şeva 23’ê mehê min xewnek dît. Di xewna xwe de min dît ku ez li welatekî xerîb im; tu kesê naskirî tune ye û ez gelek ditirsim. Ez dibêjim ‘ez ê li vir çi bikim?’, min dît jineke bi cil û bergên gerîla û bi rextê xwe ve ber bi min ve tê. Min hewl da ber bi wê ve herim, lê min dikir û nedikir min nikaribû xwe bigihînimê. Ez çiqas diçûm, ew ji min dûr diket; ez çiqas nêzîk dibûm, ew wisa dûr diket. Carekê min dît wekî birûskê lê bide, hema ji ber çavan winda bû. Ez di xewê de diqîrim, lê nikarim dengê xwe bidim bihîstin; bi vî awayî ez şiyar bûm. Dema ez hatim ser xwe, min dît ku ez diricifim. Min di dilê xwe de got: “Tiştek dibe!” Lê Evîn qet ne di xeyala min de bû. Ez rabûm, paşê min dîsa got ez hinekî rakevim. Dema ez rabûm min dît ku tu hal di min de nemaye, ez nexweş ketibûm. Roja 23’ê mehê bû…
Ez ji nexweşxaneyê hatim malê û min got ez hinekî li nûçeyan temaşe bikim. Min dît nûçeya lezgîn dibêje: “Li ber Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya ya Parîsê êrîşeke çekdarî çêbûye û sê kesan jiyana xwe ji dest daye.” Evîn qet di xeyala min de nebû, min got qey bûyereke ji rêzê ye. Agahiyeke zelal di ajansan de tunebû. Min li ANF’ê mêze kir, li wir jî tiştekî zelal tunebû. Paşê dîsa min mêze kir, ANF’ê nûçe sererast kiribû û digot: “Yên ku hatine qetilkirin Kurd in.” Çawa min dît ku dibêje Kurd in, dilê min lerizî. Hema min telefona xwe rakir û ez li Evînê geriyam; telefonê lê xist, lê bersiv neda…
Ez rabûm li hevalên ANF’ê geriyam; wan jî got: “Erê rast e, Kurd in lê hê nasnameya wan ne diyar e, tenê gotine jinek û du mêr in.” Ez sê-çar caran dîsa geriyam, na, bersiv tunebû…
Ez li kî geriyam, kesî nedizanî. Erd û ezman li min teng bûbû. Ez nexweş bûm jî ez rabûm û çûm. Çawa ez gihîştim ber deriyê saziyê, hevalekî me yê Alman heye ku Kurdî pir baş diaxive; min dît ku bi telefonê diaxive. Dema ez dîtim, got: “Heval Evîn e…” Êdî ez li cihê xwe matmayî mam, ez wisa pê hesiyam.
Helbet ew êşa ku min hîs kir, gotin pênase nakin. Di aliyê biyolojîk de dayik, xwişk, bav û birayên mirov çawa bi qîmet in; lê rêhevaltî tiştekî dîtir e. Tiştên ku tu ji rêhevaltiyê digirî, ew tiştên derasayî ne; pîvana qîmeta rêhevaltiyê tune ye. Yanê rêhevaltî ji biyolojiya malbatê wêdetir e.
Em çûm Komeleya Bonnê, bi hezaran însan kom bûbûn. Ew komkujiya Parîsê ya ku tê de heval Rojbîn, Sara û Leyla hatibûn qetilkirin, ew hêrsa ji wê demê mayî, bi vê bûyerê re gihîştibû asta herî jor. Her ferdekî Kurd, heger gotin li cih be, dîn û har bûbû. Dema em ketin ser rê, çavên wan dayikên temendirêj, zarok, kal û pîran mîna ku xwîn jê bipijiqe bûn.
Dema em gihîştin Parîsê, ber Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya, nîvê şevê bû. Dema em gihîştin wê derê, min dît ku li cihê şehîdbûna wan find vêxistine. Dema min ev dît, ez ji ser hişê xwe çûm. Min di pirtûka xwe ya bi navê “Evîna Dilan” de behsa vê kiriye. Êşa herî zêde, ew qêrîn û hewara ku xizmên hunermend Mîr Perwer dikirin, dilê min parçe kir. Helbet Apê Abdulrahman Kizil jî yek ji wan bû, mirovekî ji Erziromê bû.
Hedef Evîn bû; demeke dirêj bû ku dihat şopandin. Bi vê êrîşa namerdane re heval Mîr û Apê Abdulrahman jî pê re hatin qetilkirin. Ji bo salvegera komkujiya yekem a Parîsê, Evîn dixwaze here komeleyê da ku organîzasyona mîtîngê bike; tam digihîje ber deriyê komeleyê, li wir kujerê namerd êrîşa çekdarî dike û Evîn şehîd dikeve.
Min gelek helbest li ser Evînê nivîsandine, min pirtûk ji bo wê nivîsand, lê hê jî ez nikarim wê rave bikim. Ji ber ku ew êş nayê pênasekirin. Piştî ku 21 rojan di morgê de ma, me ew şand Mexmûrê; li Binarê Qendîlê, li wir spart axa pîroz. Cenazeyê Mîr û Apê Abdulrahman me zûtir şand welat, lê yê heval Evîn ji ber prosedurên burokrasiyê piştî 11 rojan me şandin Mexmûrê.
Roja ku min romana “Evîna Dilan” qedand, tam roja 1071’emîn bû. Min li ser pirtûkê nivîsandiye: “Li Parîsê sê stêrk xuricîn…”
Evîn ne evîna kesekî bi tenê bû, ew Evîna Dilan bû. Ji ber ku dilê herkesî pê germ bû. Yê ku Evîn nas kiriba, bextewar bû. Evîn di rewşên herî neyînî de jî, dema rexneyek an jî şîroveyek bikira, bi rûyê ken dikir. Lewma, dema ez diaxivim û behsa Evînê dikim, ez dikenim. Evîn ken bû; kena herî xweşik bû…










