Bostanê Komîn ê Jinan ê yekemîn li Wêranşarê şîn bû

NÛPEL – Bi piştevaniya Şaredariya Wêranşarê, li bostanê ku ji aliyê 25 jinan ve hatiye avakirin, 8 cureyên sebzeyan şîn bûn. Jinên ku di bostanî de dixebitin xwestin ku ev cure projeyên han zêdetir bibin.

Li navçeya Wêranşara Rihayê, bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariyê, Bostanê Komîn ê Jinan hat avakirin. Tohumên ewil ên bostanê ku 25 jin tê de cih digirin, şîn bûn. Di bostanê 5 hezar metrekare de, di serî de şelengo (berhema taybet a navçeyê), her wiha firengî, bacik (îsot), bacan, kundir, fistiqên erdê û zebeş hatin çandin.

Jinên ku di avakirina bostanî de cih girtine, derbarê xebatên xwe de axivîn.

Medîne Arda ya ku wekî sosyolog di şaredariyê de dixebite, derbarê bostanan de agahî da û diyar kir ku wan di gava ewil de Taxa Şirnexê wekî qadeke pîlot hilbijartiye. Medîne Arda bal kişand ku jinan eleqeyeke mezin nîşanî fikra bostanî dane û got ku ji bo binesaziya teknîkî wan ji Komîsyona Çandinî ya şaredariyê piştevani girtine.

RUHÊ HEVGIRTINÊ

Medîne Arda destnîşan kir ku 8 cureyên berheman di bostanî de hatine çandin û got ku tohumên her berhemê ji aliyê jinan ve hatine anîn û ev tohum, tohumên herêmî ne. Medîne Arda anî ziman ku projeya bostanê bi 22 jinan dest pê kiriye, lê piştî ku jinên din xebata jinan li zeviyê dîtine, ew jî beşdar bûne û hejmar derketiye 25’an. Medîne Arda diyar kir ku bi projeya bostanî re jinan qadeke nû ya hevgirtin û hevkariyê afirandine û wiha got: “Jin di heman demê de dema hewcedariyên xwe pêk tînin, ji alîkarî, hevgirtin û bi hev re bûnê kêfxweş dibin. Ev derfetê dide jinên kurd ku li şûna li Deryaya Reş keda xwe bide, li axa xwe bixebite û hewcedariyên xwe peyda bike. Ev xebat ji bo me xebateke pîlot e. Ger ev xebat serkeftî be, em ê ji bo sebzeyên zivistanê jî heman tiştî bikin. Di heman demê de em ê vê yekê li taxên din û qadên gundewarî yên navçeyê jî belav bikin.”

Medîne Arda anî ziman ku tohumên ewil ên wan bi axê re civandine şîn bûne û hinek ji wan dest bi berhemdayînê kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema berhemên me gihîştin, em ê firotinê nekin. Dema berhem hatin dirûn, hevalên ku beşdarî vê xebatê bûne, li gorî hewcedariya mala xwe dê ji vir berheman bibin.”

‘MIN JI MALÊ DITIBÛ, PAŞÊ EZ TEVLÎ BÛM’

Gûlizar Atilgan (44) a ku di rojên ewil ên projeyê de cih girtiye, got: “Mala min li kêleka vê bostanê ye. Min dît ku jin li vir di nav xebatekê de ne. Paşê rojekê hatin ku ji min cemedê bixwazin. Min jî pirsî ka li vir çi dikin. Wan jî behsa vê xebata şaredariyê kir. Dema hîn bûm ku her kes dikare beşdar bibe, ez jî hatim. Dema ez li vir dest bi xebatê kirim, gelekî kêfxweş bûm. Gava em bi jinan re dixebitin, em stresek xwe davêjin. Moralê me baş dibe. Em bi hev re stranên dibêjin. Em çîrokan vedibêjin.”

‘ZEVÎ VALA BÛ, NIHA EM TÊ DE DICHÎNIN’

Ferîde Variş (58) a ku tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê diçe bostanê, got: “Dema şaredariya me ji bo jinan xebatek wiha kir, ez jî zû hatim beşdar bûm. Min tohumên ata (bav û kalan) ên ku bi salan li mala xwe vedişartin hildan û hatim. Zevî ya şaredariyê ye, lê bostan ya me jinan e. Em ji xwe re gelek berheman diçînin. Çapa û lênêrîna wê bi hev re dikin. Ev xebat gelekî baş bû. Her sal ev der vala bû. Tu faydeya wê ji kesî re tunebû. Lê niha hem ji me hem jî ji mirovên din re dibe alîkar.”

Ayşe Erdemci (37) a ku xebatkara Şaredariya Wêranşarê ye û li taxa ku projeya bostanê tê de hatiye kirin rûdine, anî ziman ku xebatê bersiv ditiye. Wê got ku ji ber ku hemû jinên taxê dê ji bostanê sûdê werbigirin, ew bi roj di dema mesaiyê de li şaredariyê dixebite, piştî ku mesai diqede tê bostanê û dixebite.

‘PÊWÎST E EV XEBAT BÊ BELAVKIRIN’

Ayşe Erdemci bal kişand ku jin ji bostanê razî ne û wiha berdewam kir: “Pêwîst e ev xebat zêdetir bibin. Mirovên me feqîr in. Ger projeyên wiha zêde bibin, kes naçe cihekî din. Dema ev bostanl me berhem da, jin dê hewcedariyên mala xwe ji vir peyda bikin. Dê ji bo zivistanê hişkkiriyên xwe çêkin. Ev xebat ji bo taxa me gelekî sûdewar bû.”

Çavkanî: MA / Omer Akin

Van jî bibîne

 

Bertekên FEDA û DAKB’ê li dijî êrîşa li ser goristana Elewiyan a li Kielê: Hedefa wan aşitiya civakî ye
Di rapora otopsiya Rojwelat Kizmaz de: DNA’yê mêran hat tespîtkirin

Nûçeyên Sereke