Mîkaîl Aslan: Ger ziman winda bibe, her tişt winda dibe

Hevpeyvîn

AMED (Nûpel)- Hunermend Mîkaîl Aslan ê ku duh û zimanê Dersîmê bi klam û saza xwe dikişîne îro, pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand û û diyar kir ku muzîk ji bo Kurdên ku zimanê wan ê zikmakî tune tê hesibandin şêwazekî hebûnê ye û got: “Muzîk di heman demê de îspata hebûna me ye û qada me ya herî zindî ya hebûnê ye.”

Li Dersîmê klam dadikevin kûrahiya çiyan; destê xwe didin terteleya 1938’an, helwesta serbilind a Sey Rîza û qîrîna jinên ku xwe ji zûrayan avêtine. Klam li Dersîmê dengê yên ku li dijî qirkirinê mîna şitlekê ji nû ve hebûnê hildibijêrin, dengê dewrêşên ku ji bo miftê windatî yê çiyan bibînin dimeşin û dengê azadîxwazên ku her biharê evîndarê pişkivîna darberûyan e hildigirin.

Yek ji wan navên ku klamên ku cewherê Dersîmê ne, mîna Mûzirî dikişîne îro û pêşerojê Mîkaîl Aslan e. Mîkaîl Aslan ne tenê klamên kevn berhev dike, di nava 30 salên jiyana xwe ya hunerî de koleksiyoneke berfireh diafirîne.

Mîkaîl Aslan tenê bi Dersîmê re jî sînordar namîne; ji bo zindîkirina Kirmanckî (Zazakî) li çar aliyên Kurdistanê klaman çêdike, tîne ser piyan û distrê.

Rojnameger Dîcle Muftuoglu û Mujdat Can bi Mîkaîl Aslan re li ser jiyana wî ya hunerî ya ku 30 sal derbas kiriye, têkoşîna wî ya ji bo zimanê zikmakî û li trên klaman axivîn.

We di xebatên xwe yên hunerî de 30 sal li pey xwe hiştin. Di erdnîgariyeke wekî Tirkiye û Kurdistanê de ku di her wateyê de her tim livok e, têkoşîneke hunerî ya ku çaryek sedsalê derbas kiriye çawa derbas bû? Hûn dikarin cihê muzîkê yê di jiyana xwe de hinekî pênase bikin?

Têkilî û girêdana min a bi muzîkê re hinekî taybet e. Gava min dest bi hunerê kir, ji daxwaza “ez ê daxwaz bikim van klaman bigihînim gel” wêdetir, hilberînek li hundurê malê hebû. Yanî dema ku min yekem klamên xwe çêdikirin jî, parvekirina wan bi mirovan re ji min re pir zehmet dihat. Jixwe ev kevneşopiyeke malbata me ye ku li hundurê malê dijiya. Bavê min ê rûmetdar jî bi serê xwe lêdixist û digot. Muzîk ji bo me wekî xwarin û vexwarinê ye. Carinan di demên ku min muzîkê dihêla de, mînak şevê melodiyek tê bîra min û ez ji nişka ve radibim, diçim û wê qeyd dikim. Yanî ez muzîkê bihêlim jî, ew min nahêle. Tiştekî wisa ye. Bi awayekî xwezayî, ez ji bo civakê û girseyan muzîkê nekim jî, her hal ev kar li hundurê mala min tu carî dev ji min bernade. Bê guman, min tu carî nefikirî ku ez muzîkê bihêlim û paşve bikişîm. Min tengasiyeke wisa mezin njiya. Ji ber ku ew tiştek e ku min li hundurê mala xwe, ji bo malbata xwe û zarokên xwe kiriye, heta niha jî ew dev ji min bernetir e û wekî du hevalan em hevdu îdare dikin wisa.

Me di sala 2016’an de bi we re hevpeyvînek kiribû. We li wir gotibû ku we koçberiyeke neçarî jiyaye, hûn ji Dersîmê koçî Qeyseriyê kirine û li wir belkî yek ji wan tiştên ku we li ser piyan girtiye, du kasetên ku we bi xwe re biribûn e. We gotibû: “Em di nava rojê de derdiketin û tiştên din dikirin, êvarê dema ku em dihatin malê û me ew kaset vedikir, em ji nû ve dibûn xwe.” Ji vir, hûn wê girêdana ku we bi muzîkê re ji nû ve ava kiriye, û girêdana ku muzîkê bi erdnîgarî û çanda gelekî re ava kiriye, çawa kurtebêj dikin?

Mirov çanda ku jê re aîd e, wê aîdiyetê di nava wê jiyana xwezayî de gava ku tê de ye pir fêm nake. Ew darberû, ew dîwar çawa li wir e; ew ziman jî, nirxên çandî yên ku hûn xwediyê wan in jî li wir in. Koçberiya ku me jiyaye, piştî derbeya 1980’yî bû. Ez hîn ciwan bûm, di salên 12 saliyê de bûm. Gava em çûn wir, dema ku diya min bi wî şalwarê xwe derket nav Qeyseriyan, her kesî li me dikir. Û bi her tevgera xwe diyar dikirin ku tu cuda yî. Wê çaxê mirov dest bi ramanê dike; çima ez cuda me? Yan jî çima ez cuda hiss dikim? Ev zimanê ku ez pê diaxivim, ev çand çi ye? Ev klam çi ye? Mirov bi awayekî bihişmettir berê xwe dide pey van tiştan. Û tu dest bi pirsiyarkirinê dikî; ev çi ye, ez çi me û hwd. Di wê wateyê de mirov dema ku ji cihekî diçe cihekî din, mîna ku di hin xalan de çavên wî zûtir vedibin. Yanî di mijarên aîdiyet, çand û nasnameyê de mirov hinekî cuda dest bi fikirînê dike. Û ev dibe hişmendiyek. Ger helbet tu wêrek bî, di vê xalê de tu bêtir mesaiyê didî vê mijarê, bêtir li ser dihizirî. Li ba min jî bû sedemek wisa. Yanî bûyera koçberiyê li ba min bû sedem ku ez hin tiştan zû pirsiyar bikim. Ez kî me, ji ku derê têm, ev zimanê ku ez pê diaxivim çi ye, ev Elewîtî çi ye, ev cudahî çi ye? Min di van cure mijaran de bêtir dest bi fikirînê kir. Û ji ber ku di destê me de jî tiştekî din tune bû… Ziyaretên me ji destê me hatibûn girtin. Li wê erdnîgariya ku em tê de dijîn êdî sîberek li ser me heye. Em azad nînin. Bi vê şêwazê tiştê herî dawî yê ku di destê me de maye, işte ew du kaset in, ew du klam in. Yanî hûn hemû aîdiyeta xwe, hebûna xwe li ser vê muzîkê ava dikin. Bi rastî jî dema ku em niha dinêrin, di rastiyê de niha gelek qadên ku em dikarin hebûna xwe tê de bidomînin ji destê me hatine girtin. Tiştê ku ji me re maye niha bi rastî tenê muzîk e. Yanî dema ku em bi wê çandê re dest bi hebûnê dikin, em wê hebûna xwe ji nû ve bi bîr tînin, tînin bîra xwe. Muzîk di heman demê de bi rastî îspata hebûna me ye, delîlê wê ye û qada me ya herî zindî ya hebûnê ye.

Baş e, di vê pêvajoya 80’yî de hûn wekî malbat rastî tiştekî taybet hatin yan hûn ji ber rewşa zextê ya giştî ya li ser Dersîmê koç kirin?

Piştî derbeya 1980’yî nekarîn hin gundan di bin kontrolê de bigirin. Yanî wir dibû qada jiyanê ya yên li çiyê. Ji ber ku nekarîn kontrol bikin, dewletê jî işte piştî salên 80’yî got “Em çi bikin, çi nekin? Em wan gundan vala bikin” û hwd… Helbet wê çaxê di malbata me de jî kesên ku bi siyasetê re mijûl dibûn, di nava siyasetê de bûn hebûn. Ew bûyer wekî hincet nîşan dan û em neçarî koçberiya bi darê zorê kirin. Heqaret li birayê min hat kirin, li hundurê malê îşkence lê hat kirin. Me bûyerên wisa bi êş jî jiyan.

Dema ku mirov dibêje Dersîm, aliyekî wê her tim bi koçberî û sirgûnê re jî tê bîranîn. Metelok e ku ev rewş di jiyana we de, di muzîka we de xwedî bandorek cuda ye…

Erê, trawmayek heye. Hinekan belkî dikarin bi vê trawmayê, bi vê qirkirinê re rûbirû bibin. Rûbirûbûn jî bi tenê têrê nake. Mînak ez hin ji wan mirovên ku wê trawmayê dijîn dibînim. Ew rewşên pir depresîftir dijîn. Hinek ji wan jî rêyeke derketinê dibînin. Ev dikare di jiyana kar de be, dikare huner be. Yên ku li wir rêyeke derketinê dibînin, dikarin bibin sedema dermanekî yan jî şifayekê. Ez jî işte di qada muzîkê de belkî min ji bo meseleya xwe ya taybet şifayek, teselliyek dît, ez dikarim wisa bibêjim. Û piraniya mirovan jî riya hêsantir hildibijêrin. Mînak, xwe li nedîtinê datînin. Mîna ku ew hemû bûyerên bi êş ên ku hatine kirin bi xwe re nehatibin kirin, guhê xwe li ser diqepînin. Di rastiyê de, ji bo jiyînê hinekî revîna ber bi hêsaniyê ve ye. Bi vê şêwazê mirovên me yên ku dijîn pir in. Tu nikarî wan sûçdar bikî. Ez rastî yên wisa jî pir têm. Lê rastiylek heye ku divê ez bibêjim; divê em di cihekî jiyana xwe de bi wê re rûbirû bibin. Ez difikirim ku revînek ji wê tune ye.

Ma em dikarin bibêjin ku we ev rûbirûbûn bi klam û stranan pêk anî?

Erê, diviyabû min bi rengekî bi vê re serî derxistana. Muzîka ku ez dikim feydeya wê ji min re, ji malbata min re û ji derdora min re heye. Lê gelo feydeya wê ji hemû guhdaran re heye, ez wê nizanim. Min ji bo wan hemûyan şifayek nedît, lê ji min re baş hat. Ez xwe baş hîs dikim.

Mîkaîl Aslan tam mîna Mûzirî bi şêwazekî diherike, lê dema ku diherike ne tenê çemê bi serê xwe, çemên cuda jî hildigire ser sehneya xwe. Hûn sehneyê tam mîna dîwana dengbêjan jî bi kar tînin û hûn li wir hunermendên cuda jî hantir dikin. Avakirina dîwaneke wisa kolektîf çawa ye?

Muzîk dema ku mirov parve dike pir xweş dibe. Ew amûreke parvekirinê ye. Mîna sohbetê ye yanî. Min li ser sehneyê her tim hez kir ku ez wê wisa parve bikim. Dema ku muhabet tê kirin, li wî cihê ku gotin diqede êdî muzîk dest pê dike. Li wir jî ne tenê kesek lêdixe yanî. Yên ku lêdixin hene, yên ku distrên hene, ne wisa? We dîwana dengbêjan pir xweş pênase kir. Ez tê bîra min gava zarok bûm – bi taybetî piştî dawetan – êdî dawet diqediya. Piştî saet 11.00-12.00’ê şevê mirov dikişiyan ji bo razanê. Komeke wisa piçûk a muhabetê heta sibehê berdewam dikir. Di bin sîbata zurneyan û klarnetan de işte şîn, klam dihatin gotin. Mînak gava zarok bûm, min digot, “Xwezî zûtir dawet biqediya û derbasî wî çaxê cemaatê biba.” Pir xweş dibû. Ji ber ku taybet bû, wisa her kes tevlî dibû û di nava civakê de mînak mirovên ku tu carî nedihatin naskirin hebûn. Wê êvarê min wan cuda hîs dikir. Wan li pêşberî civakê nedixwend, lê li wir ji nişka ve wisa tevlî dibûn, digotin. Pir bi bandor bû. Ez jî dema ku muzîkê dikim ji parvekirinê hez dikim. Mînak hinek dipirsin, “Ya çima te bi vî kesî re kir, te çima bi wî kesî re nekir?” Ez dibêjim, ez dema ku bi kesekî re rûdinêm û klamekê dibêjim, ez ji hemû jiyana wî berpirsiyar nînim ku. Di wî çaxî de ger min ew klama ku dibêje hîs kiribe, ez li kêleka wî rûdinêm û dibêjim. Ew çi hunermendekî herêmî be, çi sînatkarê me yê li gund be, hunermendê me yê amator be, çi hunermendê herî baş ê cîhanê be, muzîsyenekî ku li cîhanê tê naskirin be. Ez di navbera wan de tercîheke wisa hîs nakim. Mînak carinan di hawirdora înternetê de jî hinek ji min re dişînin. Dibêjin “Mamoste Mîkaîl em bi hev re klamekê bibêjin, tiştekî bibêjim.” Ez dibêjim helbet em dikarin bibêjin. Ger bi rastî ew klama ku şandiye yan jî klama ku dixwaze parve bike ger ez ji dilê xwe hîs bikim, ez li kêleka wî rûdinêm. Ez wê dibêjim. Tu girîngiya wê tune ye. Yanî ya girîng hîskirina wê ye.

Ev rewş di rastiyê de ji aliyekî ve jî hunerê mezin nake? Yanî afirandina tiştên kolektîf, ew tiştekî li wî hunerî zêde dike, ne wisa?

Bê guman, mînak huner di serî de di ser her tiştî re ye; di ser siyasetê re ye, di ser dînên ku mirov tîne cem hev re ye. Ji ber ku mirov-navendî ye. Tu dema ku wê klamê bi wî re dixwînî, ew kes heta wî çaxî temam kîjan klam gotiye, çi tiştekî din kiriye, ji wêdetir li wir di wî çaxî de yekbûnek, hestek hevpar ava dibe. Bi awayekî xwezayî, ev tiştek di ser tercîha wî ya polîtîk re ye jî. Yanî ew klam me di ser wê re di cihekî de tîne cem hev. Ya bingehîn ew çax e. Wekî din tercîha wî ya polîtîk, fikarên wî yên din ên têkildarî hunerê yan jî kariyerîzma wî, her cûre meylên wî hene. Hûn di ser wan meylan re, di ser wan hesaban re li wir digihîjin hev. Ew tiştekî pir xweş e. Ji ber ku di wî çaxî de tenê klam fêm heye û hûn li wir xizmeta komekê dikin.

Tam dema ku we behsa van klaman kir, we û hin navên li Dersîmê; klamên ku ber bi windabûnê ve diçûn jî ji nû ve anîn ser zimên. We wan bi nifşên nû re gihand hev. Di heman demê de we klamên xwe yên xwerû jî afirandin. Gihandina wan klaman ji nû ve, ji bo zindîkirina zimanê we yê zikmakî girîngiya wê çi ye?

Yekem klamên xwe dema ku min dest bi nivîsandinê kir, min bi zimanê xwe yê zikmakî dinivîsand. Ji ber ku tiştê ku min hîs dikir, tiştê ku ji dilê min dihat ew bû. Ew zimanê zarokatiya min e ya. Dema ku ez hatim salên lîseyê, hin hevalan ji min re got, “Ya Mîkaîl tu van stranên xwe di rastiyê de bi Tirkî bibêjî, tu li Tirkî wergerînî, dê mirovên bêtir guhdarî bikin.” Ew jî piranî mirovên polîtîk bûn. Û di rastiyê de wan bi serê xwe dixwestin tiştekî baş ji min re bikin. Min jî hewl da ku ez wan yek û du klamên xwe bi Tirkî binivîsim, min wergerand Tirkî. Lê min nêrî ku tiştek direve. Êdî nabe yê min yanî. Di navbera min û wî de mesafeyek dikeve. Min yek kir, du kir. Min nêrî ku pir xweş nabe. Min nekarî qebûl bikim. Aliyekî vê yê polîtîk û îdeolojîk jî tune bû. Tenê ji dilê min wisa dihat û wisa xweş bû. Dema ku min dest bi guhertina wî kir, min dinêrî ku ji min derdikeve, dibe tiştekî din û min êdî nekarî xwedî lê derkevim.

Ji ber wê jî min got, ev tiştekî aîdî min e, ez wisa hîs dikim û divê ev wisa be. Yanî tu têkiliya vê bi motîvasyoneke polîtîk re tune ye. Paşê helbet di salên zanîngehê de dema ku ez gihştim hişmendiya nasname û çandê, min fêm kir ku ew refleksa ku ji dilê min dihat tiştekî pir mirovî û pir rast e. Û ez wekî kesekî ku dilsozê dengê xwe yê hundurîn e, min difikirî ku min tiştekî pir rast kiriye.

Ji ber ku min li piraniya mirovên ku polîtîze bûne dinêrî; di navbera wan û zimanê wan, çanda wan de mesafeyek diket. Û ev bûyera muzîkkirina bi zimanê zikmakî bi tevahî tiştekî ji hîssiyatê tê ye. Helbet paşê bi ramana polîtîk re, min bi têkoşîna polîtîk fêm kir ku divê mirov xwedî li zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe derkeve.

Derketina hin mirovên ji derdora te û gotina “Tu tiştekî rast dikî Mîkaîl, wisa berdewam bike” tiştekî cuda ye. Ji ber ku ev ji bo te piştgiriyek e. Gava min mirovên ku digotin, “Li dijî asîmîlasyonê bi zimanê xwe yê zikmakî têkoşînê bike. Li dijî vê zext û mêtingeriyê bi zimanê xwe yê zikmakî hebe. Ev şêwazekî berxwedanê ye. Li dijî çanda mêtingehkar bi zimanê xwe yê zikmakî israr bike” bihîstin, min got, “Oh çi xweş e, mirovên mîna min jî di vê cîhanê de hene.” Wan bi refleksên xwe yên polîtîk ev digotin. Pir rast. Û min ji dilê xwe ev hîs dikir. Piştî vê yekê min tiştê ku ji dilê min dihat û têkoşîna polîtîk di cihekî de gihand hev û bi şêwazekî bihêztir xwedî li vê xebatê derketim. bi şanazî û israreke bêtir min hewl da ku vê aliyê xwe biparêzim. Yanî ez dikarim bibêjim ku ji yekbûna her duyan ev derket holê.

Bê guman bandora hunerê ya li ser zimanê zikmakî pir mezin e. Bi kêmanî ji bo gelekî mîna Kurdan ku hebûna wan nehatiye hesibandin, welatê wan hatiye dabeşkirin û hatine sirgûnkirin. Tê pirsîn, “Dê statûya Kurdî bibe çi, dê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bibe çi?” Em ji aliyekî ve di aliyê daxwazker de ne, lê em – hunermend, siyasetmedar, civak – ji bo jiyankirina Kurdî dikarin çi bikin?

Erê, hem a hunermend hem a siyasetmedar hem jî ya ronakbîran, rola me hemûyan heye. Tiştên ku em hemû bikin hene. Ji bo hunermendan ez wisa difikirim; mîraseke gel heye. Ew mîna kofiya dewrêşan e. Dengbêjan û ozanan li wir berhem danîne. Û em niha wan tînin ser zimên. Wekî mîraseke vî gelî, ez bi awayekî sembolîk dibêjim; xirqeyeke dewrêşiyê heye. Tûrikek, xirqeyek heye. Lê belê anîna wê ser zimên, veger û anîna wê ya ji nû ve ser zimên têrê nake. Çima têrê nake? Ji ber ku wan di dema xwe de ew gotine, derdê dema xwe vebêj kirine. Tiştê ku divê em hunermend jî îro bikin; derxistina berhem û rûmetên nû ye. Yanî ger Mîkaîl Aslan wekî sînatkar 100 klamên nû yên din li wî tûrikî zêde kiribe, wî rola xwe ya dîrokî bi cih aniye. Çima? Ji ber ku muzîk, estetîk, hilweşîn û hestên vê demê bi awayekî xwezayî diguherin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, dema ku hûn nekarin vê demê bigirin, hûn bi awayekî otomatîk ji zarokên xwe û ji civaka xwe ya heyî jî qut dibin. Ji ber ku ew civak çiqasî li paşerojê guhdarî dike, rewşeke din a îro jî heye. Divê sînatkarê wê vê demê jî pênase bike, vebêje. Yanî ger klameke min a nû çênebûba û nifşê nû, nifşê me yê nû li wan guhdarî nekira; wê çaxê ez ê jixwe biketama nava qutbûneke ji wan. Tenê bi gotina yên kevn ji wan re, ez nikarim bi wî ciwanê nû re jî pira têkiliyê ava bikim. Divê sînatkar bi hilberandina berhemên nû,  wî zimanî ya di vê demê de wekî organîzmayeke zindî ji nû ve bidin jiyandin. Da ku nifşê nû ji nû ve vegere ser zimanê xwe yê zikmakî, çand û nasnameya xwe. Ez bi serê xwe ne tenê wan klamên kevn, pirtûkên bi dehan şairên me yên ku bi zimanê me yê zikmakî dinivîsin, kovarên wan digerînim, dilerizînim. Di vê dema me de çend mirovên me helbestên Kirmanckî dinivîsin? Ez wan lêkolîn dikim. Ez hewl didim ku ji wan besteyên nû yên nû çêbikim ku civak şairê xwe nas bike, şairê xwe yê vê demê nas bike, muzîsyenê xwe nas bike. Yan jî dema ku ez li gundan digerim ger kesekî ku klaman pir xweş dibêje hebe, ez klamê wî digirim û tînim ser zimên, nîşan didim. “Binêrin li Pulûrê kesekî wisa heye. Klamên we pir xweş tîne ser zimên. Neçin dûr, li aliyê din nenerin, li zozanê din nenerin. Di zozanê we de kesekî ku vê pir xweş îfade dike heye” bileyizîn û em xwedî lê derkevin.

Yanî tiştê ku ez dixwazim bibêjim dema ku em di zimanê xwe yê zikmakî de hilberînê dikin, dema ku em klam, romanê dinivîsin, dema ku em li wir siyasetê dikin, helbestê dinivîsin ziman dest pê dike ku hebe. Û ziman serê her tiştî û esasa her tiştî ye. Ger ziman winda bibe her tişt winda dibe. Ji ber ku em dibêjin “Xizir”, em dibêjin “Duzgin Bava”, em dibêjin “Dewrêş”, em dibêjin “Muzir Bava”. Ev hîmanên bingehîn in ku di zimanê zikmakî de hene. Dema ku tu wê werdigerînî nabe ku. Ji ber ku di zimanê din de jixwe beramberiya wê tune ye. Ji bo wê ziman esas e. Bi dîtina min işte divê siyasetmedarê me jî xwedî lê derkeve. Divê siyasetmedarê me jî êdî yanî wî zimanî bi kar bîne.

We hinekî berê got, “Dê çawa hebe?” Siyasetmedarê me dema ku dadikeve bazarê, dema ku dadikeve çarşiyê, dema ku dikeve nav gel divê bi wî zimanî biaxive. Hani mînak dibêje, “Em diçin Dersîmê, em diçin kirînê, kes naaxive” dibêje. Ez ji siyasetmedar re dibêjim, “Ev karê te ye ku. Tu mînak dema ku te zebeş kirî, li wî dukanî dukanar bi kîjan zimanî diaxive bila biaxive. Tu bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive birayê min.” Divê siyasetmedar rola xwe bilîze. Li Dersîmê her kes bi min re bi zimanê me yê zikmakî diaxive; “Mîkaîl abî ti xeyr amey” (Mîkaîl abî tu bi xêr hatî). Garson wisa ye, li çarşiyê her kes wisa dibêje. Rojekê ez bi hevalekî xwe re ji Amedê çûm Dersîmê. Got: “Ya ez bi dehan caran çûm Dersîmê. Min li vir tu carî Kurmanckî nebihîst, ev roj û du roj in ez li pey te me min kesekî ku bi Tirkî diaxive nebihîst. Ev çawa dibe?” Got. “Ji ber ku ev civak dizane ku ez ji vî zimanî hez dikim. Ew rasterast bi vî zimanî bi min re diaxivin. Yanî tiştê ku ez dixwazim bibêjim ger hûn wê di xwe de biguherînin, aliyê din jî dê jixwe dest bi guhertinê bike. Her tişt di me de diqede, esas em in. Divê em wisa xwedî lê derkevin.

Li Dersîmê mînak ev veguhestina ziman çawa gihîşt vê xalê? Em dibêjin zimanê dayikê, zimanê dayê. Zimanekî ku dayik pê diaxive. Dayik li kêlekê ye. Şansê zarok heye ku dema bixwaze wê paşve bîne yanî. Ji ber ku li kêleka te hîn dayikeke zindî heye, Dayê ev çawa ye? Hûn mînak çawa dibînin?

Lê belê dema ku dibe zimanê pîrikê, pîrikê lingekî wê di vê cîhanê de ye û lingê wê yê din li aliyê din e, ne wisa? Destê wê bigire. Wisa tu destê hin kal û pîran wisa digirî wisa. Destê wê wisa dilerize. Temam? Yanî ger tu berbedî mîna ku ew ê biçe aliyê din, tirseke wisa dide te. Ziman jî wisa ye yanî tu destê wî digirî lê çû û va ye diçe. Ne wisa mîna wê pîrikê? Û pîrik jî piranî li hundurê wê malê di nava jiyana hevpar de nîne. Di odeya paş de, di cihekî de ye yanî. Bêdeng bûye. Yanî tiştê ku ez dixwazim bibêjim, tu dikarî zimanê dayikê her çax di jiyana xwe de bidî hebûn. Tu nikarî zimanê pîrikê bidî hebûn. Heta niha li Dersîmê zimanê dayikê bû. Êdî zimanê pîrikê ye. Lê heman xeterî niha li Amedê jî heye. Binêrin ew qutbûn tê vir jî yanî. Em di hişmendiya vê de nînin. Zimanê Amedê jî êdî ne zimanê dayikê ye. Dest pê dike ku bibe zimanê pîrikê. E zimanê pîrikê dê çawa bibe? Dema ku di nava jiyana rojane de nebe, jiyandina wî pir zehmet e.

Mînak zarokên me dema ku hatin dinyayê, li Almanyayê me ji bilî Kirmanckî tu zimanekî din li malê neaxivî. Hinek diwêre “hûn wisa dikin, hûn neteweperest in” û hwd û hwd digotin mîna her çaxî. Ew zarok ger ji bilî Kirmanckî zimanekî din bizanibûya, dê tavilê ber bi aliyê din ve bişmitiyana yanî. Lê bi vê zimanî têkiliya komûnîkasyonê diparêze ji ber ku şansê din tune ye. Ew bi neçarî yanî wekî organîzmayekê dê hewcedarê wî bimîne, dê hewce bike. Erê, yanî niha mînak em bibêjin ka çiqasî xwedî derdikevin, dernakevin ez wê nizanim lê em wekî dayik û bav me ev da wan. Sibê zarokên min, zarokên min nikarin vê ji min re bibêjin, “bavê min, diya min ev ziman neda min” û min sûçdar bikin. Lê nifşê niha dest bi sûçdarkirinê dike. Ew dayikê sûçdar dike, ew bav sûçdar dike.

Van jî bibîne

 

Komele: Îranê bi 2 mûşekan êrişî baregehên me kir
Li Kirxaliyê Hevdîtinên Peyasê ya 1’emîn dest pê kir

Nûçeyên Sereke