Şahidê Şewata Salên 90’î Girav Rûbar: ‘Armanc Tunekirina Çand, Ziman û Hebûna Fizîkî Bû’

Hevpeyvîn

AMED (Nûpel) – Girav Rûbar, yek ji şahidên polîtîkayên koçberî û şewitandina gundan a salên 1990’î, behsa hovîtî û travmayên wê serdemê ji Nûpel Tv re kir. Rûbar anî ziman ku dewletê bi zanebûn gundan vala dikir da ku civakê ji aliyê çandî, ziman û fîzîkî ve tune bike û gerîla bê lojîstîk bihêle.

Gundê Husênikê Di Nav 3 Rojan De Hat Şewitandin

Girav Rûbar bal kişand ser hovîtiya ku di zarokatiya wî de qewimiye û wiha got: “Salên 90’î pir dijwar derbas bûn. Cenazeyê însanan li ser rêyan û di newalan de dihatin dîtin. Dewletê biryar girtibû ku tevahiya gundan vala bike. Di 14’ê Gulana 1994’an de gundê me Husênik şewitandin. Sê roj beriya şewata giştî, xaniyên malbata me şewitandin; piştî sê rojan jî gund bi tevahî dan ber agir.” Rûbar diyar kir ku dema ew roj dikevin bîra wî, heman travma û hestên giran di canê wî de zindî dibin.

‘Pêşî Gundiyan Em Tewanbar Kirin’

Rûbar destnîşan kir ku piştî şewatê, gundiyan di serî de bertekên tund nîşanî malbata wan dane û ew weke sedema şewitandina gund dîtine. Lê belê, gava fêm kirine ku ev polîtîkayeke giştî ye, nêzîkatiya wan guheriye:

“Piştre ku dîtin ne tenê gundê me, bi hezaran gund hatine şewitandin, helwesta wan a li hemberî me guherî.”

 

Koçberî, Asîmîlasyon û Travmayên Bajaran

Rûbar bal kişand ser polîtîkayên koçberî û asîmîlasyonê û anî ziman ku piştî koçberbûna bajaran, travmayên giran di nav civakê de çêbûne. Rûbar got ku li bajaran tinazên xwe bi gundiyan dikirin û ew biçûk dihatin dîtin. Dewletê zextên xwe li ser bajaran jî berdewam kirine:

“Dewlet dîsa li dû hin malbatan bû. Li ser malbata me zextên pir giran hebûn. Di zarokatiya xwe de em rastî êriş, îşkence, komkujî û talaneke nedîtî hatin. Dixwestin malbatan ji Amedê ber bi metropolên Tirkiyeyê ve bidin koçkirin, da ku di nav çanda Tirkan de wan asîmîle bikin.”

Li Enqereyê Parastina Rûmet, Çand û Ziman

Girav Rûbar di axavtina xwe de diyar kir ku ji ber zext û rûbirûbûna îşkenceyan, ew neçar mane koçî Enqereyê bikin. Rûbar anî ziman ku wan li metropolan jî paşeroj û nasnameya xwe ji bîr nekiriye û got:

“Li Enqereyê em û çend malên ji gundê me hebûn. Li wir, em weke parêzvanên rûmetê li çanda xwe û zimanê xwe xwedî derketin û me dest ji nasnameya xwe berneda.”

Girav Rûbar axavtina xwe wisa domand:

“Kesên ku derbasî metropolên mezin ên Tirkiyeyê bûn, bêtirî kesên ku li Amedê dijiyan ketin nav parastina çand û zimanî. Piştî ku êdî me xwe fêm kir, em ne tenê ketin pey parastina şexsî, fena ku em ketin nav qada çand û ziman jî. Me dest bi xwendina pirtûkan kir, em bi kesên ku bi ziman re eleqedar in re ketin têkiliyê û bi vî awayî em gihîştin roja îro. Ji bo ku ev hafizeya kolektîf a civakî —ku bi salan bi hewldaneke bêhempa hatiye parastin— winda nebe û bimîne, em ketin nav xebatan. Bi vî awayî em gihîştin qonaxeke wisa ku bibin mamosteyên zimanê kurdî. Dewlet her çend di tiştên ku armanc dikir de qismen bi ser ketibe jî, lê hêzeke berxwedêr jî hebû ku vê çandê li ser piyan hişt.

Îro dema em dinêrin, di warê çand û ziman de di nav sazî û dezgehan de bêtir zimanê tirkî serdest e; di qada siyasetê de jî ev tişt li ber çavan e. Divê ji sazî û dezgehan bigire heta qada siyasetê, kesên ku bi kurdî re têkildar nînin, cih negrin. Weke mînak, dema tu li zarokên 7-8 salî dinêrî, zimanê wan li kurdî nagere; ev jî ne tenê ji ber polîtîkayên dewletê ye, sedema vê yekê bişaftina navxweyî ye. Ev oto-asîmîlasyon ji aliyê me bi xwe ve tê kirin. Êdî em xwe bi xwe asîmîle dikin. Dema mirov çavdêriyê dike, ev rastî li ber çavan e.

Wekî dawî ez bang dikim: Bila herkes li xwe varqile û hişê xwe bîne serê xwe. Ev pêla bişaftinê êdî di asta herî jor de, di asta metirsiyê de ye. Divê malbat, sazî, dezgeh û siyaset bi hewldaneke zêde bikevin nav liv û tevgerê û parastina çand û zimanî ji xwe re bikin armanc; heke na, her roja ku derbas bibe, ew ê bibe sedema mirina çand û zimanê me.”

 

 

 

Van jî bibîne

 

Rapirsiya li 16 bajaran: Nêzîkî nîvê Kurdan bawer nakin ku pêvajo baş dimeşe
Mîr Celadet Alî Bedirxan: Şoreşgerê ziman û mîmarê alfabeya Kurdî

Nûçeyên Sereke