Gunay Aslan: Di vî bajêrî de, bi vî çemî re…

Nîvîskar

NÛPEL – Min hema hema nîvê jiyana xwe li vî bajarî, li kêleka vî çemî derbas kir. Di wan rojan de, dema ku min lingê xwe ber bir paşerojeke tijî nediyariyê de diavêt, li vî bajarê ku min wek sirgûniyekî xemgîn û biêş xwe lê spartibûyê, her gava ku derfeta min çêdibû, berê xwe dida peravên vî çemî.

Çi nîvroj bû, çi ro li berava bû, nîvê şevê an jî berbang bû; bêyî ku li hewayê binêrim û bêyî ku li demê bifikirim, ez li ber peravên vî çemî digeriyam. Carinan ji bo revê, carinan ji bo gerê, carinan ji bo çûn û hatinê, carinan ji bo jibîrkirinê, carinan ji bo bîranînê, carinan ji bo axaftin û carinan jî ji bo bêdengiyê.

Min hewl da ku giyana xwe ya bêaram bi bêdengî û şahrezayiya avê rihet bikim.

Di 32 salên borî de, bi rîtma xwe ya ku her tim diguhere; aram e, hêrs e, westiyayî û bêaram e, nayê bîra min ka min çend şev li peravên vî çemî derbas kirine, ku bûye hevalê gerên min ên hundirîn û wekî ku bêjim ev bajar dilê min kiriye du parçe; çend rojan min bi meşê li ser pirên kevirîn û hesinî yên ku her du peravên çem bi hev ve girê didin pêşwazî kirin…

Bîr dibêje: “Çîroka her çemekî heye.” Ev çem hestekê dide min ku ez beşek ji vê çîroka mezin im. Dema ez li vir im, hest dikim ku jiyana min wek çem ber bi heta hetayê ve diherike. Ez di rêwîtiya avê ya ku guh nade tu tiştî de xwe dibînim, hewl didim dengê giyana xwe bibihîzim, fêm bikim bê ka dixwaze çi bêje.

Dibêje “Av mirov ber bi xwe ve dibe”; ev çem min ber bi min ve dibe…

Wisa xuya dike ku bi saya vî bajarî û vî çemî min karibû ku jiyana xwe ya nû biparêzim, li sirgûnê bijîm, tevî her tiştê ku ez tê re derbas bûme jî li ser piyan bimînim, bi kelecan xwe bidim ser karê xwe û berî her tiştî li ber nebûna te li ser lingan bisekinim.

Bawer bike, herduyan jî feydeyek mezin da min…

Wekî ku ev jiyan ji bo min hatiye da ku nîvê wê yê yekem li ber peravên Gola Wanê û nîvê wê yê duyem jî li ber peravên Çemê Renê derbas bikim. Bi rastî ez nafikirim ku şibandinek wiha ji nişka ve be. Di vî warî de ez xwe bi şens dihesibînim. Ji ber ku Gola Wanê mîna awazeke kevnar diheje û Çemê Renê jî barê xema hezarsalan hildigire, mîna ku ji bo valahiya kûr a di hundirê min de tije bikin û temamkirina her tiştê ku di jiyana min de kêm in, hene…

Tu dê fêm bikî, Wan û Koln ji bo nivîsandina çîrokeke watedar di vê jiyana bêwate de, bûne hilbijartineke baş; ji ber vê yekê, ez dixwazim spasiyeke mezin ji Xwedê an jî ji avakar re bikim; kîjan dibe bila bibe.

Ji aliyekî din ve, di vî bajarê ecêb de, bi vî çemê bîr re, di nav 32 salên borî de her tim li benda te mam. Dema ku li benda te bûm, min fahm kir ku bendemayîn ji bo kesê ku li paş maye çiqas zehmet û girîng e. Dema ku li benda te bûm, min fahm kir ku ez ê tu carî fêrî bendewariyê nebim.

Bîr dibêje: “Bi gelemperî dema ku kesek li benda me namîne, em bêtir li benda wan dimînin…”

Û tam wisa bû… Piştî te, ez bêtir li benda te mam..

Şeş salên dawîn ji 26 salên berê bêtir li bendê mayîn, bêtir çav li rê manê, bêtir hesret kişandinê derbas bûn. Her çend 6 sal in êdî kesek nemaye ku li bendê bimînim, her çend tu yê neyê, dîsa jî li vî bajarî, li ber çem, bi hesreteke bêdawî û bi şewat li benda te me.

Lê belê, çi li malê, çi li kar, çi di dema bêhnvedanê, çi di dema fikirînê, çi di dema meşê, çi di dema çûna bajêr li tramvayê siwar dibim, çi di dema gerîna di nav dilê bajêr, çi di dema axaftina bi yekî re, çi di dema xwe bawerkirinê, çi di dema vegera malê bi otobusê, çi di dema xwendina pirtûkekê, çi di dema nivîsandinê, çi di dema temaşekirina fîlmekî, çi di dema vexwarina meyayê û çi di dema guhdarîkirina stranên ku mîna çemekî diherikî de, her tim li benda te bûm.

Di nav defterên kevn de, di nav wêneyên kevn ên ku ji wan êş diweşiyan û xemên ku tu carî kevn nedibûn; di her rêza ku te li wan çiyayan nivîsand, ewqasî dûrî dilê min û dîsa jî ewqas nêzî dilê min bû, û li ser her rûpelek ku ji bo te hatibû nivîsandin, li benda te mam…

Rast e, tişta ku min hêvî dikir pêk nehat, lê min dev jê jî berneda û ez ê bernedim. Ez heta naxwazim li ser devjêberdanê jî bifikirim. Ji ber vê yekê, heke tu qet neyê jî, ez ê herdem li vir bim; li vir, di vî bajêrî de û li ber vî çemî li benda te bim…

Lê ez bawer dikim ku ez bi hêviya vê yekê li benda te me. Rojekê dê tu derkevî û bêyî. Tu dê rojekê ji wê rêwîtiya ku te çavek li paş xwe hiştîye li min binêrî û vegerî…

Em liv ir in; wê roj ew bê ku li kolanên vî bajarî û li peravên vî çemî, wekî li Qendîlê, li Xinêrê, li Baleyanê û li Suriyê; dîsa di nav kefa destên me de agirê azadiyê ku dest bi dest û dîsa dil bi dil em ê bigerin. Çawa ku kuder ba jî te destê min digirt, ez ê jî ku kuder be dê li wir bi destê te bigirim û te di her saleke jiyana xwe ya di sirgûnê de bigerînim…

Em ê careke din mil bi mil li hemû kolanên Kolnê û li seranserê peravên çemê ku ji başûr ber bi bakur ve dirêj dibe, bimeşin; careke din bi hemû kelecana biratiyê û hevaltiyê û bi serbilindî; em bi ku derê de biçin jî, bi aramiya hundirîn a rabirdûyeke birîndar lê serbilind, bi kelecana têkoşîna ji bo azadiyê û hezkirina xwe ya ji bo wê, bi her kesên ku em rast bên parve bikin.

Paşê li çar parçeyên te yên Kurdistanê û li Almanyeya min; salên ku min bi vî bajarî û vî çemî re derbas kirine; jiyanên me yên ku di nav bahozan de mîna çiya rast sekinîne û derbas bûne, ligel xwe ez ê hildim û li dû dengê ku me vedixwîne biçim malê; û em ê berê xwe bidin Wanê.

Berî ku em bi rê kevin, em ê agirên di nav kefa destên xwe de bi ser dilê vî çemê şahreza de birijînin û kula dilên xwe bişînin nav deryayên ji me dûr.

Em bi avê hatin û em ê bi avê biçin…

Dema av kulên me ber bi deryayên dûr ve bibe, em ê di Gola Wanê de ku mîna awazeke kevn diheje, li qeyikekê siwar bibin û berên xwe bidin Tamaraya ku hezar sal in li benda rêwiyê xwe ye. Em ê ji ava Şamranê ya ku Tamara di nav kefa destên xwe de digire, gûrpekê vexwin û derkevin ser çiyayê Sîpanê xelatê.

Li welatê xwe, li mala xwe û li ser lûtkeyên çiyayên xwe, em ê bi hemû wan kesên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re, hêviya Kurdistaneke Azad geş bikin.

Va ye Leyla; ez ê li vir li benda te bim, di vî bajarî û li ber vî çemî, heta roja wê bê…

Ji ber ku êdî kesek nemaye ku li bendê bimînim û tenê ez ê li benda te bimînim…

Gunay Aslan

Van jî bibîne

 

Selahattîn Demîrtaş serdana Kiliçdaroglu qebûl nekir
Nameyeke Vekirî ji bo Serokên Dewlet û Hikûmetên Welatên Endamên NATO’yê

Nûçeyên Sereke