NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Hat zanîn ku Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, daxwaza serdanê ya Kemal Kiliçdaroglu red kiriye.
Tê diyarkirin ku Selahattîn Demîrtaş naxwaze Kemal Kiliçdaroglu li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana wî bike û li hemberî vê serdanê nêrîneke erênî nîşan nade. Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe ragihandiye ku ew ê serdana Kiliçdaroglu qebûl neke.
Kiliçdaroglu çi gotibû?
Necdet Saraçê ku di tîma xebatê ya Kemal Kiliçdaroglu de cih digire, berê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku dê Kiliçdaroglu li girtîgehê serdana Selahattîn Demîrtaş bike. Ev daxuyaniya Saraç piştî axaftineke Kiliçdaroglu hatibû.
Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyonê de li ser rakirina parêzbendiya Demîrtaş nirxandinan kiribû. Di wê weşanê de gava ji Kiliçdaroglu hatibû pirsîn: “Ma hûn ji rakirina parêzbendiya Demîrtaş û şandina wî ya girtîgehê poşman in?”, Kiliçdaroglu bersiva “Na” dabû.
Van gotinên Kemal Kiliçdaroglu rastî bertekan hatibûn. Bi taybetî DEM Partî û gelek aliyên din bertek nîşanî van gotinên Kiliçdaroglu dabûn.










