NÛPEL– 33 canên ku di Komkujiya Madimakê ya Sîwazê de jiyana xwe ji dest dan, di 33’yemîn salvegera komkujiyê de, bi çalakiyeke bîranînê ya ku wê li Berlînê were lidarxistin, dê bên bibîranîn. Di civîna ku bi banga saziyên demokratîk tê lidarxistin de, dê daxwazên heqîqet, edalet û rûbirûbûnê bên bilindkirin û piştî bernameyê aşûre dê bê belavkirin.
33 canên ku di Komkujiya Sîwazê de hatin qetilkirin, di 33’yemîn salvegera komkujiyê de bi çalakiyeke li bajarê Berlînê yê Almanyayê tên bibîranîn. Di bernameya ku bi banga Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û gelek saziyên demokratîk tê organîzekirin de, dê daxwaza heqîqet, edalet û rûbirûbûnê careke din bê anîn ziman.
Çalakiya bîranînê dê roja Şemiyê, 27’ê Hezîranê, saet 17.00’an li navçeya Reinickendorf a Berlînê, li navnîşana Residenzstraße 53-54, 13409 Berlin pêk bê û bîranîna 33 canên ku li Madimakê hatin qetilkirin dê were zindîkirin. Di bernameyê de parlamentera berê ya HDP’ê Fatma Kurtulan û Berdevka Yekitiya Jinên Elewî yên Demokratîk Songul Morsumul dê wekî axaftvan beşdar bibin.
TÊKOŞÎNA KESÊN KU LI SÎWAZÊ HATIN QETILKIRIN DÊ WERE ZINDÎKIRIN
Di banga çalakiyê de hat teqezkirin ku 33 sal berê li Otêla Madimakê ne tenê mirov, di heman demê de hêviya bihevrejiyanê, wekhevî, biratî û nirxên mirovahiyê hatine hedefgirtin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya xwedîderketina li mîrateya têkoşînê ya canên hatin qetilkirin û zindî hiştina bîra civakî.
Di bangê de hat diyarkirin ku bîranîn ne tenê ji bo bîranîna boriyê ye, di heman demê de daxwaza heqîqet, edalet û rûbirûbûna civakî dê bi dengekî hevpar bê anîn ziman. Her wiha hat destnîşankirin ku zindî hiştina navên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û veguhastina têkoşîna wan bo nifşên pêşerojê, berpirsyariyeke civakî ye.
LOKMAYA AŞÛREYÊ DÊ BÊ BELAVKIRIN
Piştî bernameya bîranînê, wekî sembola parvekirin, piştevaniyê û rizaliyê, lokmaya aşûreyê dê bê belavkirin.
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Yekitiya Jinên Elewî yên Demokratîk, Komeleya Kurdên Berlînê, Buroya Jinên Kurd a ji bo Aştiyê (CENI), Jinên Êzidî û Dergahê Ana Fatma yê Berlînê, ji bo vê çalakiyê banga tevlêbûnê li hemû canan, dostan û hêzên demokrasiyê kirin.
Çavkanî: Pîrha









