Evdalê Zeynê li Gogsiyê bi Rêz û Hurmet Hat Bîranîn

ERZIROM (Nûpel) – Dengbêjê nemir û yek ji stûnên bingehîn ên çanda dengbêjiyê Evdalê Zeynê, di bernameyeke bi heybet de li navçeya Gogsiyê (Karayazı) ya Erziromê hat bibîranîn. Ev bernameya ku bû wesîleya vejandina çanda çîrok û klamên Kurdî, bi tevlîbûna gelek hunermend, rewşenbîr û welatiyan pêk hat.

Destpêka Bernameyê: Serdana Gora Evdalê Zeynê 

Çalakiyên bibîranînê, bi serdaneke hestiyar a bo gora Evdalê Zeynê ya li gundê Qanciyan dest pê kir. Nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar û hezkiriyên dengbêjî, li ber gora wî ya ku sembola xebateke hunerî ya sedsalan e, bîranînên wî nû kirin û çanda dengbêjiyê bi rêzgirtin bibîr anîn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş li ser gora wî axivî û balê kişand ser xwedîderketina çanda dengbêjiyê. Beştaş got; dengê stranên Evdal û mîrasa ku wî li dû xwe hiştiye hê jî di bîra gelê me de zindî ye û dê herdem zindî bimîne. 

Piştre hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî axivî û balê kişand ser nirxên kurdewar û got; pêwist e ev nirxên me yên bi salan hatine parastin bi awayekî zanistî ji bo nifşên nû neqlî sibê rojê bêne kirin. 

Endama Rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd Stran Şev jî behsa xwedîderketina li cihê gora Evdal kir û got; divê sazî û dezgehên me piştgiriyê bidin ku gora Evdalê Zeynê bi awayekî baş bê restorekirin. 

Nivîskar Aytenxanê jî bi xwendina klama “Wer Helîmê” ku aydî Evdalê Zeynê ye kêliyên hestiyar li ser gorê da jiyandin.

Dîwana Dengbêjan: Dengê Çiya û Deşta Serhedê

Piştî serdana gorê, bername li navenda navçeya Gogsiyê bi şêwazekî kevneşopî berdewam kir. “Dîwana Dengbêjan” ku ji aliyê gelek sazî û dezgehan ve hat sazkirin, bû cihê civîna hunerî.

Dîwan bi moderatoriya lêkolîner Sadik Kandil hat birêvebirin. Kandil di axaftina xwe ya li ser jiyan û hunera Evdalê Zeynê de, bal kişand ser rola wî ya girîng di parastina ziman û dîroka Kurdî de û got: “Evdalê Zeynê ne tenê dengbêjek bû, ew arşîvek bû ku êş, şahî û serpêhatiyên gelê xwe bi awazên xwe re hûnandibû.”

Dengbêj û Hunermendên Beşdar

Di dîwanê de dengbêjên ku her yek li herêma xwe xwedî deng û hunereke taybet in, kilamên Evdalê Zeynê û berhemên klasîk ên Kurdî pêşkêş kirin. Dengbêjên ku bi awazên xwe yên kûr hestên beşdaran bilind kirin ev bûn:

• Havîn

• Qutbettîn Hasakatoğlu

• H. Sayid Efe

• Zekî Gezer

• Necmettîn Kansiz

• Cesîm Şakir

• Selahattîn

• Enver Oguz

• Yûsif Aydin

• Muharrem Yetgîl

• Sirrî Ergate

• Nasir Kiliç

Girîngiya Parastina Çanda Dengbêjiyê

Ev bername ku bi pêşengiya DEM Partî, DBP û Şaredariya Gogsiyê, Komeleya Wêjekarên Kurd û MEBYA-DER’ê hat lidarxistin, xwedî peyameke girîng bû: Parastin û veguhastina çanda dengbêjiyê bo nifşên nû. Beşdaran bi coşeke mezin li klamên ku çîrokên Serhedê vedigotin guhdarî kirin û tekez kirin ku dê dengê Evdalê Zeynê di dilê gel de her zindî bimîne.

Bername bi gotûbêjên li ser pêşeroja hunera dengbêjiyê, xebatên parastina çandî û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Çand û huner, bingeha hebûna gelan e. Bîranîna Evdalê Zeynê, careke din nîşan da ku çanda Kurdî bi hêsanî nayê jibîrkirin û her tim di hundirê civakê de rêya xwe ya jiyînê dibîne.

 

 

Van jî bibîne

 

Li Silêmaniyê Yenar Mihemed hate bibîranîn
Ji Rûpelên Tarî yên Dîrokê: Çîroka Mêrxasên Serhildana 1925’an; Hesen Keyayê Celikî û Lawên Wî

Nûçeyên Sereke