Dema ku helbestek dibe nasname, li xerîbî û derbideriyê dibe welat, bi hezaran kes li derdora xwe kom dike.
Parîs û Kîme Ez berî 43 salan wan digihîne hev, zordarî û stemkarî bû sedem ku hev li Kurdistanê nebînin, lê rêwîtiya li ser şopa heqîqetê û lêgerîna li pey bersiva pirsa Kîme Ez, Seydayê Cegerxwîn û hunermend Şivan Perwer digihîne hev.
Cegerxwîn di sala 1903`an de ji dayik bûye
Cegerxwîn ê helbestvan, xwe dispêre kesayetiya zarokekî Kurd ê ku di di sala 1903`an de, li gundê Hesarê yê girêdayê Mêrdîn jidayik dibe û piştre koçberî Amûdê li binxetê dibe, di salên destpêkê yên zaroktiya xwe de, dê û bavê xwe ji dest dide, êdî bi tena xwe pişta xwe dide felekê û berê xwe dide oxirê.
Ew zarokê ku bi navê Şêxmûs li gundekî biçûk jidayik dibe, bi derbasbûna salan re dibe Cegerxwîn û li her 4 aliyên Kurdistanê bi nav û deng dibe.
Belgefilmê bi navê “Kîme Ez” hat amadekirin
Kîme Ez, dibe nasname, derhênera Kurd Esîn Akgul a ji Anatolya Navîn jiyan û berhemên Cegerxwîn belge dike.
Belegfilmê bi navê Kîme Ez , rêwîtiyek li ser jiyana Cegerxwîn, bi derhêneriya Esîn Akgul tê amadekirin.
Esîn Akgul derhêneriya belgefilmê “Kîme Ez” kiriye
Di vî karî de, hevpeyvîn bi malbata seydayê Cegerxwîn re, herwiha bi çend hunermend, nivîskar û helbestvanên Kurd re hatiye kirin.
Serdana mala Cegerxwîn a li Qamişloyê hatiye kirin
Serdana mala Cegerxwîn a li Qamişloyê jî hatiye kirin, ku li wir cenazeyê wî bi axê ve hatiye spartin û gora wî bûye mezargehek ji wêjehez, aşiqên helbesta Kurdî û niviştên seydayê Cegerxweîn re.
Di 1983`an de hevpeyvînek bi Cegerxwîn re hatibû kirin
Tenê yek hevpeyvîn bi dîmen bi Cegerxwîn re hatiye kirin ew jî di sala 1983`an de ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê ye.
Derhênera Kurd, Esîn Akgul bi vî karê xwe çend aliyan ji jiyana Cegerxwîn tîne ber çavan û giringiya nivîs û berhemên wî nîşan dide.
Ev jî beşek ji helbesta “Kîme Ez” a nemir Cegerxwîn e:
Kîme ez? Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volkan
Tev dînamêt im
Agir û pet im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî..
/Çawkani: nucetv.net/










