🔴HEZEX (Nûpel) – Li gundê Basibrînê yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve, 25 dêrên Sûryaniyan hene. Ji van dêran 5 li navenda gund û 20 jî li derdora gund hatine avakirin.
Dêra Mordodo: Ev dêra navendî di sala 609an de hatiye avakirin. Hema bêje bêyî ku nûjenkirineke mezin lê bê kirin, heta roja me çêkera xwe ya resen parastiye.
Dêrên din: Dêrên li derdora gund li ser navê zanayên Sûryaniyan hatine avakirin. Di salvegera mirina van zanayan de, di wan dêran de merasîmên bîranînê tên lidarxistin.
Dêra ku her roj çalak e û îbadet tê de tê kirin, Dêra Mordodo ye. Ev der di heman demê de navendeke girîng a perwerdehiya zanayên Sûryaniyan e. Niha jî gelek geştiyar serdana gund û dêrên wî dikin.











