Baskê Meşa Gemlîkê yê Wanê Ber Bi Amedê Ve Bi Rê Ket

JinNûçe

🔴WAN (Nûpel) – Jinên ku dê tev li “Meşa Gemlîkê” bibin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) amadekariya meşeke girseyî dike ku biryar e di 19’ê Nîsanê de li Gemlîkê bi dirûşma “Dema jinê ye, dema azadî û Rêbertiya azad e” were lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, amadekariyên li bajarên herêmê didomin û baskê meşê yê Wanê îro kete rê.

Ji Avahiya Partiyê Heta Parka Mûsa Anter Meş

Jinên ku ji bo tevlîbûna meşê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê kom bûn, bi daxuyaniyekê ber bi Parka Mûsa Anter ve meşiyan. Di dema meşê de girseyê bi yek dengî dirûşmeyên wekî “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Rawestgeha Yekem: Amed

Jinên Wanî piştî meşa heta parkê, li otobûsan siwar bûn û bi çepik û tîlîliyan ber bi Amedê ve bi rê ketin. Tê payîn ku baskê Wanê li Amedê bi komên din re bibe yek û ji wir ber bi Gemlîkê ve bi herikin.

/Çavkanî: Rojnews/

Van jî bibîne

 

Rejîma Îranê êrişî Hewlêrê kir: 3 kes şehîd bûn (Hat Nûkirin)
25 Dêrên Basibrînê: Sed sal in dengê încîlê lê bilind dibe

Nûçeyên Sereke