Rejîma Îranê êrişî Hewlêrê kir: 3 kes şehîd bûn (Hat Nûkirin)

Nûçe

🔴HEWLÊR (Nûpel) — Rejîma Îranê bi mûşekan êrişî Kampa Cejnekan û Kampa Alan ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê kir. Di encama van êrişan de zarokek û du jinên pêşmerge şehîd bûn, hejmarek kes jî birîndar bûn.

Êrişa li ser Kampa Cejnekan

​Li gorî agahiyên dawî, rejîma Îranê deverên Behrikê û Balîsan yên ser bi Hewlêrê bombebaran kirin. Di êrişa li ser Kampa Cejnekan ya Partiya Demokrat (nêzîkî Behrikê) de, zarokê bi navê Şahîn Azerberzîn şehîd ket û bavê wî jî bi giranî birîndar bû.

Windahiyên li Kampa Alan

​Hevdem ligel vê êrişê, Kampa Alan ya li devera Balîsanê jî bû armanca mûşekên rejîmê. Di encama vê bombebaranê de du jinên pêşmerge yên bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî şehîd bûn. Hat ragihandin ku di heman êrişê de hejmarek pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Rewşa herêmê

​Piştî van êrişên mûşekî, li herêmê tirs û fikarên mezin çêbûn. Tîmên tenduristiyê ji bo veguhastina birîndaran çûn cihê bûyerê. Heya niha derbarê hejmara giştî ya birîndaran û asta zirarên madî de daxuyaniyeke fermî ya berfireh nehatiye belavkirin.

/Çavkanî: Rojnews/

Van jî bibîne

 

Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê: Erdogan û Şara Civiyan
Baskê Meşa Gemlîkê yê Wanê Ber Bi Amedê Ve Bi Rê Ket

Nûçeyên Sereke