Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê: Erdogan û Şara Civiyan

Nûçe

🔴ANTALYA (Nûpel) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya 5. Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF 2026) de ku li Navenda Kongreyê ya NESTê tê lidarxistin, bi Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara re hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtin li otêla ku Erdogan lê dimîne bi rê ve çû. Di civînê de rayedarên payeband ên wekî Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê Yaşar Güluer, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, Serokê MÎT’ê Îbrahim Kalın û Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettin Duran jî amade bûn.

Şara: ‘Pêvajoya Entegrasyonê bi Serkeftî Didome’

Piştî hevdîtinê, Ehmed Şara di derbarê pêwendiyên Sûriye-Tirkiyeyê de, bandorên êrîşên li ser herêmê û pêvajoya navxweyî ya Sûriyeyê de nirxandinên girîng kirin.

Şara bal kişand ser yekîtiya komên li Sûriyeyê û diyar kir ku di sala borî de serkeftineke mezin bi dest xistine. Şara wiha got:

“Komên şoreşger ên ku berê belavbûyî bûn, bûn yek. Niha hêzên DSG’ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) hatine entegre kirin û karûbar di rêya rast de dimeşin. Îro jî yekîneyên dawî yên bingehên leşkerî yên biyanî yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji welat derketin. Xebatên entegrasyonê yên di navbera dewleta Sûriyeyê û SDG’ê de berdewam dikin.”

Ehmed Şara destnîşan kir ku ev serkeftin ji bo berjewendî û îstîkrara Sûriyeyê gelekî girîng e û di warê siyasî û leşkerî de qonaxeke nû ye.

Mijarên Stratejîk Di Rojevê de Bûn

Di nûçeyê de hat ragihandin ku di hevdîtinan de mijarên wekî:

Hevkariya stratejîk a navbera Sûriye û Tirkiyeyê,

Bandorên herêmî û gerdûnî yên êrîşên DY-Îsraîlê yên li ser Îranê,

Êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê û dagirkeriya wê,

Têkiliyên di navbera Şam û Tel Avîvê de hatine gotûbêjkirin.

/Çavkanî: ÎlkeTv/

Van jî bibîne

 

Li Amedê Dengbêj û Zarok Hatin Gel Hev
Rejîma Îranê êrişî Hewlêrê kir: 3 kes şehîd bûn (Hat Nûkirin)

Nûçeyên Sereke