NÛPEL – Di çarçoveya Kûpê Cîhanê yê FIFA 2026ê de, di lîstika Koma L a navbera Îngiltere û Ganayê de alîyan nikarî tora hev hejînin û maç bi encama 0-0 bi dawî bû.
Di duyemîn maça Koma L ya Kûpê Cîhanê yaşê FIFA 2026ê de, Îngiltere û Gana li Stada Bostonê hatin hemberî hev. Her du tîmên ku bi hêviyên mezin derketibûn qadê, di dirêjahiya 90 deqîqeyan de nikarîbûn golê bibînin.
Rewşa Koma L
Îngiltereya ku di maça xwe ya ewil de Hirvatistan bi encama 4-2 têk bibû, û Ganaya ku Panama bi 1-0 şikandibû, di vê hevdîtinê de bi bergiriyeke xurt lîstin. Bi vê encamê, her du tîm jî xalên xwe kirin 4. Bi vî awayî, berî hefteya dawî ya komê, her du tîm jî şansê xwe yê derbaskirina qonaxê diparêzin.
Maçên dawî yên komê
Di hefteya dawî ya Koma L de, Îngiltere dê bi Panama re rûbirû bibe. Gana jî ji bo derbasbûna qonaxê dê derkeve hemberî Hirvatistanê.










