ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê li aqûbeta Mehmet Selim, Hasan û Cezayir Orhan ên di binçavan de hatin windakirin, pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrg bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li aqûbeta Mehmet Selim Orhan, Îsmail Agay û Cezayir Orhan ên ku di dîrokên cuda de hatin binçavkirin û windakirin, pirsin.
AMED
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 902’yan de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kombûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windayan hatin hilgirtin û aqûbeta Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ên ku di 24ê Gulana 1994an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçav kirin û windakirin, hate pirsîn. Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan, endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de Adnan Orhan axivî û diyar kir ku ew wekî xizmên windayan 902 hefte ne vê têkoşînê didomînin. Adnan Orhan destnîşan kir ku heta kujer neyên darizandin û ew negihin hestiyên xizmên xwe, dê têkoşîna wan bidome û wiha got: “Mixabin dosyeyên gelek xizmên me ketine ber biryara neşopandinê. Em bang dikin; bila komîsyonek were avakirin, ev faîl werin eşkerekirin û darizandin. Hûn gelek baş dizanin bê ka faîl kî ne, ji ber ku şahid û belge di destê me de hene. Em dixwazin ku rayedar û berpirsyar di vê mijarê de demildest gav biavêjin.”
Piştre Rêvebera Şaxa ÎHD a Amedê Parêzer Berfîn Elçî çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan xwend û wiha qala serpêhatiya windayan kir: “Yekîneyên leşkerî yên girêdayî Tûgaya Komandoyan a Boluyê, di 6’ê Gulana 1994’an de bi ser Mezraya Deveboyuyê ya navçeya Pasûra Amedê de digirin. Bi zora leşkeran mela ji minareyê bang dike da ku gundî li ber mizgeftê kom bibin. Leşker ji gundiyên ku li ber mizgeftê kom bûbûn re dibêjin ku ‘dê malên wan werin şewitandin’ lê belê beriya wê dê destûrê bidin wan daku eşyayên xwe kom bikin. Lê beriya ku gundî bikaribin eşyayên xwe derxin, mal tên şewitandin. Di 24’ê Gulana 1994’an de leşker dîsa tên gund. Di wê kêliyê de Selîm (46), Hasan (40) û Cezayîr Orhan (17) ku li gund bûn, tên destgîrkirin. Malbatên wan dipirsin ‘Hûn wan dibin ku derê?’; leşker jî di bersivê de dibêjin: ‘Ew ê di rê de ji me re rêberiyê bikin, piştre em ê wan berdin, meraq nekin.’ Roja din Salih Orhan diçe Fermandariya Cendirmeyan a Zeyrekê û aqûbeta birayên xwe Selîm û Hasan, û biraziyê xwe Cezayîr dipirse. Fermandarê Cendirmeyan ê Zeyrekê Ahmet Potaş, dibêje ku kesên navborî birine Pasûrê. Vê carê Salih Orhan bi Fermandarê Cendirmeyan ê Pasûrê Ali Ergulmez re hevdîtin dike, lê Ergulmez dibêje ku der barê mijarê de tu agahiyên wî nînin. Salih Orhan ê ku ji qereqolên herêmê tu bersiv nastîne; serî li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê, Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê, Walîtiya Rewşa Awarte (OHAL), Fermandariya Asayîşa Cendirmeyan a Amedê û Wezaretên Dad û Karên Hundirîn dixe. Salih Orhan îfade dide dozgerê DGM’ya Amedê Mustafa Atagun. Dozgerê ku ji gotinên wî gelekî hêrs dibe, wî bi van gotinan dixeyidîne: ‘Tu çawa dikarî îdia bikî ku dewlet dibe sedema windabûna mirovan?’
Hinek şahid diyar dikin ku wan dîtine Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan hatine destgîrkirin, destpêkê ew birine qereqola Serikê, piştre birine qereqola cendirmeyan a Lîceyê û herî dawî jî ew birine Dibistana Şevînî ya Lîceyê ku beşek ji wê wekî îşkencexaneyê dihate bikaranîn. Lê belê, di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê di 8’ê Hezîrana 1994’an de dabû destpêkirin de, bi hinceta ku navên wan di qeydên destgîrkirinê de nînin, biryara nehewcebûna lêpirsînê tê dayîn. Tevahiya hewldanên Malbata Orhan bêencam dimînin û malbat bi riya parêzerên Şaxa ÎHDa Amedê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Di 6’ê Mijdara 2002’yan de DMME, ji ber destgîrkirin û windakirina Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan, Tirkiyeyê mehkûm dike. Di sala 2003yan de hestiyên Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Baxcilar ê Pasûrê di goreke komî de tên dîtin. Lê belê tu agahî ji Cezayîr Orhan nayê wergirtin. Hestiyên Selîm û Hasan Orhan ên ku li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tespîta nasnameya wan hate kirin, di 16’ê Tîrmeha 2004’an de bi riya posteyê ji Dozgeriya Pasûrê re tên şandin. Lê belê Dozgerî ji malbata ku ji bo definkirinê hestî xwestibûn re diyar dike ku hestî winda bûne. Piştî lêgerîna malbatê û ÎHDê ya şeş salan, derdikeve holê ku hestiyên malbata Orhan, bi hestiyên 6 kesên din ên di heman gora komî de hatibûn dîtin re, bi hev re li goristana bêkesan hatine veşartin. Her çiqas ji bo tespîtkirin û darizandina faîlan serî li dozgeriyê hatibe dayîn jî, di dosyeyê de lêpirsîneke bibandor nayê meşandin û dosye dikeve ber demboriyê. Ketina ber demboriyê ya vê dosyeyê, ne tenê dawiya pêvajoyeke hiqûqî ye; di heman demê de înkarkirina edaletê ye. Heta ku aqûbeta windayan were ronîkirin û faîl werin cezakirin, dê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 738’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Îsmaîl Agaya yê ku dema li Êlihê belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê bû, di 29’ê Gulana 1994’an de ji aliye JÎTEM’ê ve hatibû revandin û qetilkirin pirsin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê ÎHDa Êlihê Bîlal Bîlgîn ve hate xwendin.
Dayîka Îsmaîl Agaya, Mufîde Agaya ku li aqûbeta kurê xwe pirsî, diyar kir ku kurê wê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye ravandin û got ku kujer diyar in lê wan vedişêrin û wiha axivî: “Kurê min bêsûc û bê qebehet bû û di avahiyê de dixebitî. Piştî wî dest bi karê rojnamegeriyê kir. Dure ew revandin û birin windakirin. Yên ku wî birine jî naskirî ne, ji bo neyên eşkirin rastiyê nabêjin. Ez heqê xwe helal nakim. Çawa serê xwe datînin ser balgîf û radizên? Kirine ku êdî dilê her dayîkê êşandine.”
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 228an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin. Tevî parazvanên mafê mirovan, endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ku di 24’ê Gulana 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hatine windakirin pirsîn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku heta aqûbeta hemû windayan neyê zelalkirin, ew dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
/Çawkani: Ajansa Mezopotamya/










