Rêze Panelên Wêjeyî Yên Meha Gulanê Bi Panela Nivîskar Merwan Serhildan Dewam Dike

AMED (Nûpel) — Bi pêşengiya Weşanên J&J’ê, rêze panelên wêjeyî yên meha Gulanê bi panela nivîskar Merwan Serhildan dewam dike. Panel li Komeleya Şemrexê, bi moderatoriya weşanger Azad Zal, bi weşandina berhemên nivîskar Merwan Serhildan û bi beşdariya elaqedar û wêjehezan hat lidarxistin.

Di panelê de nivîskar Serhildan behsa xebatên xwe yên wêjeyî kir, li ser gotara xwe ya dawî û naveroka berhemên xwe agahî dan û ji berhema xwe ya helbestan çend nimûne ji beşdaran re xwendin.

“Her Nivîskarek Xwediyê Êş, Evîn Û Birînekê Ye”

Nivîskar Merwan Serhildan di destpêka axaftina xwe de spasiya serok, rêveber û endamên Komeleya Şemrexê, kedkarên Weşanxaneya J&J’ê û hemû hezkariyên wêjeyê kir. Serhildan hêvî kir ku ev helwesta dostane ya Komeleya Şemrexê ji bo hemû sazî û komeleyên welat bibe mînakek da ku piştgiriya nivîskar, helbestvan û hunermendan bikin.

Nivîskar Serhildan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rûmeta nivîskariyê û pirsên “Ez çi dinivîsim, çima dinivîsim û çawa dinivîsim?” bersivand:

“Ez roman, çîrok, analîz û helbestan dinivîsim. Eşkere ye ku tu nivîskar belasebeb nanivîse. Her nivîskarek xwediyê êşekê ye, xwediyê evînekê ye, xwediyê birînekê ye yan jî di bendereke dîrokî de şahidiya serobino-bûna nirxên civakê kiriye, lewma dinivîse. Dema danheviyên nivîskar zêde dibin, êdî nikare pêşiya lehiya hestan bigire; di wê kêliyê de huner wekî hubra nivîsê bi derve de diherike.”

Serhildan da zanîn ku wêje mîna coheke avê ye; ger nivîskar romanûs be, geşedanên jiyana barkêşên êşan bi hûrgulî dinivîse, ger helbestvan be bi riste û çarînan bineqşîne û ger feylesof be jî sedemên rûdana êşan û serobino-bûna civakî analîz dike.

“Di Pênci Salan De Miletê Me Belkî Pênci Caran Şikestiye”

Nivîskar Merwan Serhildan bi bîranîna salên xwe yên lîseyê yên sala 1974’an bal kişand ser dîroka nêz û wiha got:

“Ji wê demê heta îro, zêdeyî pêncî salî ye ku ez geşedan û qewimînên welat dişopînim. Miletê me di hundirê pêncî salî de belkî pêncî caran şikestiye; ez jî wekî hemû mazlûm û mexdûrên vî miletî pê re şikestim. Ez li seranserê welat digerim, dikolim û dihizirim. Di encamê de, wekî çavdêrekî ji zanayan û aqilmendan dipirsim; dibêjim ‘Ew rêzanên dilovan, sedemên tofana me û têkçûnên miletê me çi ne?'”

Serhildan anî ziman ku li hemberî van pirsan, zana û aqilmend neynika qamê datînin pêşberî me û radigihînin ku neyarên vî miletî xwedî cinawirên hesinî, hov û pergalên lûtkeya teknîk û elektronîkê ne ku di nava çirkeyekê de dikarin derûniya mirovan û hişê rêveberan kontrol bikin û destwerdanê li pêvajoya biryaran bikin.

Ji “Berxwedana Elektropola” Heta “Dirindeyên Hesini”

Nivîskar Serhildan diyar kir ku mijara pirtûkên wî hemû li ser van şikestinan e:

“Ji pirtûka min a ewil Berxwedana Elektropola û heta pirtûka min a şeşan Dirindeyên Hesini; naveroka tevan, şikestin û têkçûnên takekesî, civakî û miletî ne. Geh bi berfirehî, geh analîtîk, geh çîrokî, geh jî bi riste û çarîn, yanî helbest.”

Nivîskar Merwan Serhildan di dawiya axaftina xwe de pênaseya nivîskar û helbestvanî wiha kir:

“Nivîskar şahidê serdema xwe yan jî şahidê geşedanên dîroka kevnar e. Kesayeta ku heqîqeta nixumî, şîn û şahiyên civakî bi dirûveke edebî û hunerî rave dike nivîskar e, hunermend e. Kesayeta ku bi loden riste û çarînan benderek afirandibe, ew helbestkar e.”

Bername bi pirs û bersiv destnîşana pirtûkan bi dawî bû.

 

 

Van jî bibîne

 

Mêrdîn, qeyûm û Kurdî: Weşanxaneyên Kurdan tune hatin hesibandin
Xizmên windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Nûçeyên Sereke