NÛPEL – Êrîşa li ser goristana Elewiyan a li Goristana Südfriedhof a bajarê Kiel ê Almanyayê, ku tê de gora Elewiyan bi boyaxa sor hatin nîşankirin, bû sedema nerazîbûnan. FEDA û DAKB’ê diyar kirin ku ev êrîş ne tenê goran, belkî baweriya Elewiyan, aşitiya civakî û çanda bihevrabûnê hedef digire û xwestin ku berpirsên vê êrîşê bên dîtin.
Li bajarê Kiel ê Almanyayê, gora Elewiyan a li Goristana Başûr (Südfriedhof) rastî êrîşê hat. Hate ragihandin ku bi boyaxa sor nîşaneya “xaç” (x) li ser goran hatiye xêzkirin. Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniyek hevpar vê êrîşê şermezar kirin.
FEDA û DAKB’ê di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser wê yekê ku ev nîşaneyên li ser goran nayên wateya vandalîzmeke asayî. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Elewî di nava dîrokê de ji ber baweriya xwe hatine hedefgirtin, hatine dûrxistin û rûbirûyê komkujiyan bûne; di vê çarçoveyê de bal hat kişandin ser komkujiyên Mareş, Çorum, Sîwaz, Gazî û Madimakê.
Di daxuyaniyê de ev gotin cih girtin: “Em Elewiyên ku jiyana azad, wekhev û bihevratiya hemû bawerî, gel û nasnameyan diparêzin, pir baş dizanin ku ev nîşane çi wateyê tînin.”
“PROVOKASYONEKE LI DIJÎ RÊ Û BAWERIYA ME”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gor ne tenê cihên definkirinê ne, gora canên ku “meşiyane ber bi Heq ve”, emaneta Rê, bîra û îqrarê Elewî ne.
Hat diyarkirin ku ev êrîş ne tenê kevirên goran, belkî baweriya Elewiyan, biratiya gelan, aşitiya civakî û hêviya jiyana demokratîk hedef digire û provokasyoneke xeternak e.
“EM Ê SERÎ LI BER HEWLDANÊN TIRSANDIN Û ZEXTÊ NETEWÎNIN”
FEDA û DAKB’ê di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku Elewî nûnerên kevneşopiyeke ku di nava dîrokê de li dijî zilmê berxwe dane ne û gotin: “Helwesta me ya li dijî kesên ku dixwazin me, anku Elewiyên ku îro mijara Pêvajoya Aşitiya Demokratîk in, bitirsînin, zextê lê bikin û me ji civakê dûr bixin, eşkere ye. Em ê nekevin lîstika van provokasyonan.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî nefret û cudakariyê, aşitiyê, jiyana wekhev û çanda bihevrabûnê biparêzin û wiha hat gotin: “Canên me yên ku meşiyane ber bi Heq ve ne bêxwedî ne. Rêya me ne bêxwedî ye. Gelê Elewî mafdar e û xurt e.”
BANG A JI BO DÎTINA BERPIRSAN
Federasyona Elewiyên Demokratîk û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk diyar kirin ku ew êrîşa li ser goristana Elewiyan a li Kielê bi awayekî herî tund şermezar dikin û daxwaz kirin ku faîlên bûyerê di zûtirîn dem de bên tespîtkirin û karên pêwîst bên kirin.
Çavkanî: Pîrha










