NÛPEL – Ez bawer im ku min di du nivîsên xwe yên berê de behsa Bekrî Mustafa kiribû. Heke rewşa li ser van axên ku em lê dijîn her wiha berdewam bike, em ê hîn bêtir behsa Bekrî Mustafa bikin. Dev ji gihîştina ser îktîdarê ya partiyeke siyasî bi rêya qezenckirina hilbijartinan û dewrûteslîmê berdin; em êdî fêrî anomaliya diyarkirina serokê giştî yê partiyekê ji aliyê darazê (an îktîdara heyî) ve bûne û me ew wekî tiştekî normal qebûl kiriye. Xwedê bibe alîkarê me! Heke serokekî giştî hebe ku ne ji aliyê kurultayên partiyê ve û ne jî ji aliyê delegeyên ku nûnerên dengdêrên partiyê ne hatibe diyarkirin, lê ji aliyê saziyek an organên din ve hatibe tayînkirin, êdî paşerojê hûn bixwe bifikirin. Tiştekî ku mirov li ser biaxive namîne. Gelo ev demokrasî ye, rejîmeke otorîter e, dîktatorî ye, çi ye? Ez wisa difikirim ku divê her wiha were xuyakirin ka demokrasî çawa tên pênasekirin û pîvanên wan çi ne.
Em werin ser meseleya xwe ya bingehîn, ango ser Bekrî Mustafa. Rastî ev e ku min dixwest ez ji Kurdan mînakekê bidim, lê bawer bikin ez serxweşekî weha nas nakim. Heke ez behsa Kurdan bikim; abooo… serhildanên ku nayên hejmartin, xiyanet, xwîn, rondikên çavan û hwd. Ji ber vê yekê ez ji mezinê me yê ku di gotinên wî de mîzah heye, ango ji Bekrî Mustafa sûdê werdigirim.
Di serdema Siltan Muradê Çarem de zilamekî bi navê Bekrî Mustafa heye ku bi serxweşiya xwe tê naskirin. Rîwayet ev e ku rojekê jê re tê ku biçe mizgeftê. Ew jî radibe û diçe Ayasofyayê. Wê gavê cenazeyek heye, cemaat dê rabe ser nimêja cenazeyê lê di ortê de îmam tune ye. Cemaata Misliman ku cûbeyê Bekrî Mustafa dibîne, wî wekî îmam dihesibîne. Dibêjin: “Eee hema de were Xoce, nimêjê bide kirin!” Ew jî madem rewş wiha ye, dibêje bîsmîllah û ji bo xêra xwe derdikeve pêşiya cemaatê û nimêjê dide kirin.
Piştî nimêjê diçe serê tabûtê. Hinekî kapaqê radike, bêyî ku kes hîs bike ber bi hundir ve tiştinan pistepist dike. Ev yek ji çavê cemaatê nareve, mirov bi meraq dipirsin: “Xoce, te ji mirî re çi got?” Bekrî Mustafa wiha bersiv dide: “Min ji wî re got ku, niha tu diçî axiretê. Heke milyaket rewşa dinyayê ji te bipirsin, tu bêje Bekrî Mustafa li Ayasofyayê bûye îmam, ew ê rewşê fehm bikin!” Rewşa di nav CHP’ê de jî tam ev e. Bekrî Mustafa tiştên ku qewimîne tîne ser vê maneyê: “Ji kesên ku bi siyaseta Tirkiyeyê re eleqedar dibin re, hûn ê bêjin ku bi biryara dadgehê û bi betalkirina mutleq (mutlak butlan), serokê giştî yê hilbijartî Ozgur Ozel anîn xwarê û li şûna wî Kemal Kiliçdaroglu’yê ku nehatiye hilbijartin tayîn kirin, ew ê rewşê fehm bikin.”
Li gor gelek zanyarên siyasî, ev yek tê wê maneyê ku li Tirkiyeyê jiyana pirpartiyî bi dawî bûye. Ango heke em li gor gotina Bekrî Mustafa binêrin, belkî jî divê mirov bêje: “Xwedê rehmê lê bike! Vegorînin û biçe!” Tiştekî seyr e ku şêwirmendê berê yê Kılıçdaroğlu, Îbrahîm Uslu jî wisa dibêje: “Heke dewlet biryarê bide ka dê serokê giştî kî be, jiyana pirpartiyî qediya ye!” Ango heke em li gor mijara xwe ya bingehîn bêjin, wekî ku hûn têdigihîjin, Bekrî Mustafa li Ayasofyayê bûye îmam!
Şaka aliyekî, nîqaş hatine ser wê xalê ku rewşa sazîbûna mûxalefetê li Tirkiyeyê û potansiyela wê ya avakirina alternatîfekê li dijî îktîdarê di hilbijartinan de, heta çi astê dikare were parastin. Ji ber vê yekê, geşedanên li dora CHP’ê ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve ne tenê wekî pevçûnên siyasî yên navxweyî, lê wekî geşedanên ku bandorê li paşeroja pêşbaziya demokratîk a li Tirkiyeyê dikin, tên dîtin. Pirsa “Li Tirkiyeyê hilbijartin dê di bin kîjan şert û mercan de û çawa werin kirin?” an jî “Gelo bi hilbijartinan îktîdar dikare biguhere?” û gelek mijarên weha tên pirsîn û nîqaşkirin. Rastî ev e ku ez bi xwe ewqas jî reşbîn nînim.
Dibe ku hinek kes li bendê bin ku tevgera siyasî ya Kurd (DEM Partî), li ser pirsgirêkên giştî yên civakî, aborî û polîtîk ên Tirkiyeyê kêm polîtîkayan hildiberîne û tenê ji perspektîfa xwe ve balê bikişîne ser xuyabûnên cihêreng ên pirsgirêka neteweyî. Ji bo tevgera siyasî ya Kurd, balkişandina ser pirsgirêka neteweyî bixwe bêguman ji aliyê polîtîk ve xwezayî û rewa ye. Lêbelê ev balkişandin bi xwe, nabe sedem ku ew li derveyî tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin bimîne. Nexistina navendê ya hewcedariyên demokrasiya tam li Tirkiyeyê, tenê xwe dispêre asoyeke pir kurteperas. Tevgera siyasî ya Kurd, sedema ku azadkirina Abdullah Ocalan calan dixe navenda xebat û têkoşîna xwe ya siyasî, li gor wan bixwe jî pirsgirêka demokrasiyê ye.
DEM Partî, tevî rola xwe ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, li hemberî tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin temaşevan namîne û nikare bimîne jî. Paşxaneyeke wê ya pir bi tecrûbe û zanîneke wê ya polîtîk li hemberî krîzan heye. Wekî mînak; mirov dikare bêje ku meşandina kampanyayeke hilbijartinê ya pir lawaz û li derveyî hêza DEM Partiyê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê –bêyî daxuyaniyeke fermî ya piştgiriyê– bandor li ser qezenckirina Ekrem İmamoğlu kiriye. DEM Partî, di heman demê de eniya têkoşîna yekbûyî ya demokratîk-gelparêz a herî berfireh a bindestan e. Jixwe ji ber vê sedemê ye ku ew neçar e di ronahiya prensîbên antîfaşîst, antîkapitalîst, zayend-azadîxwaz, beşdarvan û ekolojîk de (û bi xwedîderketina li hemû nirxên çepê) siyasetê bimeşîne. Ew bi baweriya xwe ya ji bo têkoşîna hebûnê ya gelên Tirk û Kurd, ji bo wekhevî û azadiyê, li hemberî tiştên ku di siyaseta Tirkiyeyê de diqewimin jî bêdeng namîne û bêdeng nîne jî.
Bulent Tekin










