NÛPEL – Dema mirov li dîroka têgeha “Hişmendiya Dewletê” (Aqilê Dewletê) binêre, gelek agahî dertên holê; lê ez bawer dikim ku ji bo fêmkirina ka ev tişt dê bibe mîna çi, divê mirov were ser Machiavelli. Bêguman, belkî Machiavelli têgeha “hışmendiya dewletê” sîstematîk nake, lê dibe çavkaniyeke mezin a îlhama wê.
Rê û armanca Machiavelli ev e: Siyasetê ji exlaqê serbixwe kirin. Di siyaseta Serdema Navîn de, birêvebirin çalakiyeke exlaqî ye. Serek (Hukûmdar) wekî nûnerê (sîbuka) Xwedê ya li ser rûyê erdê tê hesibandin. Dema mirov ji vir ve lê binihêre, di wê serdemê de “birêvebirin” di heman demê de tê wateya exlaqîkirinê. Machiavelli tam vê ramanê dişkîne û dibêje: Heke serekek dixwaze serkeftî bibe, carinan her çend hewce bike ku bi exlaqî tevbigere jî, dema ku tevnegere dikare serkeftî bibe. Ew têgihîştina “her rê mubah e” datîne holê. Di nav demê de, di hışmendiya dewletê ya klasîk de ev mentiq ava dibe: “Dewlet, ji serek mezintir e. Berjewendiya dewletê, ji berjewendiya serek mezintir e. Ji ber vê yekê, carinan serek bixwe jî tê feda kirin. Çimkî nirxa bingehîn, berdewamiya dewletê ye.”
Li Tirkiyeyê, di serdema Erdogan de ji tiştên ku qewimîne (hatine jiyandin), ev mentiq berevajî bûye: “Rêber, ji dewletê mezintir e. Berdewamiya rêber, ji saziyên dewletê mezintir e. Ji ber vê yekê, sazî tên feda kirin. Çimkî nirxa bingehîn, berdewamiya rêber e.” Halbûkî di dîrokê de hışmendiya dewletê, rewşeke berdewamiyê bû ku serek bixwe jî tê de dikaribûn bên feda kirin. Îro li Tirkiyeyê sazî tên feda kirin, çimkî tiştê ku tê xwestin were parastin ne dewlet e, (ez bi teorîk dibêjim) rêber bixwe ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku em îro şahidî dikin ne sepandina hışmendiya dewletê di nav avahiya dewleta burjuvayî de ye, hema bêje talankirina hışmendiya dewletê ye. Di nav CHP ya qeyûm de fêmkirineke ecêb heye ku wisa tevdigere qey tiştên li welat diqewimin pir normal in. Wisa nîşan didin qey aboriya welat normal e, edaleta wê normal e, siyaseta wê normal e û ji ber vê yekê li operasyonên tên kirin di çarçoveyeke hiqûqî de dinihêrin. Lê belê, ew ji bîr dikin ku heman sîstemê beriya niha ne pir zêde, tenê beriya çend salan, ew bixwe wekî “terorîst” û “înatkar/xayîn” nîşan didan.
Heke bi tevahî batedar bûn ku Kiliçdaroglu dê rê li ber Erdogan bigire, belkî ev operasyon pir beriya Îmamoglu dê li dijî wî bapanasîn. Îşte di qonaxeke weha de (mîna tiştên îro tên jiyandin) ramana ku “gunehbarê rastî ji holê radibe” tê derzîkirin. Êdî li şûna “Saray dixwaze!”, gotina “Saziyên dewletê ev biryar dan!” û “Pêwîstiya dîrokî ev da kirin” ji aliyê CHP ya qeyûm ve tê anîn ziman. Di rewşeke wiha ya rewakirinê de, gotina hışmendiya dewletê tê wateya rewakirina hiqûqî ya otorîteriyê. Desthilatdariyên otorîter, gotina “hışmendiya dewletê” bikar tînin û karên dervayî hiqûqê bi hinceta “bêhiqûqiya neçarî” normal dikin û ji rêzê dikin. Hemû karên dervayî hiqûqê yên ku di berjewendiya rêber û derdora wî de ne, dibin “pêwîstiyeke dîrokî”. Teorî û pratîk di vê mijarê de wisa dixebite.
Em dibînin ku ev gotin (pejirandin) ne tenê ji aliyê desthilatdariyên otorîter ve, lê ji aliyê mûxalifetê ve jî dikare were pejirandin. Ev rewşeke îbretê ye. Di mînaka Kılıçdaroğlu de tam ev tê jiyandin. Gotina “hişmendiya dewletê” ya ku Kuşoglu ji bo rewakirina tayînkirina qeyûm li ser CHP yê bikar aniye, nîşan dide ku partiya mûxalif rola xwe qebûl kiriye. Asta ku gihîştiyê, ji bo nîşandana asta ku rewşa di pratîkê de tê jiyandin û heta lîderên mûxalifetê jî ji gotina wê ditirsin, di asta dersê de ye.
Ji vir şûn de êdî gotina “hişmendiya dewletê” ne li dijî mûxalifetê, lê ji aliyê mûxalifetê ve ji bo tasfiyekirina xwe bixwe tê bikaranîn, ku ev ji bo îbretê ye. Ev gedişa nenormal, CHP ya di bin rêveberiya Ozgur Ozel de ku Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, bi baldarî piştgirî dikir û bandora kurd-dijberên di nav xwe de hevseng dikir, bi pratîkî digire. Encama vê pir eşkere ye: Abdullah Ocalan, DEM Partî û sosyalîstên hevalbendên wan, di pêvajoya muzakereyê de li hemberî desthilatdariya AKP-MHP yê bêhevalbend dimînin û tên tecrîdkirin. Di heman demê de, CHP ya di bin rêveberiya Ozgur Ozel de jî ji ber rola pir girîng û bi nirx a ku Partiya DEM di pêvajoya muzakereyê de girtiye ser xwe, di encama vê rewşa pratîkî de ji piştgiriya gelê Kurd bêpar dimîne.
Halbûkî, Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku Abdullah Ocalan pêş xistibû, bi rakirina pirsgirêka Kurd a li pêşiya demokratîkbûna komarê û bi pêşbînîkirina entegrasyona Kurdan di komara demokratîk de, rê li ber demokratîkbûna li Tirkiyeyê bi tevahî vedikir. Li ser bingeha vê armancê, pêvajoya dijber a ku niha ava bûye, qey pêvajoyeke pêşîgirtinê ye. Tiştê ku tê xwestin jê re astengî were danîn “rêbûna pêvajoya muzakereyê ber bi demokrasiyê ve” ye û di van şertên demokrasiyê de derbasbûna CHP û mûxalifeta demokratîk a ser desthilatdariyê ye.
CHP ya Ozel a ku hemû hêza xwe dide ser parastina yekîtiya Koma Meclîsê, ez di wê ramanê de me ku dê li hemberî CHP ya Kemal Kiliçdaroglu zêdetir nikaribe li ber xwe bide û dê neçar bimîne ku partiyeke nû ava bike. Ozgur Ozel belkî bi terkkirina CHP’ê ku paşê dîsa vegere, dikare rizgar bibe û bi hemû mûxalifetê re û ya herî girîng hevalbendiya DEM Partiyê pêk bîne. DEM Partiyê jî divê li hemberî van tiştên ku diqewimin bêtir dengê xwe derxîne û helwestê nîşan bide. Ji bo ku mirov heqê wan bide, heta îro helwesta hevserokên DEM Partiyê ji bo xetimandina vê lîstikê hêvîbexş e.










