Bulent Tekin: Ji Serokatiya Windakirî Ber Bi ‘Paqijbûna’ Siyasî Ve

Nîvîskar

NÛPEL – Kemal Kiliçdaroglu, piştî du sal û nîvan derket meqamê xwe yê li qata 12’emîn a avahiya navenda giştî. Alîgirên wî afîşên mîna “Liyakat û edalet” (Şayesteyî û edalet) û “Niha dema pakbûnê ye” daliqandin. Zilamekî 77 salî, mîna roja pêşîn, bi edayeke serkeftî bi rûkenî dikete hundir. Mirov xemgîn in, Tirkiye di nav fikarê de ye; lê ev tişt ne di xema komeke mirovan de ne. Çend sed metre wêdetir jî, serokê giştî yê hilbijartî Ozgur Ozel bi deh hezaran kesan re cejn pîroz dikir.

Mirovekî 77 salî, çima bi zanebûn xwe dixe nav tabloyekê ku ewqas reşbîn e? Îro di vê welatî de hema bêje anketên “mirovê ku herî zêde jê tê nefretkirin” jî tên çêkirin; gelo ev anket çima tên çêkirin? Ev pirs çima tê pirsîn? Di pêvajoya 13 salên birêvebiriya CHP’ê de, piştî windakirina 12 hilbijartinan, ji aliyê delegeyên xwe ve daxistina ji serokatiyê… Ev encam tê wê wateyê ku siyasetmedarek bi rêyên demokratîk û bi îradeya partiya xwe hatiye tasfiyekirin.

Gava dadgehê biryara betalkirina mutleq a kurultaya 2023’an bi hinceta ku “îradeya delegeyan hatiye xesbkirin” da, Kılıçdaroğlu ji rewşa “serokê windakirî” derket û bû “serokê ku bi hîle hatibû daxistin û hiqûqê ew îade kir”. Ev rewşa fiîlî, hema bêje veguherî cezayê jêbirina hafizeya binketîbûnê; yanî mîna ku du sal û nîvên dawî qet nehatibin jiyîn. Kılıçdaroğlu tu carî nekarî binketina demokratîk bipejirîne û bhewîne. Ji ber vê yekê jî hewl dide demê vegerîne paş û dîrokê ji nû ve binivîsîne. Desthilatdarî jî tiştê ji destê wê tê kêm nake û di her gavê de alîkariyê dide wî. Jixwe ew di tu hevoka xwe de nabêje “Ez desthilatdariyê dixwazim!”, nikare bêje. Kelîmeyên ku tenê li ser zimanê xwe gerandine “biryara dadgehê“, “pakbûn“, “liyakat (şayesteyî)”, “FETÖ” û hwd. in. Peyva pakbûnê îhtimalen ji ber ku xwedî hêzeke hilweşîner a diyar e, tê bikaranîn.

Lê belê trajediyek tê jiyîn û nayê zanîn ka ev felaket wê li ku derê bisekine. Carinan di çîrokên dramatîk de, fîgurê “qehremanê kor”, ji bo pênasekirina karakterên ku ferq nakin ber bi felaketê ve direven an jî rûyê rastîn ê rûdanan nabînin, tê bikaranîn. Di dramayê de li ser dikê (sehneyê) qehremanekî kor heye: Qehremanê kor dihesibîne ku ber bi sekinandina felaketê ve, ber bi rizgarkirina mirovan ve direve; lê belê felaketa esasî ew kêra di destê wî de ye. Li aliyê ku direve, Xwedê çi dabe, kî derkeve pêşiya wî, wê lê bixe. Tiştê ecêb ew e ku vê êşê û vê tabloya trajedîk, her kesê li ser diko û di salonê de, beriya qehremanê kor dibîne. Bêguman encam felaket e.

Li vê cografyayê ku em jî tê de ne, ji aliyê dîrokî ve, desthilatdarî ne wekî emanetekî, wekî mîrasekî mayînde, wateya jiyanê û sedema hebûnê tê fêmkirin. Kî xwe bi kursî û meqam ve bizeliqîne, berdêla wê çi dibe bila bibe, naxwaze dev jê berde. Çimkî li gorî vê têgihîştinê devjêberdan, dawiya jiyanê ye, mirin e! Ev cureyên siyasetmedaran an jî birêvebiran, xwediyê eşqeke mezin (!) a li hemberî kursî an jî meqam in.

Ez dizanim ku min gotinên pir reşbîn kirin, ji ber vê yekê niha hinekî jî dema kenînê ye:

Rojekê du evîndar bi hev re derdikevin gerê li Taksimê. Jin diçe ku cixarê bikre, evîndarê wê jî di pasajekê de li benda wê dimîne. Jin cixareya xwe dikre û dikeve hundirê pasajê. Lê belê gavavêtina wê û destpêkirina bazdana wê ya mîna ku di pêşbaziya avêtina dirêj de be, dibe yek. Ew çi ye! Hedef bi hemû leza xwe ye; hinekî din wê serî lê bête xistin, bi kulm û pehînan ve têkeve ser evîndarê xwe, çimkî ew bi jinekê re dipeyive. Gelo ew jin kî ye, çi karê wê li wir heye? Lê belê ev hewes wê di qirika wê de bimîne, çimkî evîndarê mêr bi kesî re napeyive; tiştê li pêşberî wî sekinî, ne tiştekî din e ji bilî mankena dikanekê. Ji ber vê bûyerê, jina hesûd di firsenda yekem de diçe cem bijîşkê çavan û bi lezgînî çavhilkeyekê (çavşûşe/gogê çav) dikre. Ji bo xatirê Xwedê, niha ev jin, ne evîndareke hesûd be, nexwe çi ye?

Ez naxwazim bêtir li ser CHP’ê binivîsînim. Ez dizanim ku tiştên diqewimin ne di xema desthilatdariyê de ne. Ji ber vê yekê, li şûna vê, bila DEM Partiya me polîtîkayê pêş bixe. Heta, belkî gotinên Abdullah Ocalan jî, ku texmîn dikim ji vê rewşê nerehet e, werin girtin ber çavan.

Min karî ez hinekî we bikenînim? Ji min ewqas!

Bulent Tekin

Van jî bibîne

 

Centcom: Her du pîlotên helîkoptera ketiye xwarê hatin rizgarkirin
10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar dikeve

Nûçeyên Sereke