NÛPEL – Rûbirûbûn, şahidiya dîrokî, bêdengiya ku di nav qerebalixiyê de dilerize û hestiyariya sedsalan… Ev hevpeyvîn ne tenê bersivandina çend pirsên ji rêzê ye; her wekî rêwîtiyeke kûr, piralî û watedar e di navbera erdnîgarî, hafize, ziman û cîhana hundirîn a afirîneriyeke bêhempa de.
Di qada wêjeya Kurdî ya nûjen de, yek ji pênûsên herî jîr, kûr û serkeftî ya ku di asta herî jor de cih digire, bêguman nivîskar û helbestvan Yildiz Çakar e. Ew bi pênûsa xwe ya xurt, hişê xwe yê tûj û cîhana xwe ya felsefî, ne tenê berheman diafirîne, di heman demê de sînorên ziman û ramanê jî firehtir dike û deriyên cîhana xwe ya efsûnî ya peyvan ji me re vedike.
Di vê hevpeyvîna taybet a ku ji aliyê Nûpel TV’yê ve hatiye amadekirin de, Çakar li ser wateya giranbuha ya nivîsandinê, barekî giran ê mîna “xemgîniyê”, sînorên hiş, mîrateya herî qewîn a li dijî zimanê mêrsalane û şîfaya ku di peyva “hêvî”yê de veşartî ye, bi hûrgulî axivî.
Em we bi vê hevpeyvîna tûj, kûr, felsefî û rûmetdar re bihêlin ku di her bersiva wê de bangawaziyeke mirovî û dildar a mîna “Tu ne bi tenê yî!” di guhê mirov de deng dide.
Li Ser Wêje û Nivîskariyê
Nûpel Tv: Nivîsandin ji bo te stargehek e yan qada rûbûbûn û hesabkirinê ye?
Yildiz Çakar: Nivîsandin dibe ku carinan bibe stargehek, lê ne her car. Ew lêgerîn e, veguherîn e, dermanek e ku gelek birînan dikewîne; carinan jî bixwîn dike…
Nûpel Tv: Di cîhana ku te bi peyvan ava kiriye de, tu herî zêde mêvandariya kîjan hestî dikî?
Yildiz Çakar: Xemgînî!
Nûpel Tv: Dema tu dosyayekê diqedînî, hestê te yê pêşîn sivikbûn e yan valahiyeke nû ye?
Yildiz Çakar: Wekî mirov sivik bibe xuya bike jî, dawiya dawî rê li valahiyê derdikeve.
Nûpel Tv: Wêje, kîjan kêmasiya jiyanê temam dike?
Yildiz Çakar: Jiyana mirovan têra hertiştî nake ku mirov tercube bike an biceribîne. Ji ber vê yekê mirov dixwaze bixwîne û bibîhîse. Wêje di vir de hem temamker e hem jî kêmasiyan nîşan dide. Ligel vê yekê, ji bo yên heyî wateyên nû çêdike. Bo fêmkirinê, bo empatiyê, bo veguherînê ye. Mirov ber bi jibîrkirinê ve diçe, loma wêje (nivîs) nirxên hevpar, başî û qenciyê tîne bîra mirov. Ji dîrokan, ji welatan û ji jiyanên cûrbecûr me digerîne. Berê me dide cudahiyên karakteran, mekanan û kevneşopiyan.
Nûpel Tv: Dema tu dinivîsî, sansora te ya herî mezin hişê te bixwe ye yan hafizeya civakî ye?
Yildiz Çakar: Her du jî…
Nûpel Tv: Gelo xeyala nivîskarekî girantir e, yan tiştên ku şahidî ji wan re kiriye?
Yildiz Çakar: Tiştên ku mirov dibe şahidê wan, ger li ser vîna wan, li ser jiyana wan û li ser xewn û xeyalên wan re be, ji xeyalan girantir in.
Li Ser Ziman û Erdnîgariyê
Nûpel Tv: Bi Kurdî nivîsandin, ji bo te deynê li ser milê mirov ê beramberî erdnîgariyê ye, yan qadeke azadiyê ye?
Yildiz Çakar: Di destpêkê de wekî peywirekê bû, lê niha jiyana min bixwe ye.
Nûpel Tv: Ger tu wêne û xeyala pêşîn a ku te bi zimanê dayîka xwe afirandiye bi tenê peyvekê kurtebîr bikî, dê ew kîjan peyv be?
Yildiz Çakar: Xwîn.
Nûpel Tv: Kîjan tişt herî baş nîşaneya wê hesta “gotinên te yên ji zehmetiyan wêdetir” dike, ku di berhemên te de tê hîskirin?
Yildiz Çakar: Avakirina jiyaneke nû.
Nûpel Tv: Sirgûn yan aîdiyet; dilê nivîskariya te ji bo kîjanê bileztir lê dide?
Yildiz Çakar: Pirseke zehmet e. Ji ber ku ew cihê ez xwe aîdê wir hîs dikim, destûrê nade min ku ez li wir di ewlehiyê de bijîm. Loma jî li wî cihê ku xwe aîd hîs dikim, hem hesta aîdiyete hem jî hesta sirgûniyê di heman demê de dijîm û hîs dikim. Her du têgeh jî dilê nivîskariya min leztir dikin.
Nûpel Tv: Sînor di hişê te de wekî çi pênase dibin?
Yildiz Çakar: Ji gelek aliyan ve mirov dikare vê pirsê pênase bike. Yek ji wan ev e: Cihê ku mirov nebe xwe, ew cih e. Li aliyê din jî, ew cihê herî dijwar ku mirov bixwaze bibîne û nikaribe bibîne ye… Ew cihê ku wate û bersiv lê tune ne…
Nûpel Tv: Gelo rê mirov mezin dikin, yan ew mala pêşîn a ku mirov digere dizivire kê?
Yildiz Çakar: Rê hin mirovan hem diguherînin hem jî mezin dikin. Ev tişt ji bo her kesî ne derbasdar e. Ji ber ku rê dikare hin mirovan ava bike (heyî bike) û hin mirovan jî winda bike. Ev yek bi hişmendî û keda mirov ve girêdayî ye. Loma jî bandora rêyan ji bandora malan mezintir e. Herikîna jiyanê di cihê xwe de li ser hev kom nabe.
Li Ser Hafize, Helbest û Nasnameya Jinê
Nûpel Tv: Gelo jibîrkirin barekî girantir e, yan bi hemû hûrgiliyan ve her tiştî bi bîr anîn?
Yildiz Çakar: Çawa ku ji mirov re jibîrkirina hinek tiştan derman e, carinan ji civakê re jî ev tişt dibe ku bibe derman. Ji ber ku jibîrnekirin û sernegirtina hinek tiştan dikare nebaşiyên mezintir bîne û çêbike. Lê bi tevahî li mijarê nêrîn, bîranîn û nirxandin, ji bo pêwîstiya mirovahiyê divê were kirin. Ne ji bo her tiştî be jî, ji bo bîra civakî carinan jibîrkirin ne tenê bar e, mirin e jî. Di vir de xalên jibîrkirin û bibîranînê esas in. Jibîrkirina çi? Yan bibîranîna çi? Belkî bersiva van pirsan bihêle ku em pirseke din a rasteqîniyê bikin û li gorî wê hewldan û kirinan jî diyar bikin…
Nûpel Tv: Helbest, kîjan sira ku çîrok nikare ji tirsan re bibêje, di sînga xwe de hildigire?
Yildiz Çakar: Helbest, wekî çîrokê servekirî û bi yek wateyê nîn e. Ew derfeta pirwatebûnê û kûrbûnê dide. Belkî rasterast neyne ziman, lê di sînga xwe de hildigire. Ji ber wê, li ser helbestê zêde tê fikirîn. Hemû deriyên girtî, valahiyên çîrokan û peyvên di bin peyvan de veşartî, dibin esasên helbestê.
Nûpel Tv: Wekî jineke nivîskar, dîwarê herî qewîn ê ku te li dijî zimanê mêrsalane yê wêjeyê hûnandiye çi ye?
Yildiz Çakar: Lehengên romanên min, li dijî ziman û feraseta baviksalar çiyayên herî qewîn in.
Nûpel Tv: Ew xem û huzna di berhemên te de hesreta berê ye yan fikarên li ser paşerojê ye?
Yildiz Çakar: Ev huzn, huzneke sed salan e ku bi tevî ruhê min gihîştiye îro. Ji çolan, ji deştan, ji çiyayan, ji konan, ji malan û ji malbatan wekî mîrat ji min re maye.
Nûpel Tv: Tu îlhamê herî zêde di bêdengiyê de dibînî yan di nav qerebalix û hengameya jiyanê de?
Yildiz Çakar: Di bêdengiyê de. Heta di nava bêdengiya ku di nav qerebalix û hengameyan de heye bixwe de jî.
Nûpel Tv: Dengê jinan ê di dîroka devkî de, di kîjan qada wêjeya te ya nivîskî de cih digire?
Yildiz Çakar: Hema hema di hemûyan de. Her çiqas helbestên min nûjen bin jî, di roman û pexşanên min de ev dîrok heye. Bi taybetî di her çar romanên min de: Xezal Xatûn, Çîroka Hût û Sê Xwişk, Siwarên Şev û Rojê, Elîyê Qumarbaz Xwediyê Teyrê Spî çend mînakên vê yekê ne.
Pirsên Kesane û Tûj
Nûpel Tv: Ger pirtûkên te yên “Ev Rê Naçe Bihûştê, Hangar Fünf (Deriyê Winda), Mohra Reş, Bazirganê Xeyalan, Gerîneka Guernicayê, Goristana Stêrkan, Derî û Leylanokê bi tenê hevokek biba, wê ew kîjan hevok biba?
Yildiz Çakar: Tu ne bi tenê yî!
Nûpel Tv: Ger tu vê serdema jiyana xwe bi rengekî binivîsînî, wê kîjan reng biba?
Yildiz Çakar: Bersiva vê pirsê gengaz e ku li gorî her demsalê biguhere. Vê gavê şîn e.
Nûpel Tv: Ger te nenenivîsanda, te yê valahiya cîhana xwe bi çi tije bikira?
Yildiz Çakar: Min ê wêne çêkira.
Nûpel Tv: Ew peyva ku herî zêde birînên te derman dike, te şîfa dike çi ye?
Yildiz Çakar: Hêvî ye!
Nûpel Tv: Ger mîraseke tenê hebe ku tu bixwazî ji paşerojê re bihêlî, dê kîjan pirtûka te be?
Yildiz Çakar: Romana ku ez niha dinivîsim, belkî di siberojê de bixwazim ew be. Lê ji bo niha, “Ev Rê Naçe Bihuştê” ye.
Nûpel Tv: Ger dengekî tenê heba ku hemû çerxa cîhanê bide sekinandin, dê dengê çi biba?
Yildiz Çakar: Naxwazim vê pirsê bi neyênî bibersivînim. Loma jî dixwazim bibêjim: “Kenê zarokekî”.
Nûpel Tv: Ger tu vegerî roja pêşîn a ku te pênûs girtiye destê xwe, te yê kîjan şîretê li xwe bikira?
Yildiz Çakar: Her çiqas ez ji şîretan hez nekim jî, min ê dîsa ji xwe re wiha bigota: Karê xwe bike, av diherike û rêya xwe dibîne!











