NÛPEL – Di çarçoveya hefteya duyemîn a Koma F ya Kûpê Cîhanê ya FIFA 2026’an de, Hollanda û Swêdê li hemberî hev lîstin. Hollanda bi lîstikeke serdest, Swêd bi encama 5-1 têk bir û yekem serkeftina xwe ya di tûrnûvaya îsal de bi dest xist.
Hollanda di deqîqeya 6’an de bi gola Brobbey dest bi lîstikê kir. Brobbey di deqîqeya 17’an de dîsa derket ser sehnê û ferq kir du. Bi vî awayî Hollanda bi encama 2-0 çû bêhnvedanê.
Di nîveka duyemîn de leza Hollandayê kêm nebû. Di deqîqeya 47’an de Gakpo encam kir 3-0, tenê 7 deqîqe şûnde dîsa Gakpo derket ser sehnê û golên xwe yên duyemîn û ya tîmê ya çaremîn tomar kir.
Swêdê di deqîqeya 59’an de bi Elanga tekane gola xwe ya vê şevê dît, lê belê Hollandayê bi gola Summerville ya di deqîqeya 89’an de encama dawî ya lîstikê tescîl kir.
Bi vê encamê re Hollanda puanê xwe derxist 4’an, Swêd jî bi 3 puanan ma.
Di hefteya dawî ya komê de, Hollanda dê bi Tûnisê re û Swêd jî bi Japonyayê re rû bi rû bimîne.










