Li Xarpêtê Lehî Rabû: Rêya Dersîmê Hat Girtin

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (NÛPEL) – Li navçeya Maciranê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, barana zêde bû sedema lehiyê û rêya sereke ya di navbera Xarpêt û Dersîmê de ji her du aliyan ve hat girtin. Welatiyekî ku di nav otomobîla xwe de asê mabû, ji aliyê tîman ve hat rizgarkirin.

Li navçeya Maciranê doh ji nişka ve baraneke zêde bariya. Ji ber bilindbûna asta avê, rêya sereke ya di navbera her du parêzgehan de bi temamî ji kar ket. Lehiyê zirar daxist zeviyên çandiniyê, cihên niştecihbûnê, kargeh, çend dezgehên fermî û her wiha zirar gihand çend otomobîlan jî.

Welatiyek Hat Rizgarkirin

Ji ber girtina rêyê, welatiyek di nav ava lehiyê de, di otomobîla xwe de asê ma. Piştî agahdarkirinê; tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevahengiya polîs, cenderme û karmendên tenduristiyê çûn herêmê. Piştî hewldaneke mezin, tîman ew kes bi silametî rizgar kir û ew şand nexweşxaneyê.

Piştî lehiyê rêya Xarpêt-Dersîmê dîsa ji çûnûhatinê re vebû

Li navçeya Maciranê ya Xarpêtê, ji ber barana zêde lehî rabû û ji ber vê yekê rêya bejayî ya Xarpêt-Dersîmê ji her du aliyan ve ji çûnûhatinê re hatibû girtin.

Piştî girtina rê, tîmên îdareya taybet a bajêr çûn herêmê. Gava ava lehiyê vekişiya, tîman ji bo paqijkirina herî û kevirên li ser rê kom bûbûn, xebateke dijwar da destpêkirin.

Bi qedandina xebatên paqijiyê re ku bi alîkariya makineyên kar hatin kirin, rêya Xarpêt-Dersîmê dîsa ji bo derbasbûna wesayîtan vebû.

Li herêmê, di encama xebatên hatine kirin de herikîna trafîkê asayî bû.

Ji hunermend Dogan Çelik berteka li dijî qirêjkirina Pîrozgeha Dûzgino
14 Hezar Malbatên Koçber Vedigerin Serê Kaniyê

Nûçeyên Sereke