Ji hunermend Dogan Çelik berteka li dijî qirêjkirina Pîrozgeha Dûzgino

NûçeXweza

NÛPEL – Hunermend Dogan Çelik, li pîrozgeha Dûzgino ya li navçeya Qisle ya Dersîmê bal kişand ser qirêjî û xirabkirina hawirdorê. Çelik bertek nîşanî hiştina gor, bendên pêlavan, naylon û parçeyên qumaş da û got: “Ev der warên bav û kalên me, warên dervêşan in. Qirêjkirina zîyaretgehan hem li dijî baweriyê hem jî li dijî heqîqetê ye.”

Hunermendê Dersîmî Dogan Çelik, li Pîrozgeha Dûzgino ku ji bo Elewiyan weke yek ji navendên herî pîroz ên zîyaretê tê qebûlkirin, daxuyaniyek da raya giştî. Çelik diyar kir ku dîmena li devera pîroz ew pir xemgîn kiriye û destnîşan kir ku tiştên weke gore, tûrikên naylon û perperokên ku bi navê “daxwazname û nîyetê” li pey xwe dihêlin, ne di baweriyê de hene û ne jî tên qebûlkirin.

‘Rêya me qebûl nake’

Çelik, bi nîşandana qirêjiya li derdora tûrbeyê fikarên xwe weha anî ziman:

“Em ji bo parvekirina loqmeyên xwe, ji bo niyazkirin û rûmetdayîna rêya bav û kalên xwe tên vir. Lê belê gore, qumaş û naylon li serê pîrozgehên me çi dikin? Kesên ku li vir tûlbendan girê didin û goran dihêlin bila bizanibin ku heqîqet reftareke weha qebûl nake. Weke mirovek ez qebûl nakim, pîrozgeha dervêşan dê çawa qebûl bike?”

‘Ev çiya di komkujiyan de em parastin’

Çelik bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Pîrozgeha Dûzgino û anî ziman ku ev der ne tenê zîyaretgehek e, di heman demê de ji bo gelê Dersîmê sitargehek e. Çelik got: “Ev şikeft û ev çiya di bahoz, baran, sirgûn û komkujiyan de bûn hêlîna gelê me. Em bi xêra vê mîrasa baweriyê ya ku bav û kalên me ji me re hiştine gihîştine îro.”

‘Bawerî di ser siyasetê re ye’

Hunermend Dogan Çelik her weha bang kir ku cihên baweriyê ji nîqaşên siyasî dûr bên girtin û axaftina xwe weha bi dawî kir:

Rêya me ya mirovahiyê ye: “Bawerî di ser siyasetê re ye. Divê siyaset nekeve nav tu navendên baweriyê. Rêya me li ser evîn, aştî, aramî û rûmetê ava bûye.”

Em zarokên ronahiyê ne: “Di baweriya Elewiyan de xweza û ronahî xwedî cihekî mezin e. Dayik û kalên me bi silavkirina rojê dest bi rojê dikirin. Em zarokên çanda ‘Heq eywelah’ ne.”

Bangawazî: “Zîyaretgehên me xirab nekin, wan qirêj nekin. Ev mekan emanetê bawerî û bîra me ya hezar salan in. Xwedî li wan derkevin.”

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Agahiyên nû der barê civîna Sirri Sakik û Erdogan de hatin belavkirin
Li Xarpêtê Lehî Rabû: Rêya Dersîmê Hat Girtin

Nûçeyên Sereke