AMED (Nûpel) – Nivîskara kurd Leylana Sidîq ku ev 20 salin astengdara çavan e di çarçoveya “Hefteya Astengdaran” û “Cejna Zimanê Kurdî” de ji Nupel TV re axivî. Sidîq diyar kir ku ew dinyayê bi ruh û hestên xwe dibîne û bal kişand ser kêmderfetiyên li pêşiya astengdarên çavan.
“Empatî tune ye, ez neçar mam xwe îfade bikim”
Leylana Sidîq di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kêşeya têgihîştinê ya di civakê de û got:
“Min dixwest dinyayê ji kesekî ku qet nabîne re vebêjim, lê ji ber ku di civakê de empatî tune ye, ez neçar mam ku astengdarên çavan ji dinyayê re vebêjim.”
Sidîq destnîşan kir ku ew astengiyan ji bo xwe nake bendewarî û wiha dewam kir: “Dibe ku ez nikaribim nivîsên xwe bixwînim, lê bi vî rengî heta niha min heft berhem nivîsandine. Nivîskar bi dilê xwe dinivîse, ne bi çavên xwe.”
Li Amedê Meş û Bernameyên Taybet
Nivîskar Leylana Sidîq eşkere kir ku di 3’yê Gulanê de bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo balê bikşînin ser rewşa astengdarên çavan, dê meşekê li dar bixin. Meş dê ji ber avahiya Şaredariyê dest pê bike û heta Parka Sumerê bidome. Piştî meşê jî, Leylana Sidîq saet di 14:30’an de dê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bernameyeke taybet li dar bixe.
Bangewaziya ji bo Pirtûkên Dengî
Leylana Sidîq di axaftina xwe de rexne li kêmbûna pirtûkên kurdî yên li ser platformên dîjîtal girt û ev xalên girîng anîn ziman:
• Kêmbûna Pirtûkên Dengî: Li ser platformên dîjîtal pirtûkên dengî yên ji bo astengdarên çavan pir kêm in û divê ev bên zêdekirin.
• Xebatên Şaredariyê: Şaredariya Bajarê Mezin li ser vê mijarê dest bi xebatekê kiriye. Ew ê di demeke nêzik de Pirtûkxaneya bi deng ava bike.
• Eleqeya Civakê: Mixabin eleqeya civakê ya ji bo astengdaran pir kêm e. Tevî ku em ji teknolojiyê sûdê werdigirin jî, piştgiriya civakî lawaz e.
Nivîskar Leylana Sidîq bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi dilopeke ronahî ya dîtinê, armanc dikim ku dinyayê wekî deryayekê bibînim. Ez nivîsandinê ne wekî dîtineke fîzikî, wekî dîtineke kûr û ruhî pênase dikim.”









