Li Darfûrê Êrişên Ezmanî Bêewlekariya Xwarinê Kûrtir Dike

Nûçe

NÛPEL – Li herêma Darfûrê rewşa mirovî, bi zêdebûna êrişên ezmanî yên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de, bi lez xirab dibe. Ji ber xelaya ku hatiye ragihandin û bêewlekariya giran a xwarinê, zehmetiyên ku bi mîlyonan mirov dikişînin hîn kûrtir bûne.

Koma Parêzerên Rewşa Awarte (Emergency Lawyers) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrişeke ezmanî ya artêşa Sûdanê de li ser kampa Al-Hamidiyah a li bajarê Zalingei (li eyaleta Darfûra Navîn), 6 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne ku rewşa hinek ji wan giran e. Hat diyarkirin ku kampa rastî êrişê hatiye, wargeheke sivîl e ku xizmetên bingehîn ên mirovî lê dihatin peyda kirin. Di daxuyaniyê de her wiha hat bibîrxistin ku ev ne êrişa yekem e; di meha Adarê de nexweşxaneya El Daein jî ji aliyê artêşa Sûdanê ve hatibû bombebaran kirin û ev yek wekî yek ji komkujiyên herî giran ên li ser sivîlan hat pênasekirin ku ji destpêka şerê Nîsana 2023’an û vir ve pêk hatiye.

Êriş hat şermezarkirin

Saziyên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY), êriş bi tundî şermezar kir. Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY li Sûdanê, ev celeb êriş wekî “bi temamî nayên qebûlkirin” pênase kirin. Her wiha gelek pêkhateyên sivîl û siyasî yên li Sûdanê jî daxuyaniyên şermezarkirinê belav kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina sivîlan ji “êrişên hov ên balafirên şer” bi lezgînî destwerdanê bikin.

Bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da

Li Darfûrê ku bi giranî di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez de ye, ji ber şerê bi artêşa Sûdanê re ku zêdetirî sê sal in berdewam dike, hilweşînek mirovî ya bêhempa tê jiyîn. Di vê pêvajoyê de bi deh hezaran kes mirin û zêdetirî 11 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn.

29 mîlyon kes di bin metirsiya birçîbûnê de ne

Krîza mirovî, bi ragihandina xelayê li herêmên Darfûr û Kordofanê hîn girantir bû. Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), li welat nêzî 29 mîlyon kesî (ango ji sedî 60-ê nifûsê zêdetir) rû bi rûyê bêewlekariya xwarinê ya giran in. Li gorî texmînên NY, ji destpêka salê û vir ve ji ber êrişên ezmanî yên dijwar û bi taybetî bikaranîna balafirên bêmirov (SÎHA), zêdetirî 700 kesî jiyana xwe ji dest dane.

/Çavkanî: JinNews/

Van jî bibîne

 

Nivîskar Leylana Sidîq: “Ez bi dilê xwe dinivîsim, ne bi çavên xwe”
Lêpirsîna li ser Şaredariyê: Qeyûm û 45 gumanbar li dadgehê ne

Nûçeyên Sereke