Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

NÛPEL – Dengbêj û mamosteyê zimanê Kurdî Muhyedîn Dûymak ku ji zarokatiya xwe heya niha stranên dengbêjiyê kom dike, bang li çapxaneyên Kurdî kir ku 425 stranên dengbêjiyê yên ber bi windabûnê ve diçin, bikin pirtûk.

Di dîroka mirovahiyê de beriya ku nivîs were dîtin, mîrateyên mirovahiyê yên ziman û çandî bi devkî radestî nifşên nû dihatin kirin. Piştî ku nivîs derket, gel û neteweyên cîhanê mîrateyên welatê xwe yên çandî bi nivîsê nemir kirin. Her çiqas dereng jî be, gelê Kurd îro ziman û çanda xwe bi awayê nivîskî ji bo nifşên pêşerojê wekî mîrate dihêle û bi vî awayî nirxên ku di nava hezaran salan de ava bûne, diparêze.

Her çiqas xebatên berbiçav ên bi nav û deng hebin jî, di aliyê dengbêjiya Kurdan û tomarkirina qeydên stranan de qelsiyek heye; ji ber vê yekê ev stran hêdî hêdî ji holê radibin û winda dibin. Bi hezaran stranên dengbêjiyê, çîrok û serpêhatî heya roja me ya îro hatin û li dijî tunebûnê li ber xwe dan.

Muhyedîn Dûymak ji gundê Deşta Lala ye û gundê wî di sala 1992’yan de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hat valakirin. Dema ku Muhyedîn Dûymak li gund dijiya, tevlî gelek şevbihêrkên dengbêjiyê dibû û niha jî dengbêjiyê dike. Piştî ku gundê wan hat valakirin, wî berê xwe da Cizîrê û jiyana xwe li vir berdewam dike.

Ji gundê xwe koçber bû lê dev ji xebata xwe berneda

Muhyedîn Dûymak dema li gund bû û piştî ku koçî Cizîrê kir jî stranên dengbêjiyê berhev kirin. Lê ji ber ku xwendin û nivîsandina Kurdî nedizanî, ev yek ji bo berhevkirinê dibû astengeke mezin. Muhyedîn Dûymak di sala 2009’an de ji bo ku karibe stranên jiberkirî derbasî ser kaxizê bike, dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî kir û bi vê yekê re sînordar nema, bû mamosteyê zimanê Kurdî jî. Îro hem dengbêjî û berhevkariyê dike, hem jî mamostetiya zimanê Kurdî dike û zarokan fêr dike.

Fêrî xwendin û bikaranîna kompîtirê bû

Muhyedîn Dûymak diyar kir ku dema wî karê berhevkirinê dikir, rastî gelek astengiyan dihat û wiha behsa wan deman kir: “Bi rastî min gelek êş û jan kişandin. Ji ber wê yekê di sala 2009’an de min bi ciwanan re dest bi perwerdeya Kurdî kir û piştre ez fêrî bikaranîna kompîtirê bûm. Min ev hemû ji bo karê berhevkirina stranên dengbêjiyê kirin.”

Muhyedîn Dûymak destnîşan kir ku wî heya niha di gelek beşên dengbêjiyê de bi sedan stran berhev kirine û derbarê xebatên xwe de wiha got: “Gelek miqamên dengbêjiyê hene û heya niha min 425 stran kom kirin û derbasî kompîtirê kirin. Lê gelek stran jî hene ku min hêj ew sererast nekirine.”

Berê me 3 şev û rojan stran digotin û dîlan digirt

Muhyedîn Dûymak da zanîn ku gelek stranên dengbêjiyê li ber windabûnê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi piranî ez stranên ku êdî nayên gotin kom dikim. Berê di şahiyan de, di şînan de gelek stran dihatin gotin, lê îro kêm bûne. Demên berê dema dawet çêdibûn, me 3 roj û şevan dengbêjî dikir, dîlan digirt; niha di dawetan de ji bilî çend stranan tiştek nayê gotin. Ji ber wê jî dîlan gelekî qels derbas dibin. Stranên tên gotin jî nîvco tên gotin; gelek hunermend stranên dengbêjiyê di dîlanan de nîvco dihêlin, ji ber ku ew tenê wisa dizanin.”

17 sal in stranan kom dike lê nikare bide çapkirin

Muhyedîn Dûymak bilêv kir ku tu kes an jî sazî bi awayekî rêkûpêk li dengbêj û dengbêjiyê xwedî dernakeve û wiha pê de çû: “Mixabin qedrê dengbêj û dengbêjiyê baş nayê zanîn û tu kes lê xwedî dernakeve. Vaye 17 sal in ez vî karî dikim lê min heya niha nekarî li gorî dilê xwe van stranan wekî pirtûkekê bidim çapkirin. Ger heya niha min nekarîbe bi awayekî dilrehet vê xebatê bidim çapkirin, ev jî cihê pirsê ye. Bi vê xebatê armanca min ew e ku di aliyê dengbêjiyê de çavkaniyek hebe.”

Derfet hebin dê ji çar parçeyên Kurdistanê kom bikim

Muhyedîn Dûymak got ku wî heya niha li Herêma Botanê stranên dengbêjiyê kom kirine û ev gotin li axaftina xwe zêde kirin: “Dil dixwest ez li hemû deverên Kurdistanê bigerim û stranên dengbêjiyê kom bikim, lê bi derfetên xwe min tenê li Herêma Botanê ev xebat meşand. Ger derfet hebin, ez dixwazim li her çar parçeyên Kurdistanê bigerim û kar berfirehtir bikim.”

Bila hemû ciwanên Kurd li dengbêjiyê xwedî derkevin

Muhyedîn Dûymak herî dawî bang li ciwanên ku bi dengbêjiyê re eleqedar dibin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rastî ev banga min ne tenê ji bo ciwanên ku eleqeyê didin dengbêjiyê ye. Ez bang li her ciwanekî Kurd dikim ku li dengbêjiyê xwedî derkevin û dema eleqedar bûn jî, biçin saziyên çand û hunerê, fêrî her cure miqamên dengbêjiyê bibin.”

Çavkanî: AW

Van jî bibîne

 

Li Stenbolê Qezaya Trafîkê: Sê Kesan Jiyana Xwe Ji Dest Da

Nûçeyên Sereke