Li Stenbolê “Konferansa di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” tê lidarxistin.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di konferansê de li ser mijara “Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Xwecihî Ber bi Komara Demokratîk ve” axivî. Turk qala serdaneke xwe ya li cem Turgut Ozal kir û da zanîn: “Ozal got, jê re (Abdullah Ocalan) wiha bibêjin: Bi çekan çareserî nabe, divê siyaseta demokratîk were mezinkirin.”
Ahmet Turk tecrubeyên xwe parve kirin û anî ziman:
“Ji ber ku em beşdarî Konferansa Kurdan a Parîsê bûn, em ji CHP’ê hatin îstifakirin. Me ji bo pêkhateyeke nû hewl da. Dema me HEP ava kir, Kurd lê xwedî derketin. Ew hevalên me yên hêja neçar man xwe bi paş ve bikişînin. Ji HEP’ê heta niha 8 partî hatin girtin. Me her tim parast ku gelên Kurd û Tirk di nirxên demokratîk de bigihêjin hev. Me paşerojeke azad û demokratîk parast. Ji HEP’ê û vir ve me her tim heman tişt parast. Me siyaseta demokratîk parast û em jê venegeriyan.
Bi taybetî di salên 1994-1995an de em rastî kuştinên kiryarnedyar hatin. Me hevalên xwe yên wekî Musa Anter û Mehmet Sincar winda kirin lê me israr kir. Me bawer kir ku çareserî di siyaseta demokratîk de ye. Ji bo dabînkirina aştiya civakî, me biryara têkoşîna hevpar a bi tevgerên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re da. Îro jî em wisa tevdigerin.”
Gotinên Turgut Ozal
Ahmet Turk diyar kir ku “hemû pêvajo ji bo me gelekî girîng in” û wiha berdewam kir:
“Tevgera Kurdan bi giştî ji bo aştiyeke birûmet ramanên xwe bi eşkereyî anîn ziman. Niha ez dixwazim di vê pêvajoyê de hinek bîranînên xwe vebêjim. Di sala 1993yan de me daxuyaniyek belav kir û me ragihand ku em dê herin Şamê û bi Birêz Ocalan re bicivin. Piştî daxuyaniyê, em çûn serdana Turgut Ozalê rehmetî.
Ozal got: ‘Çûyîna we biryara we ye; lê belê eger hûn herin, jê re (Abdullah Ocalan) wiha bibêjin: Bi çekan çareserî nabe, divê siyaseta demokratîk were mezinkirin. Divê mirov li polîtîkayeke lihevkirinê bigere. Ez wekî Suleyman Demirel ne tirsonek im. Her kes dê were, daxwaznameyê bide, zerf dê girtî bimîne. Eger di nava 5 salan de sûcekî nekin, dê zerf werin rakirin.’”
‘Nexşerê Ne Diyar E’
Ahmet Turk axaftina xwe wiha domand:
“Ez çima qala vê yekê dikim? Hîn pêvajoyek tune bû, wî hewl dida bibêje ka dikarin çi bikin û pêşniyar dê çi bin. Lê belê ji 27ê Sibatê ve, ji daxuyaniyên Birêz Ocalan û vir ve, tevî ku hevdîtinên di asta bilind de hatine kirin jî, em nizanin nexşerê çi ye, hêvî çi ye û ew bi xwe çi difikirin.
Helbet ji bo ku ev pêvajo bibe aştiyeke mayînde, em dê wekî Kurd û wekî siyaseta Kurdan bi sebir li bendê bin. Kurd dê nebin aliyê ku vê pêvajoyê xera dikin. Em dê bi sebir bişopînin, lê belê em dibînin ku di nav civakê de jî bêbawerî çêdibe. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo bi ser bikeve û astengiyên li ber aştiya civakî werin rakirin.
Ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe, pêdiviya me bi demokrat û sosyalîstên hêja yên Tirkiyeyê heye. Em dikarin bi hev re vê rûpelê derbas bikin. Ez hêvî dikim ku piştî vê konferansê em derfeteke wisa bi dest bixin û em wekî hêzeke girîng a zextê derkevin holê daku siyaset û hikûmet gavan biavêjin.”
“Pirsgirêka Kurdan Ez Im”
Ahmet Turk li ser tayînkirina qeyûman jî wiha got:
“Behsa qeyûman dikin; YSK’ê di her sê deman de jî diyar kir ku li ber namzediya min ti asteng nînin. Ez sê caran bûm namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, lê li şûna min qeyûm hat danîn.
Dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’; ez mînakê ji xwe didim. Ez zarokê malbateke wisa me ku li Kurdistanê erdên me yên fireh hene, lê nasnameya min nîne. Zimanê min nîne, gelê min tune tê hesibandin. Nexwe Pirsgirêka Kurdan ez im. Ez dibêjim Pirsgirêka Kurdan li vir e.”
“Em Nebûn Cudaxwaz”
Ahmet Turk di dawiya axaftina xwe de anî ziman:
“Me di dirêjahiya jiyana xwe de cudaxwazî nekir, me hewl da em bibin yekker. Me biratiya gelan parast. Tevî hemû polîtîkayên zilmê jî em hîn jî vê yekê diparêzin. Em ji siyaseta demokratîk venegeriyan. Me bawer kir ku pirsgirêk dikarin bi siyaseta demokratîk werin çareserkirin. Em naxwazin vê baweriya xwe winda bikin.
Ez dixwazim bangî hemû aktorên ku vê pêvajoyê bi rê ve dibin bikim: Heyf e; heyfa gelê Kurd e, heyfa gelê Tirk e. Bibin yekker, gelan hembêz bikin û bi projeyên ku paşerojê garantî dikin derkevin pêşberî civakê.”
Çavkanî: Rûdaw










