Li Kolnê Coşa Festîvala Yekîtî û Pişgirtinê

NÛPEL – Li bajarê Kolnê yê Almanyayê, “Festîvala Vekirî ya Yekîtî û Pişgirtinê” ku li qada Tanzbrunnenê hat lidarxistin, bi beşdariya hezarane kesan bi coşeke mezin derbas bû. Festîvala ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DİDF) û DİDF-Ciwan ve hat organîzekirin, çand, muzîk û bangên pişgirtina civakî anîn cem hev.

Bernameya ku ji çalakiyên zarokan heta konseran, ji axaftinan heta nîşandanên çandî gelek beşên cihêreng dihewand, rastî eleqeyeke mezin hat.

Bi Peyamên Ked û Aşitiyê Dest Pê Kir

Festîval bi axaftina Şaredara Kolnê Derya Karadağ dest pê kir. Di axaftinên vekirinê de peyamên li ser yekîtî, pişgirtin, têkoşîna kedê û aşitiya civakî derketin pêş.

Ji bilî nûnerên şaredariyê, nûnerên fabrîkaya VW û Klinikum Dusseldorfê jî di çalakiyê de cih girtin. Her wiha Parlamentera Ewropayê ya Partiya Çep (Die Linke) Ozlem Alev Demirel, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyit Aslan û Endamê Lijneya Rêveberiya DİDFê Yucel Ozdemir jî bi axaftinên xwe bal kişandin ser girîngiya demokrasî, wekhevî û pişgirtina navneteweyî.

Li Ser Dikkê Koma Mogollar û Hunermendên Navdar Hebûn

Bernameya muzîkê ya ku ji aliyê temaşevanan ve bi çendîn caran hat çepikandin, bi performansa Koma Kontrastê dest pê kir. Piştre hunermend û komên wekî: Kai Degenhardt, Arbeiterkinder, Mustafa Ozarslan, Agirê Jiyan, Gaye Su Akyol sahne girtin.

Fînala şevê ya bi coş jî ji aliyê koma efsanewî ya rocka herêmî Moğollar ve hat kirin.

Ji Bo Her Temenî Çalakî Hebûn

Qada festivalê tenê bi muzîkê sîndardar neman; di nava rojê de ji bo zarokan bernameyên taybet, pêşangeh, nîşandanên huner û dansê, stantên pirtûkan û xebatên grafîtiyê hatin nîşandan.

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

BAN’ê 10-Salîya Damezirandina Xwe û Roja Aştiya Navxweyî li Amedê Pîroz Kir
Tirkiyeyê Kupa Cîhanê bi Têkçûnê Dest Pê Kir: Tirkiye: 0 – Awistralya: 2

Nûçeyên Sereke