Sakik: Daxwaza hevpar a gelên Tirkiyê bi dawîbûna şer e

Nûçe

🔴Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirîyê Sirri Sakik ragihand, ku ew bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiyaye.

Di 27’ê Sibata 2025’an de, bi banga Rêberê Damezirîner ê PKK’ê Abdullah Ocalan, pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir.

Tevî ku ev nêzî sal û nîvekê pêvajo berdewam dike jî, hêj dewletê gaveke şênber neavêtiye.

Di wê navberê de, Parlamenterên DEM Partiyê hem hevdîtin pêkanîn, hem jî daxuyanî dane.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirîyê Sirri Sakik ragihand ku ew bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya ye û diyar kir ku di hevdîtinê de wan li ser pêvajoya aştiyê û pirsgirêkên aborî û civakî yên herêmê nîqaş kirine.

Sirri Sakik der barê hevdîtinê de, li ser hesabê xwe yê X’ê ev peyam belav kir:

“Min di hevdîtinê de ji bo daxwaza gelê me ya aştî, demokrasî, edaletê û ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêwîstiya bi avêtina gavên şênber ragihand.

Min anî ziman ku daxwaza hevpar a gelên Tirkiyê jî bi dawîbûna şer e.

Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên weke aborî, koçberî, betalî û xwegihandina mafên tenduristiyê, min pêşniyarên xwe anîn ziman.

Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin piştgiriya çareseriya pirsgirêkan bike û spas dikim.”

Oluç: Ger lihevkirinek pêşîn çêbibe qanûn dê zû ji meclisê derbas bibin

Endamê Komîsyona Parlamentoyê ya DEM Partiyê û Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Rêberê Damezirîner ê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de ya bi şandeya DEM Partiyê re hevoka “Qanûna Çarçoveyî” bi kar aniye û got:

‘Qanûna çarçoveyî xala sereke ye’

“Ev qanûna çarçoveyî, bi esasî weke qanûneke ku li ser çawaniya berdewamkirina jiyana mirovên a ku di nav avahiyekê de hatiye organîzekirin, disekine.

Bi taybetî, divê were bersivandin, ka ew ê bi ti awayî cudakariyê bike yan jî ew ê qanûneke berfireh be, ku her kesî digire nav xwe.

Berî ku ev qanûna çarçoveyî were derxistin, guhertinên li qanûnên din, ango qanûnên heyî, ne pir watedar e.”

Hevdîtina bi partiyên siyasî re 

Saruhan Oluç ji CHP’ê xwest ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê û rê nede ku heman tişt dîsa dubare bibin û bang li AKPê jî kir ku ji bo derxistina qanûnan gavan biavêjin.

Temellî: “Divê demildest şert û mercên azad ên birêz ocalan pêk werin”

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî der barê geşedanên di rojevê de û li ser gavên qanûnî yên ku dê werin avêtin wiha axivî.

“Divê desthilat demildest gavên pêwîst biavêje.

Civak li benda çêkirina van qanûnan e.

Ji ber ku sedema van krîzên aborî û edaletê jî pirsgirêka Kurd e.

Ji bo wê jî divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin û qanûnên pêwîst bên çêkirin.”

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Li kelha dîrokî ya ku 36 sal in ji gel re girtiye kolan tê kirin
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak hat girtin

Nûçeyên Sereke