Li kelha dîrokî ya ku 36 sal in ji gel re girtiye kolan tê kirin

Nûçe

NÛPEL – Li Colemêrgê, di demekê de ku li Kelha Bayê ya dîrokî ya ku 36 sal in ji gel re girtiye xebatên kolanê berdewam dikin, li derdora kelhê çêrandina heywanan jî hat qedexekirin.

Li Kelha Bayê ya ku 7-8 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye û tê diyarkirin ku di navbera salên berî zayînê (B.Z.) 1200-550’an de hatiye avakirin, xebatên kolanê tên kirin. Kelha ku di sala 2006’an de ji bo polîs û leşkerên tevgera taybet nuqteya çavdêriyê lê hatibû avakirin, wekî herêma baregeha leşkerî tê bikaranîn. Di demekê de ku xebatên kolanê yên bi mehan e li kelha 36 sal in ji gel re girtî tên kirin ji raya giştî tên veşartin, texribata ekolojîk a li derdora wê balê dikişîne. Di dîmenan de xuya dike ku ji ber fealiyetên kolanê yên li derdora kelhê dest pê kirine, li herêmeke fireh rê hatine vekirin, qadên zinarîn hatine parçekirin û xwezaya herêmê bi giranî hatiye texribkirin. Tê diyarkirin ku xebatên bi makîneyên kar tên kirin demeke dirêj e berdewam dikin û hat ragihandin ku agahî nedane karkerên li herêmê dixebitin ka armanca vê kolanê çi ye.

ÇÊRANDINA HEYWANAN HAT QEDEXEKIRIN

Welatiyan diyar kir ku mêrgên li derdora Kelha Bayê ku berê heywanên xwe lê diçêrandin jî hatine qedexekirin. Welatiyan destnîşan kir ku piştî girtina qadên mêrgan êdî nikarin heywanên xwe biçêrînin. Welatiyan da zanîn ku ji ber şimitîna axê û rêyên ku li herêma çiyayî ya kolan lê tê kirin hatine vekirin, xwezaya herêmê zirarê dibîne û bal kişandin ku xebat bi awayekî şefaf nayên meşandin. Heta niha di derbarê naveroka projeyê û ka ev fealiyet ji aliyê kîjan saziyê ve tên meşandin de tu agahdarkirineke fermî nehatiye kirin.

DÎROKA KELHA BAYÊ

Dîroka kelhê xwedî rabirdûyeke rûniştî ye ku heta Serdema Hesinî (B.Z. 1200 – 550) diçe. Kelha Bayê ya ku li aliyê başûrê navenda Colemêrgê û 7-8 kîlometreyan dûrî navendê ye, li ser girekî asê û zinarîn ê 2 hezar û 25 metre bilind hatiye avakirin. Ev kelh ji aliyê Emîrtiya Colemêrgê ve wekî navendeke çalak a rêveberî û parastinê hatiye bikaranîn. Tevnên mîmarî yên li kelhê heta asteke mezin xerûbûyî ne. Lêbelê di beşa herî jor de, di xeta rojhilat-rojava de şopên dîwaran ên ku bi kevirên moloz û marta xorasaniyê hatine hûnandin hatine dîtin. Parçeyên seramîkê yên ku li hawirdorê belav bûne nîşan didin ku ji Serdema Hesinî û heta dawiya Serdema Navîn li vir jiyan û niştecihbûn hebûye. Ji bilî tugh û seramîkan, parçeyekî kevirî ku li ser xaç û xemlandin hene û motifên şêweyê laleşewbger (guldaxwîn) ên li ser zinaran hatine kolan, bermayiyên din ên kelhê pêk tînin. Kelh ev salên dirêj in wekî herêma baregeha leşkerî tê bikaranîn. Di sala 2006’an de jî ji bo Tevgera Taybet nuqteya çavdêriyê lê hatibû avakirin. Kelh 36 sal in ji bo serdana gel qedexe ye.

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Mordem Zel: Şopa Rastiyê di Navên Cografîk de: Analîza Etîmopolojîk a Herêma Dersîmê
Sakik: Daxwaza hevpar a gelên Tirkiyê bi dawîbûna şer e

Nûçeyên Sereke