NÛPEL – Bi beşdariya gelek saziyên jinan û azadîxwazan, çalakvana jin Yenar Mihemed bi merasîmekê hate bibîranîn.
Di saetên êvarî de, li Otêla Ramada ya Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê), Saziya Azadî ya Jinan a Iraqê û Rêxistina Alternatîf a Komunîst a Iraqê, bi dirûşma “Şoreşa Yenar Mihemed berdewam e”, çalakiyek ji bo bibîranîna Yenar Mihemed li dar xistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre daxuyaniya Tora 8’ê Adarê ji aliyê Ala Kemal ve hate xwendin. Di berdewamiya merasîmê de, daxuyaniya Sêwana Rêxistinên Serbixwe yên Jinan ji aliyê Bihar Munzîr ve hate xwendin.
Hêjayî bibîranînê ye ku Yenar Mihemed, çalakvana jin a li Iraqê naskirî, di sala 1960’î de li Bexdayê ji dayik bûye. Wê beşa endezyariyê xwendiye û mastera xwe jî li Zanîngeha Bexdayê temam kiriye. Yenarê weke çalakvaneke mafên jinan kar kiriye û Rêxistina Azadî ya Jinan ava kiriye. Yenar Mihemed di 65 saliya xwe de, di 2’yê Sibata 2025’an de, li ber derê mala xwe hate qetilkirin.

Çavkanî: Rojnews










