Bîranîna Madimakê: Em rûbirûbûn û dadmendiyê dixwazin

Nûçe

NÛPEL – Nûnerên rêxistinên Elewiyan ên ku ji bo 33’yemîn salvegera Komkujiya Madimakê hatin ba hev, gotin, “Em îro ne tenê ji bo bîranînê, em hatin ku hesab bipirsin.”

Di 33’yemîn salvegera komkujiya ku 33 rewşenbîr di encama şewitandina Otela Madimakê ya li Sîwazê de hatibûn qetilkirin de, komeleyên Elewiyan bi şîara “Sîwazê jibîr neke, nedibîrîne”, li Stenbol Kadikoyê, li ber Operaya Sureyya ber bi peravê ve meşiyan. Di meşa ku wêneyên kesên hatine qetilkirin hatin hildan de, dirûşmên “Sêwazê jibîr neke, nedibîrîne” û “Mil bi mil li dijî faşîzmê” hatin qîrkirin. Beriya daxuyaniya çapemeniyê, ji bo kesên hatin qetilkirin deqeyek rêzgirtin hat kirin, şîn hatin xwendin û semah hat gerandin. Di bîranînê de Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê, Komeleyên Çanda Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Arife Çinar û Hevpeymanê HDK’ê Ali Kenanoglu amade bûn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Pisporê Rêxistinbûnê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Gulsev Kaya ve hat xwendin. Gulsev Kaya, kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî bibîr anî û wiha got: “Îro 21ê Hezîranê ye; em li çar aliyê Tirkiyeyê û cîhanê, bi canên ku dilê wan ji bo dadmendî, azadî û wekheviyê lê dide, careke din li meydanan in. Li gelek bajarên welatê xwe, ji Brîtanyayê heta Awustralyayê, ji gelek bajarên Ewropayê heta Qibrisê, em bi helwesta pîrên xwe ya serî netewînin meydanan tijî dikin. Em careke din bi banga xwe ya ji bo dadmendî û hemwelatiya wekhev hatin ba hev. Em îro nehatine vir ku tenê canên xwe yên 33 sal berê winda kirine bibîr bînin. Em îro hatine vir ku hesab bipirsin, rûbirû bibin û ji bo guhertina talihê reş ê van axan mil bi mil bidin! Em hatin ku şermêrziya zîhniyeta paşverû, nijadperest, yekparêz, înkarker û komkujker li ber çavên çapemenî û gelê xwe li rûyê wan aliyên tarî bidin. Em li vir in ku wê agirê di dilê me de 33 sal in venemiriye, bikenînin.”

‘MADIMAK DIVÊ BIBE MUZEYA ŞERMÊ’

Gulsev Kaya, daxwaza xwe ya ku Otela Madimakê ya ku 33 kes lê jiyana xwe ji dest dan, bê şert û merc bibe “Muzeya Şermê” dubare kir û got: “Îro em li vê meydanê careke din dengê xwe li dewlet û hikûmetê radigihînin: Ew cihê tarî yê ku canên me lê hatin qetilkirin, mirovahî lê hat şewitandin, yanî Otela Madimakê divê demildest bêyî ‘eger’ û ‘lê’ bibe MUZEYA ŞERMÊ! Li hemberî kesên ku dixwazin bîra gelan jê bibin û aqilê serdest ê ku hewl dide komkujiyê bide jibîrkirin; heta ku ew avahî bibe nîşaneya rûbirûbûna vî welatî, em ê ji vê daxwaza xwe qet dest bernedin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

ÎZMÎR

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û pêkhateyên Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), li Îzmîrê li ber ÎZBANa Karşiyakayê hatin ba hev û bi pankarta “Em ê ne yên şewitandin û ne jî yên ku wan beraat kirin efû nekin. Li hemberî dorpêça şerîetxwaz û faşîst, werin canan em bibin yek”, meşek ber bi deriyê Çarşiya Karşiyakayê ve pêk anîn. Gelek caran dirûşmên “Ronahiya Sîwazê venamire”, “Mil bi mil li dijî faşîzmê” û “Sêwazê jibîr neke, nedibîrîne” hatin qîrkirin. Beriya daxuyaniya çapemeniyê rêzgirtin hat kirin û navên kesên li Madimakê hatin qetilkirin hatin xwendin. Gelek rêxistinên Elewiyan, rêxistinên civaka sivîl û welatî beşdarî bîranînê bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Hasan Gulum ve hat xwendin.

Piştî daxuyaniyê, beşdarên bîranînê tembûr lêdan û deyiş gotin. Piştre semah hat gerandin. Bîranîn bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Spanya li hemberî Erebistana Siûdî golbaran kir: 4-0
Çetin Arkaş: Pêvajo dê derbasî hemû gelan bibe

Nûçeyên Sereke