🔴 Di ser Peymana 29’ê Çileyê re 4 meh derbas bûn, lê hîn jî dosyaya dîlgirtiyan negihîştiye ti encamê. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dosyaya dîlgirtiyan li dijî wan weke zextê bi kar tîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî der barê entegrasyonê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî.
Mazlûm Ebdî li ser Peymana 19’ê Adarê, xalên wê û dîlgirtiyên di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de nirxandin kir û ev agahî dan:
“Li gorî hin çavkaniyan, hejmara dîlgirtiyên ku nehatine serbestberdan derdora 400’î ye. Hinek ji wan sivîl in û hinek jî şervan in.
Di 10’ê adarê de, koma yekem a dîlgirtiyan a ku ji 100 kesî pêk dihat, li beramberî 100 kesên nêzî hikûmetê serbest hat berdan.
Koma duyem a dîlgirtiyan jî ya ku ji 300 kesî pêk dihat di 19’ê adarê de, li beramberî 300 dîlgirtiyên hikûmetê serbest hat berdan.
Koma sêyem a dîlgirtiyan a ku ji 400 kesî pêk dihat, di 11’ê nîsanê de, li beramberî 91 dîlgirtiyên hikûmetê serbest hat berdan.
Koma çarem a dawîn di 8ê gulanê de serbest hat berdan û hejmara wan jî 232 kes bûn.
Hinek berpirsên hikûmeta Veguhêz a Sûriyê daxuyandin ku beriya Cejna Qurbanê ew ê dosyaya dîlgirtiyan bi dawî bikin.”
Cîgirê Wezîrê Prastinê yê Hikûmeta Veguhêz Sîpan Hemo di daxuyaniyeke xwe de li ser dosyaya dîlgirtiyan wiha gotibû:
“Hikûmeta Îstismarkirina malbatên dîlgirtiyan tiştekî baş nîne.
Aliyên têkildar bi rêyên fermî û li ser asta wezaretê dixebitin, da ku dosyaya dîlgirtiyan çareser bikin.”
Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li herêma Cizîrê û Kobanê, rojane malbatên dîlgirtiyan çalakiyên xwepêşandanê li dar dixin û daxwaza zarokên xwe dikin.
/Çawkani: nucetv.net/










