Hunermend Sakina Teyna, ya ku di muzîka Kurdî de bi şîroveya xwe ya taybet û performansa xwe ya serkeftî dertê pêş, bi albûma xwe ya nû “Sûret” ku ji 9 berhemên pêk tê, bi hezkiriyên muzîkê re dicive. Single (tekane) ya yekem ku navê xwe daye albûmê, êvara îro li ser hemû platformên dîjîtal tê weşandin…
NÛPEL – Sûret, çîroka rûyek û wêneyekî. Her wesa, ew li ser dîwarên mala hemû Kurdîstanîyan e, yan jî ew çîroka bêdengîyê ye, bêdengîya rûyên hatine veşartin di nav rûpelên nepen yên albuman de. Hindek mirov bi tenê ji bo seredaneke kurt dihêne jîyanê. Diçin, bêyî ku yadîgarîyan berhev bikin, navên xwe belav bikin, rûyên xwe bernîyas bikin.
Bi tenê sûretên wan hene ji bo paşeroja bê dem. Sûret û bîrhatinên wan mane di bîrdanka yên mayî de. Çîrok, kûrtirin ji hemû tiştên nîvçemayî. Eve demek dirêje Kurdistan bûye welatê mirovên bê xatir çûyî. Lê belê her çûnek nebû egera boşatîyekê; Birînên xedar, dews û şopên kûr hêlan.
Ev album, ji wan dengan pêk hatîye ewên ku li dor van şûnwaran gerîyane. Sûret ji şîna van rûyan çê bû ewên ku li ser dîwarê demê hatîne hilastin. Ev rû careke din zêde nabin, dê her û her di wê bîstikê de bimînin ew bîstika ku tê de asê mane. Ev hêza xwe ji wan sozan, ji yadîgarîyên ku ji wan mayî, ji wan hêvîyên ku hêjta sax û gorepanên xweragirîyê, werdigire. Merama sûretê; werçerxana peyv û awaza wan sûretane ewên ku li dûv xwe çi sûretek nehêlane. Rêdana wê yekêye ku da bikare wan bîstikên sînordar berçav bike, şûna temaşeyê guhlêgirtin, şûna bêdengîyê bîhistinê zal bike. Di nava deng, rû û sûretan de; Ev pêşekîyeke muzîkal ya niha berdest, bi ked û rencên gelek mirovên hêja û berhevtî ronahî dîtî ye.










