NÛPEL – Dadweriya Îranê ragihand ku du girtiyên siyasî yên Kurd, Ramîn Zile û Kerîm Merûfpûr, bi tohmeta endamtiya partiyeke muxalif a Kurd hatine sêdaredan.
Ajansa nûçeyan a fermî ya desthilata dadweriyê ya Îranê (Mîzan), îro ragihand ku cezayê îdamê yê li ser du girtiyên Kurd hatibû birîn, vê sibehê hatiye bicihanîn.
Li gorî nûçeya Mîzanê, girtiyên bi navên Ramîn Zile û Kerîm Merûfpûr bi tohmeta endamtiya “komên cudaxwaz” (Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran – PDK-Î) hatine îdamkirin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ceza piştî pesendkirina Dîwana Bilind a welêt hatiye cîbicîkirin, lê derbarê cihê girtîgeha ku îdam lê pêk hatiye de ti agahî nehatine parvekirin.
Agahiyên li ser nasnameya girtiyan
Rêxistinên mafên mirovan beriya niha ragihandibûn ku cezayê her du girtiyan di 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an de bi awayekî fermî ji wan re hatibû ragihandin. Agahiyên li ser nasnameya wan wiha ne:
Ramîn Zile: Welatiyê Kurd ê ji bajarê Nexedeyê ye. Ji aliyê Lîwaya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta “bexî”yê (serhildana çekdarî) ya bi rêya endamtiya PDK-Îyê cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Kerîm Merûfpûr: Ew jî 29 salî ye û ji Nexedeyê ye. Di 23yê Adara 2021ê de li bajarê Serdeştê hatibû girtin û bi heman tohmetê (“bexî” û endamtiya PDK-Î) cezayê mirinê lê hatibû birîn.
Amarên îdamê li Îranê zêde dibin
Zext û îdamên li Îranê di demên dawî de rû weke fikar dikişînin. Li gorî daneyên ku hatine berhevkirin, tenê ji destpêka meha Adarê ve li Îranê herî kêm 27 kes hatine îdamkirin.
Desthilata Îranê van kesan bi hincetên wekî “têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî, têkdana ewlehiya neteweyî û hevkariya bi welatên biyanî re (wekî Îsraîl û Amerîkayê)” tohmetbar dike û tîne ser sêdarê.
Çavkanî: Rûdaw










