NÛPEL – Nivîskar Ed Emery destnîşan kir ku di têkoşîna neteweyan de muzîk hêza berxwedanê ye û got: “Muzîk di bin têlên strîdar re derbas dibe, di deriyên girtîgehan re derbas dibe; rêyekê dibîne ku xwe îfade bike û azadiyê peyda bike.”
Etnomuzîkolog û nivîskar Ed Emery jî di nav wan kesan de bû ku beşdarî “Formûma Aştî û Azadiya Civakî” ya ku di navbera 12-16ê Gulanê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin bû.
Emery, bi taybetî balê dikişîne ser muzîka Yewnanî, Erebî û Kurdî û muzîkjenên koçber ên li Calais û Dunkirkê. Emery, li ser bandorên muzîkê yên di hilgirtina kulturan de û berxwedana gelên ku zimanên wan hatine qedexekirin ya bi rêya muzîkê, nirxandinên giring kirin.
Emery daxuyand ku armanca yekem a dewlet-neteweyan di avakirina desthilatdariya xwe de tunekirina kultur, ziman û muzîka gelên “yên din” e û wiha got: “Ev tiştekî weha ye ku di dîroka emperyalîzm û mêtingeriyê de em her tim pê re rû bi rû dimînin. Sefandina dewleta Brîtanyayê ya li Îrlandayê tam bi vî rengî hat kirin. Stranên Îrlandî hatin qedexekirin, zimanê Îrlandî hat qedexekirin, heta amûrên muzîkê yên Îrlandî jî hatin qedexekirin; wek amûrekê, harp (arp) hat qedexekirin.”
Emery da zanîn ku ew perçeyek ji wê struktura ku li Dibistana Lêkolînên Rojhilat û Afrîkayê (SOAS) a Londonê koman organîze dike ye û wiha pê de çû: “Em bi gelek muzîkan re eleqedar dibin. Ango wek mînak; komeke me ya muzîka Yewnanî heye û li wir di serdema faşîzmê de muzîk hatibû qedexekirin. Navê vê amûra piçûk a ku ez di destê xwe de digirim ‘bağlama’ ye —helbet ji peyveke Tirkî tê, bağlama— buzûkî hatibû qedexekirin. Heke polîsan ew bidîta, dê bişikandana û hûn dişandin girtîgehê. Stranên ku mirovan digotin dihatin sansûrkirin, qedexekirin û wekî derveyî qanûnê dihatin îlankirin.”
‘Yên ku koç dikin, hafizaya xwe ya muzîkê bi xwe re diben’
Emery bi bîr xist ku gelek kes ji ber qedexe û zextan koç dikin û wiha got: “Bêguman amûrên xwe yên muzîkê bi xwe re nabin, lê hafizaya xwe ya ziman, stran û muzîkê bi xwe re hildigirin. Karê ku em dikin, faaliyeta me; di warê pêşkêşkirina derfetên ji nû ve afirandina muzîkê de ye ji bo koçber û penaberên ku di rewşa koçberiyê de ne. Em vê xebatê li bakurê Fransayê, di kampên penaberan ên ku jê re dibêjin ‘Jungle’ (Daristan) de dikin. Em bi muzîkjenên xwe re li wir bûn û me li wir muzîkjenên Kurd nas kirin. Li Fransayê me bi muzîkjenên Kurd re muzîk çêkir; me ji Londonê amûrên muzîkê anîn û di wê rewşa wan a koçberiyê de, di nav hawiyekî dijminane û xerîb de, me derfet da wan ku muzîka xwe biafirînin.”
Ji Fransayê ber bi Kurdistanê ve rêwîtiya muzîkê
Emery diyar kir ku wan şopa muzîka Kurdî ji Fransayê heta Kurdistanê şopandiye û da zanîn ku li Londonê bi navê “Projeya Pirtûka Stranên Kurdî / Kurdish Songbook Project” kanaleke YouTubeê bi rê ve dibin û stranên ku berhev dikin dixin vê kanalê. Emery anî ziman ku ew dixwazin kûrahiya muzîka Kurdî bighînin her kesî.
‘Hêza berxwedanê ya muzîkê heye’
Emery anî ziman ku huner qadeke polîtîk e û wiha axivî: “Ew an nûnertiya hêza kesên li ser desthilatdariyê dike, an jî nûnertiya hêza kesên jêrîn, ango gelên bindest dike. Çawa hewl bidin muzîkê qedexe bikin bibe, ew ê rêyekê bibîne û vegere. Di bin têlên strîdar re derbas dime, di deriyên girtîgehan re derbas dibe; rêyekê dibîne ku xwe îfade bike û azadiyê peyda bike. Di encamê de, hêz û desthilatdarî nikare muzîkê bitemizîne. Ji ber ku kîngê hewl bidin muzîkê bitemizînin, ew di formekî din de vedigere. Ez bawer dikim ku Komara Tirkiyeyê jî muzîk sînordar kiribû. Ji ber vê yekê, mirovan dest pê kir ku guhdariya radyoyên Îran û Farsî bikin ku li wir dikaribûn îfadeyeke wiha ya muzîkal bibînin. Sê mînak, li pêşberî we hêza berxwedanê ya ku di muzîkê de şênber bûye.”
Emery destnîşan kir ku hêzên emperyalîst guh nadin kultur û muzîka gelan û got: “Ew tenê girîngiyê didin tiştên ku dikarin lêxin, tiştên ku dikarin bistînin û tiştên ku dikarin deynin muzeyên xwe; lê guh nadin nirxa rastîn a van kulturan. Me dît, pirtûkxaneyên li Bexdayê bombebaran kirin, her tiştî tune dikin.”
‘Pêwîst e mirov ligel şînê, bi bîr bîne û xwe birêxistin bike’
Emery diyar kir ku di hemû kulturan de zimanê êşê hevpar e û bal kişand ser giringiya girtina şînê. Emery anî ziman ku wî gotinên nûnerê sendîkaya karkeran Joe Hill ê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû îdamkirin ku digot “Şînê negirin, birêxistin bibin, bi hêzê re şer bikin” ji xwe re kiriye rêgez û wiha got:
“Lê di heman demê de, divê em mafê şîngirtinê yê mirovan jî nas bikin. Dayika min bixwe penabereke ji Gurcistanê hatî bû. Di zarokatiya me de me qet behsa koçberî, penaberî û tiştên wiha nedikir. Çu hestekî me yê şînê yê li ser rabirdûyê tunebû. Ew dîrok winda bûbû û hinekî jî mirov naxwazin li ser tiştên ku winda kirine biaxivin. Di qadeke wiha giştî de naxwazin şînê bigirin. Ez tenê dema ku ji bo mastera xwe hatim —ez 65 salî bûm— min got: ‘Xwedêyo, em penaber bûne.’ Ji ber vê yekê parastina stranan, di parastina hafizayê de roleke bingehîn dileyîze. Ji ber ku navên cihan hene. Navên gundên ku hatine rûxandin û êdî nayên dîtin hene. Bîranînên navên mirovên ku mirine û hatine kuştin hene. Nav û bîranînên kesên ku hewl didin ji Deryaya Navîn derbas bibin —da ku bigihîjin Ewropayê, bigihîjin azadiyê— hene û gelê Kurd vê yekê pir baş dizane. Pêdiviya me bi bîranîna navên wan heye. Bi hezaran, bi sed hezaran mirov hene. Divê navên wan werin qeydkirin û bîranîna wan were zindîkirin.”
Emery di dawiyê de destnîşan kir ku ew li her devera cîhanê şahidiya pêvajoyekê dikin ku tê de neteweperestî bilind dibe û mirov ji aliyê hêzên kapîtalîst û emperyalîst ve ji cih û warên xwe dibin û got: “Lê dengên sirgûnan her tim muxalefetekê li dijî vê yekê tîne ziman û zexmbûna kulturê, hêviyekê ji bo pêşerojê nûner dike.”
DI DERBARÊ ED EMERY DE
Ed Emery (ji dayikbûyê 1946an), etnomuzîkolog, nivîskar, werger û aktîvîstê siyasî ye. Di salên 1970yî de di koma aktîvîst a siyasî Big Flame de cih girt û yek ji organîzatorên pêşîn ên Koma Karkerên Ford a li Îngiltereyê bû. Di sala 1976an de weşanxaneya radîkal Red Notes ava kir. Berhemên giring ên lîstikvanê şanoyê yê Îtalyan Dario Fo û teorîsyenê siyasî Antonio Negri wergerandin. Wek nivîskar bi herdemî piştgirî da Le Monde Diplomatiqueê û li gel Richard Fredman re hev-nivîskariya du lîstikên şanoyê yên bi navê Les Juifs de Salonique û The Night Before Larry Was Stretched kir. Di sala 2015an de, ji ber xizmetên xwe yên ji bo tevgera siyasî ya çep, ji aliyê Yekitiya Xwendekaran a SOASê ve wek endamê rûmetê yê heta-hetayê hat hilbijartin. Emery, di navbera salên 2000-2015an de Civîna salane ya Hydra Rebetikoyê ya ku ji bo muzîka blues a bajarî ya rebetiko ya Yewnanî hatibû veqetandin, organîze kir.
Çavkanî: MA










