NÛPEL – Bernameya Festîvala Dep a Xweza û Çandê ya 2026’an ku dê îsal li Depê bê lidarxistin, hat eşkerekirin. Di bangewaziya Komîteya Festîvalê de, ji bo beşdarbûna çalakiyên ku dê li ser eksena xweza, çand, huner û hevgirtinê pêk werin, bang li hemû welatiyan hat kirin.
Festîval, roja înê 31’ê Tîrmehê bi Dîwana Dengbêjan a ku dê li Ortaparka Depê bê lidarxistin, dest pê dike. Festîval bi vê çalakiya ku dê dengbêjên xwedî roleke giring di çanda devkî ya qedîm de ne, bê vekirin û di 1-2’ê Tebaxê de bi konseran û çalakiyên çandî yên li Baxçeyê Gel ê Taxa Bahçelîevlerê berdewam bike.
SÊ ROJAN HEVDÎTINA ÇAND Û HUNERÊ
Di daxuyaniya Komîteya Festîvalê de hat destnîşankirin ku festîval bi salan e mîrateya çandî ya herêmê dijîne û nirxên hevpar ên gelan digihîne pêşerojê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îsal jî festîval bi bernameyeke dewlemend û beşdariya xurt dê pêk were.
Hunermend û komên muzîkê yên ku dê di çarçoveya festîvalê de derkevin ser dikê wiha ne:
Koma Amed
Erol Berxwedan
Silbus û Tarî
Eylul Nazlıer
Azad Bedran
STAND Û ÇALAKIYÊN CIVAKÎ JÎ DÊ HEBIN
Li qada festîvalê, digel konserê, çalakiyên curbecur ên çandî, hevdîtinên civakî û stantên firotanê jî dê bên sazkirin. Armanc ew e ku di çalakiyên sê rojan de muzîk, çand, huner û hevgirtinê bînin cem hev.
Komîteya Festîvalê di bangewaziya xwe de, ji bo beşdarbûna çalakiyan bang li hemû gel kir û wiha got: “Ji bo mezinkirina çanda dostanî, hevgirtin û jiyana hevpar, em hemû gelê xwe li Festîvala Dep a Xweza û Çandê ya 2026’an hêvî dikin. Werin; em di rengên xweza, çand û hunerê de bicivin.”
Çavkanî: Pîrha










