NÛPEL – Piştî vekirina Rojiya Şîna Kerbelayê, di sohbeta ku hat kirin de Serokê Lijneya Baweriyê ya Cemxaneya Mersînê Erdogan Sevîn, li ser bingehên ku Rojiya Şîna Kerbelayê xwe dispêre wan, axivî.
Rojiya Şîna Kerbelayê dewam dike. Welatiyên ku li Mersînê li Cemxaneya Mersînê hatin cem hev, rojiyên xwe vekirin. Riza Aydin nefes û deyiş xwendin, Serokê Lijneya Baweriyê ya Cemxaneya Mersînê Erdogan Sevîn jî bi sernavê “Bingeha ku Rojiya Şîna Kerbelayê xwe dispêre wan” axaftinek kir.
Piştî axaftina Dede Erdogan Sevîn, semah hat zivirandin. Çire hatin vêxistin.

Çavkanî: Pîrha








