Mordem Zel: Di Navbera Kelecana Ciwanan û Berpirsiyariya Medyayê de: Bûyera Alayê û Hişmendiyê

Nîvîskar

NÛPEL – Du roj berê, li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê li konsereke hunermendê dildar û welatparêz Diyar Dersîm de bûyereke ku bala raya giştî kişand qewimî. Ciwanekî ji nav temaşevanan, bi heycaneke mezin derketiye ser dikê, Alaya Kurdistanê daye ser milê Diyar, eniya wî maç kiriye û xwestiye vegere. Di wê kêliyê de, jineke ku berpirsiyara organîzasyonê bû, ji bo parastina nîzam û ewlehiya konserê midaxile kiriye, ala ji ser milê hunermend girtiye û biriye. Piştî vê, aloziyeke piçûk di navbera ciwan û berpirsiyarê de çêbûye, lê gava ciwanî ala dîsa aniye û di nav temaşevanan de vekiriye, Diyar strana xwe di nîvî de hiştiye û bi sekneke rûmetdar gotiye: “Xorto tu çi dikî? Ew alaya me hemûyan e, taca serê me ye, tu çima wisa dikî?”

Mixabin, piştî vê bûyerê, hinek derdorên xêrnexwaz ku wekî nexweşiyekê di nav civaka Kurd de dijîn, xwestin ji vê tabloyê parsa siyasî û kesane ji xwe re derxin. Heta hinek dezgehên medyayê, ev bûyer wisa ragihandin ku qey bêhurmetiyeke mezin li dijî Alaya Kurdistanê hatiye kirin rê li ber nîqaşan vekirin.

Lê rûyê rastîn ê bûyerê û rastiya ku divê em jê fêm bikin çi ye?

Rêgezên Konseran û Ewlehî

Beriya her tiştî, divê her kes bizanibe ku di konseran de derketina ser dikê qedexe ye. Heta ji anosnsa zarokek wenda bigire heta wendabûna hacetên şexsî bê destûra organîzasyonê nayê kirin. Ev ne tenê ji bo kurdan, li seranserê cîhanê rêbazeke hişk a ewlehiyê ye. Dema ku rewşeke wisa ya awarte çêbibe, peywira tîma organîzasyonê ye ku midaxileyî rewşê bikin da ku konserê bê qeza û bela bi dawî bikin. Heke her kes li gorî hest û kelecana dilê xwe baz bide ser sehneyê, dê xetereyên mezin ên ewlehiyê rû bidin. Ji ber vê yekê, helwesta berpirsiyara konserê ne li dijî alayê, li dijî binpêkirina rêgeza sehneyê bû. Divê ciwanên me bi vê hişmendiyê tevbigerin.

Diyar Dersîm û Sîmbola Alayê

Diyar Dersîm hunermendekî wisa ye ku bi salan e bi deng, sekn û hunera xwe xizmeta doza gelê xwe dike. Tu kes nikare li ser kurdewarî û rêza wî ya li hemberî pîroziyên me gumanê bike. Wekî ku wî bixwe jî li ser dikê anî ziman: Ala Kurdistanê ala hemû Kurdan e û taca serê me ye. Di dilê tu kurdekî de bêhurmetiya li hemberî vê alayê tune ye û nabe jî.

Berpirsiyariya Çapemeniya Kurd

Li vir, rexneya herî mezin li ser milê çapemeniya kurd e. Medya divê bibe dengê fêmkirin û hişyarkirinê, ne yê provokasyon û mezinkirina birînan. Ragihandina nûçeyan bi awayekî hestyar û berevajî, tenê gumanê di dilê mirovan de çêdike û zirarê dide yekîtiya me. Çapemeniya me divê di mijarên neteweyî de hesastir û berpirsiyartir tevbigere.

Pirsgirêk ne Pîrozî Hişmendî ye

Ev bûyer nîşanî me dide ku pirsgirêka me ya bingehîn, kêmasiya hişmendiyeke însanî û pîşeyî ye. Heta em nebin xwedî hişmendiyeke ku karibe hestên neteweyî û rêzikên jiyana hevpar (wekî qanûnên ewlehiya konserê) bi hev re bimeşîne, em ê her dem bi pirsgirêkên wisa re rûbirû bimînin. Werin em pîroziyên xwe nekin amûrê gengeşiyên rojane û rêzê li keda hevdu bigirin. Heyf e!

Mordem Zel

 

 

Van jî bibîne

 

Peyama Ocalan: Divê tevlîkirina gel a nav hemû biryaran wekî esas bê girtin
Yekîtiya Ewropayê bang li Îran û Îsraîlê dike ku vegerin ser maseya danûstandinan

Nûçeyên Sereke