Abdullah Ongullu Şêrwî: Mirina Mar

Nîvîskar

🔴NÛPEL – Bi halê mirovekî ku ji xewnekê nexweş şiyarbûyî, ji cihê xwe yê dirêjkirî bi zorê xwe rast kir. Pişta xwe da dara biyê û çarmêrkî rûnişt. Bi awirên bêwate demekê li derdora xwe nêrî. Giraniyeke giyanî, hestî û ramanî li ser bû. Bi van ve girêdayî, ji ber giraniya laşî ya ku wekî lehiyekê bi ser de hatibe, gelekî westiyayî bû. Bêhemdî awirên wî çûn ser dara ku pişta xwe spartibûyê. Bi dilbijiyayî lê nêrî. Niha çiqas dixwest di cihê wê darê de ba. Jixwe ka çi wateya jiyanê hebû?

Çemekî nermik ê ku kes bi herikîna xwe haydar nedikir, di bin cihê rûniştî re ber bi dûriyê ve diherikî. Digot qey çem gazî kovanên dilşewat dike; ango jê re wisa dihat. Jixwe ne tenê çem, çiya û gundê ku ji dûr ve xuya dikir û hemû tiştên din, digot qey bi kovan in. Her der bi bêdengiya mirinê dagirtî bû, wekî bêdengiya beriya tofanê.

Hewaya germ her der diqeland. Ji mehan tebax bû. Ji ber germa ku tebata mirov lê nedibû, xwêdaneke ku êdî hatibû asta herikînê bi laşê wî ketibû. Bi çavên bizdokî li pela ku ji dara pişta xwe spartiyê ketibû û li ber bayê melûlî li vî alî û li wî alî tewşî erdê dibû nêrî. Tu dibêjî qey jê re qala jiyanê, qala mirovan, hê rasttir, qala wî bi xwe dikir. Qey tiştê diket ne pel bû, ew bi xwe diket û wenda dibû. Bêhêvî bû, gihîştibû sînorê tunebûnê. Tiştê ji hemûyan tirsnaktir jî, xwe wekî di bîreke bêbinî de hîs dikir û nizanibû çawa tevbigere.

Li cihê rûniştî çavên xwe girtin; di nav vê bêçaretiya bêdawî de xilmaşî xeweke ne diyarbû. Ji nişka ve ji ber kabûsekê veciniqî, bêhna wî çikiyabû, rûyê wî wekî mûmê zer bûbû dîsa, reng û rûçik lê nemabû. Qey ew ê vê kabûsê dest jê berneda? Ew ê qet nekaribûya bi dilrihetî razê? Erê, ew kabûs, ew mar… ew marê ku ji hundurê wî derketibû lê vê carê di xewnan de dest jê bernedida; ew marê tirsnak… Di wê kêliyê de ji xwe kerixî, piştre dilê wî li hev ket, xwest vereşe lê venereşiya…

Wekî mirovekî ku demên xwe yên dawiyê bijî, xwest dîmenên jiyana xwe ji zarokatiyê heta vê kêliyê di ber çavan re derbas bike. Jiyana xwe ya beriya ku ew mecbûrî vexwarina ava hemû gemaran bibe – yanî zarokatiya xwe – di nav hêsrên çavan de anî bîra xwe. Jixwe her roj bi bîranîna wan rojan dijiya. Lê piştî ku ew mecbûrî vexwarina ava gemar a newalê kiribûn, hemû tişt ji bo wî guherîbûn. Bi taybetî rojên nebaş piştî wê rojê dest pê kiribûn. Bi vexwarina ava newalê re marekî biçûk jî ketibû hundurê wî û her ku ew mezin dibû, mar jî di zikê wî de mezin dibû.

Mar, êdî hemû tevgerên wî beralî dikirin. Li gorî mar teşe digirt. Bêyî haydarbûna wî, êdî arezûyên mar bûbûn yên wî. Hema hema xwebûyîna wî bi marê zikê wî re bûbû yek. Çûbû dibistanê, leşkerî kiribû, zewicîbû, lê yek jî li gora xwesteka wî pêk nehatibû. Ken û giriyên wî jî li gorî mar teşe digirt. Mar di hundurê wî de bêsekn mezin dibû, dilê wî û hemû hestên mayî dipêça, ji wê derê ber bi mejiyê wî ve dikişiya. Dibê qey ev mar di mejiyê wî de werdigeriya bi sedan, bi hezaran maran… Ji ber wê tim dilê wî jê kerixî û wisa jiyabû.

Heta du roj berê, heta wê şevê – heke mirov ji vê rewşê re bibêje jiyan – bi wî marî re jiyana xwe berdewam kiribû. Du roj berê, di êvara pazdehê meha ku tê de ne, rûpelekî nû di jiyana wî de vebûbû. Di wê tariya qetranî de, di wê bêdengiya mirinê de, wekî ku ji mejiyê xwe gule xwaribe yan jî guleyê mejiyê wî belav kiribe hîs dikir. Erê, erê; ev gule bû, li ser vê erdnîgariya olandana “guleya yekem” bû ev; xençereke ku di dilê şevê de hatibû daçikandin… An jî brûskeke ku erd û ezman dihejand… Dibe ku erdhêjek be ku hemû tiştan serobin dike… Ew her çi be pênasekirina wî zehmet bû, lê qewimîbû. Baş jî bûbû. Ew ji mar xelas kiribû, dê wekî din çi bûba…

Bi pêlên ku ji kûrahiyê dihatin, marê di zikê wî de yan jî di mejiyê wî de, hemû hebûna wî zeft kiribû. Bi birîneke xedar, şaş û metel mabû. Paşê hatibû ser hişê xwe ku ji têhnan qirika wî zuha bûye. Bi lez ber bi çemê ku bi coş diherikî ve beziyabû. Firat bû yan Dîcle, êdî kîjan be… Bi ser devkî xwe dirêjî çem kiribû. Ew qas têhn bûbû ku dixwest hemû çem vexwe. Di wê kêliyê de marê metelbûyî xwe berda nav pêlên har ên çem… Mar çûbû, lê şopeke kûr – dibe ku heta emrê wî hebe wenda nebe – li paş xwe hiştibû. Jê wêdetir, mar li pey xwe têjikên xwe hiştibûn. Ji bo ku ev têjik mezin nebin û dîsa laşê wî dagir nekin, divê tim dengê di dilê xwe de biveşarta û tim bi wî dengî re bijiya…

Piştî wê şevê bêhneke xweş kişand. Dibê qey ji nû ve hatibû dinê. Dilê wî kêfxweşî ji bîr kiribû. Lê dîsa jî li hêla xwe ya çepê ji hinek hestên tînegerm haydar bûbû. Gelo tişta ku jê re digotin “hêvî” ev bû? Wî bi xwe jî nizanibû. Ev halê xweşbînî wekî bayekî hatibû û derbas bûbû. Nizanibû çi dixwaze; divê çi bike û bi ku ve here. Wisa li cihê xwe mabû. Êdî marên ku hemû tevgerên wî diyar dikirin jî tunebûn. Wekî keştiyeke ku xwe ji avê re berda be, wisa çep û rast diçû û dihat. Ji ber wê, di nav valatiyeke mezin de digevizî. Dîsa di binê tehtê bêhêvîtiyê de diperçiqî.

Nêzî tarîketina erdê bû. Ji cihê ku wekî lê çikilandî mabû, dîsa xwe bi zorê rast kir û rabû ser piyan. Bêarmanc û bêyî ku zanibe bi ku derê ve diçe, dest bi meşê kir. Fikrên ku dest jê bernedidan dîsa li mejiyê wî rapêçabûn. Te yê bigota fikir di mejiyê wî de babûtan dileyîzin. Bêxwestek be jî, dîsa wekî pelekê ku xwe di nav avê de berde, xwe noqî bîranînan kir. Ev stargeha wî ya tekane bû. Lê dît ku êdî ev stargeh jî bi kêr nayê. Ew ê çi bikira, divê çi bikira? Her hal bi qasî bêarmanciyê tiştekî ku bi mirov êşê bide kişandin nîn bû. Dilopek rondik ji qeraxê çavên wî ber bi dêmên wî ve herikî. Ji halê xwe re, ji bêçaretiya xwe re digiriya. Di jiyana xwe de ev cara ewil bû ku di nav lêgerînê de bû; ev jî tiştekî biçûk nîn bû.

“Mirov karibe henase bigire, ji bo tu tiştî ne dereng e.” Vê gotinê di dilê xwe de çend caran dubare kir. Gelo henase digirt? Henaseya xwe da û stand; erê, erê, digirt! Hê nemiribû. Hê gelek rojên ku werin jiyîn hebûn. Keserek kûr kişand, bişirînek ne diyar hat li rûçikên wî bi cih bû. “Şev tu car bi temamî nabe reşê qetranî!…”

Dema devkî ket çala li qeraxê riya ku pê dimeşiya, hat ser hişê xwe. Paşê ew bi xwe jî bi vî halê xwe keniya. Rabû, dîsa dest bi meşê kir. Digeriya, lê li çi? Wî jî nizanibû, lê tenê digeriya. Dibe ku ji ber lêgerînê, derfeta dîtinê nedidît. Lêgerîn êdî bûbû wekî armanc; wekî keştiyeke ku li dora cîhanê gera xwe li cihê ku dest pê kiriye bi encam bike û bêyî bêhnvedanê dest bi sefera nû bike…

Çima nizane, di mejiyê wî de fikrekî olan da: ji bo dawî li hemû êşan bîne, rêya çareseriyê ya yekane dibe ku xwekuştin ba. Ev jî çareseriya bêçaretiyê bû. Lê mirineke çawa? Divê mirineke xweş û birûmet ba!.. Nedixwest ku li pişt wî gotinên nebaş werin gotin. Biryara xwe dabû; êdî li qeraxê jiyaneke nû, serê xwe yê ku tim tewandî bû ber bi çiya û ezmanan ve bilind kir.

Dengê ku piştî “wê şevê” di hundurê wî de olan dida, dema li çiyan dênihêrt, bilindtir û zindîtir dibû. Ew hesta şîregerm dîsa hat û li hêla wî ya çepê bi cih bû. Ya vê carê bihêztir xuya dikir. Wekî ku ew careke din qet neçe wî rapêça û her ku diçû hemû hebûna wî hembêz dikir. Dibe ku ev çirûska hêviyê ya ji holê rakirina êşa piştî wê şevê ba.

Her ku ber bi asoyên dûr ve dênêrî, di singê wî de coşeke wekî lehiya biharê geş dibû. Wekî ku aso jê re bibêje “Were, netirse!..”, ber bi wî dengî ve dest bi bazdanê kir. Dûre dît ku çend mirovên din jî ber bi çiyê ve dibezin. Di destê wan de pêtelên agir, ji çavên wî hêsrên dilgeşiyê diherikîn!…

TÊBINÎ: Çîroka mar gelêrî ye…

/Abdullah Ongullu Şêrwî/

Van jî bibîne

 

Îranê Qada Xwe ya Hewayî bi Tevayî li Geştên Navneteweyî Vekir
Di Doza Gulistan Doku De Hejmara Girtiyan Derket 8an

Nûçeyên Sereke