NÛPEL – Li gorî lêkolîna saziya Climate Centralê, ji ber guherîna îklimê û şewitandina sotemeniyên fosîl, germahiya zêde dê bandoreke neyinî ya mezin li ser Kupa Cîhanê ya 2026an bike. Ji 104 maçên ku bên lîstin, di 97 maçan de rîska kêmbûna performansa lîstikvanan heye.
Ji ber karanîna sotemeniyên fosîl germahiya gerdûnî roj bi roj zêde dibe. Ev rewş bandoreke xirab li ser organîzasyonên mezin ên werzişê dike. Kupa Cîhanê ya 2026an dibe mînaka herî berçav ku nîşan dide krîza îklimê çawa zirarê dide kevneşopiyên ku bi mîlyonan mirov jê hez dikin.
Saziya lêkolînê ya serbixwe Climate Central, analîzek li ser dîrok û cihên maçên Kupa Cîhanê weşand. Li gorî vê analîzê, ji ber guherîna îklimê hema hema di hemû maçan de rîska hêdîbûna lîstikê û ketina performansa lîstikvanan pir bilind e.
Daneyên Balkêş Ji Analîzê:
97 ji 104 Maçan di bin Rîskê De Ne: Di 97 maçên plankirî de, îhtimala rûdana şert û mercên ku performansê kêm dikin, li gorî senaryoya bêyî guherîna îklimê pir zêdetir e.
Nîvê Maçan di bin Metirsiyê De Ne: Di nêzî nîvê maçan de (49 maç), îhtimala rûdana germahiya ku bandorê li performansê dike herî kêm sedî 50 ye.
Maça Herî Bi Rîsk: Maça ku dê di 26ê Hezîranê de li bajarê Guadalajara di navbera Uruguay û Îspanyayê de bê lîstin, dê bibe maça ku herî zêde bandora krîza îklimê lê bibe. Di vê maçê de îhtimala germahiya xirab sedî 70 ye û ev rêje ji ber guherîna îklimê 37 pûan zêde bûye.
Lêkolînên berê nîşan didin ku germahiya ji 28°C’yê bilindtir, frekansa bezê (sprint), mesafeya giştî ya ku lîstikvan dibezin û dema xwe-hatina ser hişê xwe kêm dike. Ev yek ne tenê ewlehî û performansa lîstikvanan, di heman demê de tempoya maçê, taktîk û şêwaza lîstikê ya giştî jî diguherîne.
“Pêşbazî Dê Ne Li Ser Hunerê, Li Ser Berxwedana Li Dijî Germê Be”
Meteorologê Climate Centralê Shel Winkely hişyariyeke tund da û diyar kir ku organîzasyonên Kupa Cîhanê yên mîna berê êdî nabe. Winkely got:
“Ger em dawî li karanîna sotemeniyên fosîl neynin, paşeroja pêşbaziyê dê ne li ser gora kê çêtir dilîze be; dê li ser gora kê dikare zêdetir li ber germê li ber xwe bide, diyar bibe.”
Werzişvan û Pispor Bi Fikar In
Futbolvanê Tîma Neteweyî ya Norwêcê Morten Thorsby, ku nameya vekirî ya hefteya borî ji FIFAyê re hatibû şandin îmze kiriye, got ku ev analîz nîşan dide ku germ ne tenê ji bo tenduristiyê metirsî ye, her wiha kalîteya lîstikê jî xirab dike. Thorsby bang kir ku divê ev rîsk bi ciddî bêne girtin û lîstika ku mirov jê hez dikin bête parastin.
Ji Laboratuvara Jîngehên Dijwar a Zanîngeha Portsmouthê Prof. Mike Tipton jî bal kişand ser rîska tenduristiyê û diyar kir ku germahiya zêde û mayîna dirêj a di bin germê de dikare bibe sedema “şoka germê” (thermal shock) û krîza germê ya ku jiyana lîstikvanan dixe xetereyê.
Her wiha, destpêşxeriya World Weather Attribution (WWA) jî di meha Gulanê de hişyarî dabû ku ji ber nermî (humîdî) û germahiya bilind, di hin maçên Kupa Cîhanê ya îsal de dê sînorên şert û mercên ewle werin derbaskirin.
Çavkanî: Bîanet









