Li Xarpêtê Baran û Teyrok Erdên Çandiniyê û Navenda Bajar di Bin Ava de Man

Nûçe

XARPÊT (Nûpel) – Li bajarê Xarpêtê barana bi hêz û teyroka ku êvarê daxist, bandoreke giran li jiyana bajêr û qadên çandiniyê kir. Di dema ku li navenda bajêr gelek rê di bin avê de man, li 11 gundan zirarên mezin gihîştin berhemên wekî ceh, nîsk û baxçeyên fêkiyan.

Parêzgariya Xarpêtê daxuyand ku li herêmê her metrekareyê 21,2 kîlogram baran bariye û ji bo tespîtkirina zirarê xebat dane destpêkirin.

95 Îhbarên Serîlêdanê Hatin Kirin

Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatipoglu, ji bo şopandina bîlançoya baranê çû Navenda Koordînasyona Ewlehî û Rewşên Lezgîn (GAMER) û diyar kir ku hemû ekîb li qadê ne. Hatipoglu da zanîn ku ji ber lehiyê û zirarên din bi giştî 95 îhbar gihîştine ber destê wan û her yek ji wan bi hûrgulî tê nirxandin.

Li 11 Gundan Zirarên Mezin Hene

Teyroka ku bi baranê re daxist, herî zêde derbe li erdên çandiniyê xist. Li gorî agahiyên ku ji Parêzgariyê hatine girtin; li gundên wekî Qurix, Pirinciye, Balibeyî, Aşwan, Dişidi, Dambuyuk, Xanê Brahîman, Hal, Gonan, Sarini xebatên tespîtkirina zirarê berdewam dikin.

Berhemên ku herî zêde zerar dîtine ev in:

Zeviyên ceh, nîsk û nokan.

Darên behîv û gûzan.

Trafîka Bajêr Sekinî

Barana ku ji nişka ve dest pê kir, li navenda bajêr jî bû sedema astengiyan. Ji ber xetimîna mazgalan, li gelek kolan û kolanên sereke wesayît di avê de man û zehmetî di çûnûhatinê de hatin dîtin. Ekîbên Şaredariyê û AFAD’ê tevahiya şevê ji bo valakirina avê xebitîn. Hat ragihandin ku midaxaleyî gelek mal û kargehên ku av ketibûyê jî hatiye kirin.

/Çavkanî: Çewlîg Net/

Van jî bibîne

 

Daxuyaniya Encama Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Divê Berjewendiyên Kesî û Siyasî Li Aliyekî Werin Hiştin
Li Duisburgê Ruhi Su bi stranên wî hat bîranîn

Nûçeyên Sereke