Daxuyaniya Encama Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Divê Berjewendiyên Kesî û Siyasî Li Aliyekî Werin Hiştin

Nûçe

AMED (Nûpel) – Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, di daxuyaniya encama konferansa xwe de peyama “Heke gelê me îro ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd vîneke xurt nîşan dabe, bersiva yekane ya ku partî û komên siyasî dikarin bidin, hiştina berjewendiyên kesî û siyasî li aliyekî ye” da.

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk duh li Amedê bi sernavê “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” konferansek li dar xist. Deklarasyona konferansê li Birca Keçikê hat eşkerekirin. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de, deklarasyon bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hat xwendin. Beşa Kurmancî ji aliyê endama sekreterya Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulser Yildirim, ya Kirmanckî jî ji aliyê Murat Kan ve hat xwendin.

Daxuyaniya encamê wiha ye:

“Îro, piştî sedsalekê, rêveber û hêzên hegemon dixwazin erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve şekil bidin. Di vê serdemê dîrokî de ku hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn diguhere û sînor ji nû ve tên xêzkirin, gelekî girîng e ku Kurd di nav yekîtiya neteweyî de tevbigerin. Kurd tenê bi hatina cem hev dikarin di vê serdema krîtîk de mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên xwe yên heyî biparêzin.

Tê zanîn ku lawazî û nakokiyên di navbera hêzên herêmî û rejîman de zemînê ji van hêzên derve re amade dike û bandoreke neyînî li ser tevahiya herêmê, bi taybetî li ser paşeroja gelê Kurd dike. Di vê pêvajoyê de, ji ber nebûna yekîtî û bihevrebûna hêzên Kurd, Kurdistan hem bi fersendên dîrokî û hem jî bi metirsiyên mezin re rû bi rû ye. Yek ji rêyên herî girîng ên serkeftina gelê Kurd di têkoşîna hebûn û azadiyê ya bi sedsalan de, gihîştina yekîtiya neteweyî ye. Gelê me her dem di demên krîtîk de pêwîstiya yekîtiya neteweyî ditiye û dizane ku serkeftin tenê bi dersên ji borî û bi rêya yekîtiyê pêkan e.

Hewldana Rêberên Kurd a Ji Bo Yekîtiya Neteweyî

Yekîtiya neteweyî ya Kurd, ne tenê îro, her dem di rojeva kesayet û rêberên Kurd de cih girtiye. Gava em li sedsala borî dinêrin, bi xêra hewldanên rehmetî Mam Celal, teşebûsa ji bo yekîtiya neteweyî ya hevpar a hêzên Bakur, bû sedema eşkere kirina protokolekê li Şamê ku wek ‘Protokola 1993’an’ tê naskirin û hêviyeke mezin di nav Kurdan de çêkir. Her çend ji wê rojê û vir ve gelek hewldan hatine kirin jî, yekîtiya ku Kurd daxwaz dikin hîna pêknahatiye. Dîsa, hewldanên Birêz Ocalan ên di vê mijarê de ji destpêka salên 2000’î û vir ve heta vê serdema dawî berdewam kirine. Di sala 2013’an de dema ku Birêz Abdullah Ocalan daxwaza komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd kir, Birêz Mesûd Barzanî li ser navê her sê rêberên Kurd (Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan û rehmetî Mam Celal), hêzên ji her çar parçeyên Kurdistanê vexwendin Hewlêrê. Bi saya hewldanên vê civînê, Kurd pir nêzî yekîtiya neteweyî bûn. Lê belê ji ber mudaxaleyên hêzên derve, yekîtiya neteweyî ji nû ve nehat avakirin.

Bernameya Neteweyî ya Demokratîk Wê Berjewendiyan Biparêze’

Dîrokê nîşanî me daye ku polîtîkayên hegemonan ên wekî qirkirinê jî di nav de, dema di navbera Kurdan de perçebûn û dubendî hebe zêdetir derketine pêş. Ev perçebûn, her dem rê daye hegemonan ku polîtîka û komployên xwe yên li dijî Kurdan bi hêsanî pêk bînin. Berevajî vê, yekbûna Kurdan pêşî li metirsiyên mezin girtiye. Dema çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava, bi taybetî li Kobanê êrîşî gelê me kir, yekîtiya hêzên Kurd di parastina xaka Kurdistanê de wekî mertalekî pola kar ditiye. Dîsa, di bûyerên dawî de, helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojava de bi dirûşma ‘Yek e yek e yek e gele Kurd yek e’, hemû sînorên çêkirî yên li ser xaka wan ji holê rakir û hebûna wan nîşanî hemû cîhanê da. Ev helwest îspat kir ku yekîtiya neteweyî dikare bibe garantiya yekane ya pûçkirina planên dagirkeran. Nimûneyên hatine jiyîn her wiha nîşan dane ku gava hêz yek dibin, hemû hevsengî li gorî berjewendiyên wan diguherin. Li ser vê bingehê gihîştina peymanekê, avakirina stratejiyek hevpar û pêşxistina bernameyeke neteweyî ya demokratîk, wê berjewendiyên gelê me biparêze.

Em wek Kurdên Bakur, di salvegera ‘Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevpar’ a partiyên Kurd ên Sûriyeyê ku di 26’ê Nîsana 2025’an de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, bi beşdariya partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, akademisyen, kesayetên serbixwe û rûspiyên civakê, me ev konferans li dar xist. Biryarên di wê konferansê de hatine girtin û çalakiyên hevpar ên hêzên Kurd ên sala borî, divê ji bo hemû partiyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê bibe mînak.

‘Divê Dewlet Gav Biavêje’

Di vê çarçoveyê de beşdarên konferansa me ya bi sernavê ‘Kurdên Bakur Yekîtiya Neteweyî Nîqaş dikin’, diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku zêdetirî salekê ye li Tirkiyeyê berdewam dike, divê veguhere qonaxeke qanûnî. Birêveçûna pêvajoyê ya bi rengekî yekalî, hêdî û neavêtina gavên berbiçav, dibe sedema hilweşandina hêviyên civakê. Ji bo ku pêvajo bi hêviyên civakê re li hev bike û bi serkeftî bigihîje armanca xwe, divê dewlet nasnameya neteweya Kurd û hemû mafên wê di qanûna bingehîn de pişrast bike. Her wiha, divê li gorî qanûnên heyî tevbigere, girtiyên siyasî serbest berde û ji bo ‘mafê hêviyê’ û darizandinên siyasî qanûnên pêwîst derhal bixe meriyetê.

Yekîtiya Li Rojhilat

Şerê li Îranê, ji bo Kurdan û gelên din ên li wir, di derbarê diyarkirina paşeroja xwe de fersendên girîng jî pêşkêş dike. Konferansa me helwesta şeş partiyên Kurd ên li Rojhilat a ji bo avakirina eniyeke hevpar bi kêfxweşî pêşwazî dike û diyar dike ku divê ev wekî mafekî xwezayî û mirovî û daxwaza gelê me yê li wir, ji aliyê tevahiya cîhanê ve were naskirin.

Divê Helwesteke Hevpar Were Dabînkirin’

Beşdarên konferansa me, girîngiyê didin xebatên dawî, daxwaz û daxuyaniyên hemû kom, rêxistin û partiyên siyasî yên cuda yên di derbarê yekîtiya neteweyî de. Heke gelê me îro ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd vîneke xurt nîşan dabe, bersiva yekane ya ku partî û komên siyasî dikarin bidin, avêtina gavan ber bi vê yekîtiyê ve, xebata bi helwesteke hevpar û hiştina berjewendiyên kesî û siyasî li aliyekî ye.”

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Li Tirkiyeyê stres êdî bûye parçeyekî jiyanê
Li Xarpêtê Baran û Teyrok Erdên Çandiniyê û Navenda Bajar di Bin Ava de Man

Nûçeyên Sereke