Li Şirnexê ax heziya: Endezyarekî canê xwe ji dest da

NûçeXweza

Li gundê Gundikê Melê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ax heziya û di bûyerê de endezyarek di bin axê de ma û canê xwe ji dest da.

Bûyer doh çarşemê li gundê Gundikê Melî  di dema çêkirina dibistanekê de qewimî.

Endezyar Murat Bektaş ji bo ku avrêja di bin dîwarê parastinê de bipîve daket korteke 2 metreyî.

Ax bi ser de heziya

Dema ku endezyarê 32 salî daket korta avrêjê, axa li pişt dîwarê parastinê heziya.

Di wê kêliyê de Murat Bektaş di bin axê de ma.

Kesên li derdorê bi hawara wî ve çûn û ew ji bin axê derxist.

Karker û welatiyan ew bi birîndarî gihand Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Lê belê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê jî endezyar Murat Bektaş mir.

 

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Şamê bi Ehmed Şera re civiyan
Piştî agirbestê bi 16 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin

Nûçeyên Sereke