Parêzgarên Hewlêr û Dihokê Şaredariya Amedê ziyaret kir

Nûçe

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter li bajarê Amedê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kir.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û şandeyeke akademîsyenan ji bo beşdariya “Foruma Azadî û Aştiya Civakî” li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ne.

Şande di çarçoveya serdana xwe de çû Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li ber avahiya şaredariyê şande pêşwazî kir.

“Yekîtî û piştgiriya Kurdan girîng e”

Di hevdîtinê de Serra Bucak û Dogan Hatun destnîşan kir ku beşdariya parêzgarên Herêma Kurdistanê ya forumê û ev serdana wan a piştgiriyê ji bo wan xwedî girîngiyeke mezin e.

Serra Bucakê bal kişand ser aştiya civakî û biratiyê û anî ziman:

“Dema em dibêjin aştî û azadiya civakî; em qala aştiya navxwe, biratî û bihevrejiyanê dikin.

Em parastina têgihîştinekê dikin ku yekîtî û piştgiriya Kurdan dixe navenda xwe.”

Di hevdîtinê de Parêzgar û Hevserokan li ser awayê birêvebirina birêvebiriyên xwecihî, derfetên hevkariyê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter piştî şaredariyê çûn serdana tîma Amedsporê.

 

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Trump: Îran dê dev ji dewlemendkirina uranyumê berde
Li Amedê Atolyeya Koçberiyê: “Divê em li cihê ku lê winda kiriye bigerin”

Nûçeyên Sereke